NAMEYÊN JI ESMERÊ RE
1-Bê te:
Cana min!ji wê dema te xatir xwestî ,rondikên te yê veqetînê
Li ser dilê min bûne çem û girî gera te hestên min
Di nava xwe de dixeniqînin.Dikim nakim dilê min nabe melevan
Û dest û lingên min bi dûriya te hatine girêdan nikarin li berxwe bidin.
Esmera min,ez di zîndana hesreta te de bûme girtiyekî ku heroj ji êşa te kefenekî mirinê çêdikim.Bawer bike,kêlî bi kêlî ber bi mirinê ve diçim û
Aşopên min yê ku jibo dîtina te dikin ahîn gora min dikolin.
Ma nayê bîra te ,dema pora te ya şevînî li ber bê diket û dilê min
Bi ava xwe ew şil dikir û şeh dikir?
Wê demê çavên te yê reş li gel lêvên gulhinarî
Ez vedixwarim,vedixwarim…û em dibûn yek,ne sînor,ne welat,ne ax dikarîn
Textê dîlana me hilweşînin.
Ji ber ku me evîn di nava xwe de kola bû.
Lê vaye bê te,îro bûme sêwî li ber dîwarê bê wijdanan û tenê dibêjim
Esmer ,Esmer..
2-Bêrî kirin:
Bêriya te dikim esmera min!Tu li kûyî ,li kîjan warayî ?
Dilê te çawa li gel te hat û cawa te serpêhatiyên demsalan li pey xwe hişt?
Te cawa axa em pê dileyîstin,kolana em bi gulveker pêşwazî dikirin,ken û yariyên me yê ku çîrokên cîranan bûn jibîr kir?
Tu dizanî ,dilê min bûye qada birînan,li ser dîwarên wê kul û derd navnîşanên xwe dikolin.Dixwazim bikim hawar,xelekên zincîra bê dengiyê bişkînim,lê nizanim çi bibêjim.Bawer nakê were ji balgiyê min pirs bike bila ew xewnên te bibêje,bila mezela min rondikên bi navê te tên xwar bihijmêrê.
Bêriya te dikim can ,bêriya wan ramûsanên li binê stêrkan,bêriya wan peyvên te yê mist evînî dikim.
Bêriya te ,bêriya bêhna te,bêriya germahiya te dikim.
Were esmer,were û wê dûriyê di bejna xwe ya koçerî de nêzî k bike.
Were û careke din em bibin dizê şevê,em bibin dîmenên qedexe!..bêriya te dikim esmer.
3-Kanî ew dîtin:
Hoy cana can!Dîsa her sipêdeyê li şaneşînê rûdinim û
Meşa te,bejna te ya levhatî û kenê te yê dirêjî lêvên min dibûn tînim bîra xwe.
Kanî ew dîtina kolana me geş dikir?
Kanî ew rûgeşiya dibû gulên şaneşîna min?
Erê can,va li şaneşînê rûniştî me û çavê min li deriyê te ye yê ku
Bê deng bûyî û min wek mûmê dihelî ne.
De ka derî veke,wek her car bi wî kirasê tenik awirên min hembêz bike û
Min di bejna xwe de bike evîna bê dawî .
4-Dînê esmerê:
Tu dizanî esmer ji wê dema tu çûyî ta vê demê
Ez di destarê kesaran de têm hêrandin!
Ji hesreta te cilên xwe diqetînim û her çar demsalan dibim
Dînê çolan!Wê demê xelk dibêjin dîno…zarok li pey min dikevin
Û dikin gazî ,wa dîno,wa dîno dînê esmerê.
Erê esmer te ez kirim dîn,dînê evînê,dînê esmerê.
5-Her tişt mirî ye:
Esmer ji wê dema te barkirî nema gulên hewşa min vedibin
Nema dibêjin ev stêr ya mine ev stêr ya te ye.
Nema çavên min zeriyan dibîsnin,
Nema dilê min di nava sing û beran de bi coş lêdixe.
Nema lêvên min şil dibin û nema por li ser balgiyê min pal didin,lewre bê te
Her tişt mirî ye!..
Sonntag, 3. Januar 2010
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen