Sonntag, 3. Januar 2010

ÇÎROK: GUSTÎLKA BI XWÎN

ÇÎROK: GUSTÎLKA BI XWÎN


Çîrok








Zivîstan bûbû çeperek û li dora xwezayê xwe pêçabû!..Baran,ba û cara bahoz li ser qada axê leyistikek kembax li dar dixist…û gundê seranser asîmanê xwe bûyî ewrên reş û tarî,xwe valedikirin,di nav tariya tirsê de winda bûbû.Dîwarên mezelê gundiyan ji barîna baranê,axa xwe dihate xwar û tevlî heriyê dibû.Gund bi erjengî di nava lehiya avê de ma bû.Lê gund radestî zagonên lehîherkandina baranê bûbû!..
"Hiso!kuro Hiso ka rabe agir kete mala me!ka şiyar be te xwelî li serê min kiro…"
Hiso lihêf avête aliyê çepê û bi ser jina xwe de kir qîr:
"Çi ye keçêêê!?Çi bû,çi dixwaze,ma çi rûdan daye,dîsa bûye leplepa devê te?"
"Hiso,Gulê"
"Çi bûye jê,ma Gulê çi kiriye?"
"Weleh Hiso mala me xirabû.Bi xudê em êdî nikarin xwe naşî gundiyan bikin,em nikarin serê xwe rakin!.."
"Keçê de bêje,te ez teqandim.De zû bêje,lê nexwe bi yezdanê dilovan ezê te bikim hevîr!"
"Ezê çi bibêjim qurban,ez vê sibê zû ji xew şiyar bûm da hevîrê nan amade bikim,nizanim çawa çavê min li nivîna Gulê ket ,di cî de qidûmê min şikestin,lewre,min Gulê di nava nivîna de nedît."
"Wax wax,nexwe wisa Gulo!Te ya xwe bir serî?De başe,ger ez te li ser rûyê erdê sax bihêlim,bila navê min ne Hisoyê Elî be!"
Wekî dîna li Hiso hat,rûyê wî bû xetxetokê zivirbûnê.Hedo kir qîr û hawar û xwe avêt lingê wî û got:
"Ez lingê te ramûsim,ez seya te bim tu vê baranê bi tu deveran ve neçî.Xwe meke xwînî,em gunehin!.."
"Wir de here pîsa heram,lê weleh ezê te bikim qet.Ji xwe te ev keça bênamûs anî vê pileya nebaşiyê!"
Hiso bi hêrs xwe bere xwar da…piştî demeke dirêj ji lêgerîna ser erda av û herî,li ser şopa Xelîl û Gulê ve bû…
Dinya jî bûbû êvar.Lê,ewrên giran hêj li ciyê xwe bûn û bûbûn malreşek li ser sirûştê.Her du evîndar jî,li ber devê şikeftek reş bûbûn mêhvan.Gula por sor,rû ji rengê sêva zer,bejin sipîndarî û kiras û xiftan li bejnê,sere xwe danîbû ser kemaxê Xelîl û digot:
"Xelîl,çima bextê me reşe,çima felek bûye neyarê sûda me?Ma gelo evîndarî gunehe?Na,ez bawer nakim.Ez dibêjim pêwîste hemû ciwanên ji hev hez dikin,bigihin hev.Ma qey ne guneh bû Mem û Zîn negihan hev?Lê dilê min lêdixe mina birûskên vê êvara ku naxwazê derbas bibe.Ditirsim çarenûsa me jî bibe wek ya Mem û Zînê!"
"Na Gula hest,dil û giyana min bi keziyê evînê girêdayî,van gotinên dilşewat mebêje.Ev bû pênc sale m ji hev hez dikin.Hezkirina me jî.cewek sipî ye!..Ma çi mafê wan li me heye,em kirin qaçax!?Ma çi têkiliya evîna me bi nakokiyên di navbera me û her du malbatan re heye?Malbata min û malbata we du kes ji hev kuştin û bûne xwînyên hev.Lê,ev bû du sal ev buyer qewimî.Lê,niha a giring ew e ku em van demjimêrên dijwar derbas bikin û em xwe bigihînin binxetê bajarê Qamişlo cem mala apê min û bawer bike Gula dirist emê bigihin hev."
Xelîl destê xwe dirêjî bêrîka sako kir,destmalkek derxist.Di nava destmalkê de gustîlikek derxist û got:
"Gulê,wê roja ha,ez çûm Mêrdînê min gustîlikek boyî te kirî da diyarî te bikim!.."
Û teqîn!..xwîn!..Guleya ji lûla çifta Hiso derketî,li zikê Xelîl ket.Di cî de gotinên Xelîl qutbûn.Û xwîna wî rûyê Gulê di nava xwînê de hişt.Êdî şûna baranê,dilopên xwînê dineqitîn ser rûyê Gula bextreş.Û dengê Gula bê sûd di nava reqe reqa ewran de olan da!
"Xelîîîîl…"
Lê ew jî bi guleya duyemîn li erdê dirêj bû…û xwîna her du evîndaran bû yek û gustîlk di nava gola xwînê de noq bû,xwe bere nava kûrahiya du dilên bi xwîn!..

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen