Dienstag, 12. Januar 2010

Evîndarim

Evîndarim






Min di peyvên çavê te de xwe dît
Ew çavên zimanê vî dilî yê ku
Li ser tabloya xwe kirîm wêneyek ji evîneke sosrat!..
Aha di vê wêneyê de
Di têkçûna têkçûyî de
Di mirina zer de ku rûyê min dialîst..
Ji wê…ji wê nasname nenaskirî hejandim
Ji wê…ji wê toza mirinhez daweşandim
Ji wê…ji wê çepera bê bext vegerandîm
û bi destên te yê hunersaz welatekî dilveker diyarî vî dilî kirî…

Niha serxeşim bi kenê te
Serxweşim bi rondikên te
Serxweşim bi wan tiliyên ji gul û nisrînan
Serxweşim bi wan peyvên min di nava xwe de hildigrê û dilorîne.

Ey evîna ji evînê
Di lêvên te yên kenokî de ku miriyan ji goristanan vedigerîne dilê min şiyar dibe.
Di nav mijangên te yên serhildêr de
Hestên min dibin siwarê qada evîna te.
Lewre evîndarim evîndar
Bi navê te evîndarim.

Erê dilê!
Min di çavê te de xwe dît
û li ber deriyê wan çavên bê sînor bûme xwendekarê eşqa te.
Li wirim li ber wî derî
Dengê te vedxwim
Meşa te dixwînim
Bîna te li vir û li wir didim hev
û di kûrahiya kûrahiyê de vedişêrim.

Hoy gidî!
Min xem jibîr kiribûn xemên te bûn deriya.
Min jan jibîr kiribûn janê te bûn çiya.
Min ahîn jibîr kiribûn ahînên te bûn kanî…
Dilberê dilrevînê
Ez xwe ji nû ve diafirînim ji evîna çavê te.
Hilma te xwe bera nava min daye
û her kêlî di awirên te de evîndarim.
Tu bûyî qiblegeha min ez bûme evînperestekî jiyana te
Xwe di neynika evîna te de dibînim
Xwe di hemû demsalên te de dibînim
Jiber ku evîndarim evîndar bi navê te evîndarim.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen