Pirtirîn peyv ku di hemû babetên wêjeyî(pexşan,helbest,destan,şano,wêne,peyker,roman,stran û hwd.)de tê bi karînan peyva evînê ye.Ev rastî çi berî zayînê û çi piştî zayînê bi gelemperî di mîtolojî,pevçûn,şer û di serûbinbûna civakan de her evîn û pîroziya evînê armanca serekeye.Wek tê naskirin û ji aliyê hindek kesan ve tê nivîsandin û şîrovekirin evîn ne têgeheke tenge.Evîn bê sînore!Her çend di qonaxên evînê de û her qonaxek sînorek xwe heye,lê ew li wir digihê armanca xwe û jibo armanceke din bizaveke nû di evînê despêdikê,anko bê rawestan,afirandin û meşeke bê sînor di cîhana evînê de heye.Dema tê gotin evîn jiyane!wê demê sinorên jiyanê çi ne?Jiyan qonaxa di navbera ji dayîkbûn û <
1-Evîn:
Dema evîn di hezkirina keçekê yan karek siksî de tê sînorkirin,wê demê evîn di sêdarê de hatiye daleqandin û jiyan û hêviya jiyanê bi kefenê berfa penceşêr hatiye pêçan û mirina zer li ser goristanan dide ber tilîliyan!Li vir tu evînê dikujê,tu wê bin gor dike!Evîn bi xwe,hezkirin û girêdana hestiyarî bi kesek yan bi tiştekê ve ye.Dibê ku ev gulek be,axek be,welatek be,miroveke(nêr-mê)be yan giyanwerek be.Li gorî dîtina min,têgeha evînê van jî derbas dike.Di hezkirin û di girêdanê de yekbûna hest û naskirin û di vê yekbûnê de kûrbûn û xwekirina pir di hemû fedekariyan de jibo geheştina wê girêdanê yan parastina wê evînê û geşkirina wê.Bê naskirin,bê têgiştin,bê şiyarbûna hest û giyan û hiş li beramber wê armancê,girêdan û yekbûn pêk nayê.Ne pêkînana girêdanê jî,tê wateya ku di evîna te de xalên neyînî hene.Demek her hezkirin,girêdan yan pejirandin ne evîne.Mezintirîn evîn jiyane ,hembêzkirina axa welate.
2-Jiyan evîn bi xweye:
Bê goman jiyan nebê evîn nine.Evîn ji malzaroka jiyanê tê dinyayê û di hembêza jiyanê de wek girêdana dê û zarok mezin dibe û di nava vê mezinbûnê de her xwe nû dike.Ger te xwe û jiyan naskir û te her û her hêviyên xwe li ser qada jiyanê nû kir û wek tê gotin<
3-Evîna welat:
Gelo,li welatek bindest ku her kêlî deşt û çiya,çem û rûbar,gelî û newel,dar û daristan,şev û roj dikin nale nal û ax li bin pêlavên biyan ku ji xwînê sor bûyê dike qêrîn û hawar û tu korî,kerî,lalî û tenê li cem te pere û karê siksîye,anko welat di hest û giyana te de nîne,tu dikarê bibêjî evîn li vî welatî heye?Na,tu ya dînî,bê hişî yan jî tu xwefiroşî!Ez nabêjim mirov nabê aşiqê hevjîna xwe,aşiqê keçekê yan jî aşiqê hevalek xwe.Lê,ger hestên te li ser axa te ye dikê nale nal ava nebûbû û tu ji welatê xwe biyanî,wê demê tu mirovekî derewkarî!Lewre.îro ji herdemê pirtir di hemû malbat û kesên kurd de evîna welat divê bêavakirin.Ev hezkirin û evîna azadiyê ye jibo hemû parçên kurdistanê û kurdên ji derveyî welat
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen