Sonntag, 3. Januar 2010

Serpêhatiyên darbestan

Serpêhatiyên darbestan






Diyarî bo mesûd xelef: dema em dibûn gilokên befrê, pêlên bagerê jiyan di nava xwe de diguvaşt û çîrokên me di darbestan de dibûn aşopên dîrokê û ber bi rojên bendemanê ve diçûn .





Tê bîra te?
Li wir,
Li welatê çiyan
Li bajar û kolanên kêferata şevên giyanxwar û bermayên evîneke derengmayî, ku sirûda
Zinaran,
Berfînan,
Nalînan li şopa rojke din,li vî welatî deng dida!
Li bin vê sirûdê me xatir ji şevê dixwest û rojê, bi alên şermê em pêşwazî dikirin.
Wê demê,
Me digot,
Xwezî bi şevê ,
Xwezî şev vegerê ,
Xwezî şev careke din konê xwe vedê û me di kêfrata xwe de bipêçê û em ,ber bi şevê ve dimeşîn.
Em dimeşîn,
Meşên me dibûn darbest,
Çiyayên dilê me,
Bi darên darbestan dixemilîn.
Ew kenê ku ji gustîlka welatê min derdiket û bi awirên me dixwest
Di nava hezkirina xwe de
Kaniya darbestan ziwa bike, dibû kefenk!
Kefen pir dibûn,
Şev har dibûn.
Şev li pey şevê,
Kefen li pey kefenê
Bi tilîliyên aşotan re
Ber bi goristanên govend girtî ve, diçûn……… erê bira,
Li vî welatî,li welatê sor , li welatê ku serê zarokên xwe dixwê!..
Li welatê girî,
Li welatê şînê,
Li welatê ku her kêlî jiyan diçû mirinê, mirin diçû jiyanê
Milên min û te
Bi çend darbestan hate daxdan!?
Erê.
Me çend mirin hilgirtin?
Me çend mirin di jiyanê de,veşartin!
Erê bira,
Navê van serpêhatiyan
Ne bi pênûsê, bi hestîkên canê me,
Ne bi hebrê,
Bi xwîna rayên me
Li ser lênûska dilê me,hate neqişandin
Caran ev kezîzerek bû,
Caran ev çavşînek bû,
Caran ev ez bûm,
Caran ev tu bûyî,
Û caran ev em bûn,
Serpêhatiyên darbestan

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen