Demhat Dêrikî, li sala 1973'an li gundekî rojavayê Kurdistanê bi navê girbalat ku girêdayî bajarokê Dêrika Hemko ye , ji dayik bûye. Heta dibistana amadahî xwendiye. Lê ji ber karê siyasî deh sala di zîndanên Tirkiyê de maye. Berî nuka bi navê Demhat Hezexî di rojname Azadiya Welat, Kovara Peyv, Nûbûn, Zaxo û Hêzil de gotarên siyasi, nivisên wêjeyî (çîrok û helbest) nivisiye. Îro ev niviskar li herêma Kurdistana başûr li bajarê Duhok dijî. Her wisali Duhokê endamê Sendîka yekîtiya Rojnamegeriya Kurdistanê ye. Di nava desteka niviserên Kovara Zaxo de cî digirê û di dengê Radiyoya Zaxo de kar dikê.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen