SALEKE NÛ Û BERDEWAMIYA JIYANÊ
Demhat Dêrikî
Em derbasî saleke nû bûn,ev sala nû li pir welatê cîhanê bi coşeke bilind hate pêşwazîkirin û li hindek welatan jî bi girtin, bi rondik, bi xemgînî sala nû pêşwazîkirin. Yek ji van welatan Kurdistan bû.. Bê goman me salek din ji salên derbasbûyî li pey xwe hişt, di vê sala derbasbûyî de , wek gelek salan; bi xwîn, bi kuştin û bi binpêkirina mafê miletê kurd derbas bû. Li gor hindekan di sala çûyî de pir qonax vebûn û li gor hindekan jî, her qonax qonaxa berê bû. Li gor min jî, her siyaseta înkar, tunekirin, pişaftin û zîndankirin û sêdardekirin ji aliyê neyarên kurdan ve berdewam bû. Lê miletê kurd jî bi serbilindî xwe parast û di doza mafê xwe de bi israr bû… Û pêngavek giring jî ku di dîroka kurdên rojava de hatî avêtin rojiya birçûbûnê bû li zîndana Edera.
Lê jiyan berdewame, jiyan her di nava xweguhartinê de ye, di her gav û her kêliyê de nûbûn heye, bi sedan şan xwe nû dikin, bi sedan dimrin û di nava vê mirinê de bi sedan şanên nû serî hildidin.Lê em wek kurd di jiyana xwe de çend şanên jiyanê zindî dikin û çendan dikujin? Dibe ku em şanên hebûnê û jiyanê tenê bi can ve girêbidin, lê şanên siyasta netewî, ya parçîtî, ya derûnî, ya aborî, ya diplomasî heye. Mirin tenê cane!?Jibo vê jiyanê û berdewamiya jiyanê dixwazim çend pirsan bikim û bersiva van pirsan ji kesên xwe berpirsên jiyana kudran re dibînin dihêlim. Em derbasî salek nû bûn, gelo di vê sla nû de me heta çi astê ezmûn ji sala borî derxist? Di vê sala nû de yê çend girtin û çend kuştin rûbidin û em dikarin van bûyeran kêm bikin yan na? Di sala nû de li rojavayê kurdistanê ku em nikarin navê partiyan jiber bikin gelo yê ev partî karibin nakokiyên xwe û berjewendiyên kesokî kêm bikin û xwe nêzîkî hev bikin û bi rêk û pêk û bi azadî doza mafê kurdên rojava bikin? Gelo yê di sala nû de çend jin agir berdin bedana xwe û yê çend ciwan di çanda biyaniyan de bêne helandin û yê bibin qurbana evîneke derewîn û yê çend keçkanî di bin navê evînê de bêne bin gorkirin? Di sala nû de yê çend ciwan bi çanda kurdî bigihin evîneke azad û yê çend cara xwe di ava bajar û bajarokên xwe de bişon û xwe biparêzin? Gelo li başûrê Kurdistanê di vê sala nû de ku îro başûrê kurdsitanê bi dewelmendiya xwe tê naskirin yê çend rê bên çêkirin û yê pirsgiêka elektirîkê bê çareserkirin û yê çûna xortan jibo welatê ji derve kêm bibe û yê mûçeyên pêşmergan zêde bibe yan jî yê kengî her du partiyên mezin di hemû waran de bibin yek? Gelo li bakurê kurdistanê di vê sala nû de partiyên kurdan yê dubare bêne girtin û rêpîvanên partiyên eşkere pêk bînin, yan her wek berê yê xwe endamê pkkê bibînin û çeka hêncetên girtina partiyan bikin destê dewleta Tirk? Belê, jiyan berdewame, lê jiyanek çawa, jiyanek bi çi rengî? Jiyan xweşe, lê hindek kes hene dijîn û ew bi xwe mirîne! Lê dîsa jiyan xweşe, lê xweşbûna jiyanê di kû de ye? Îro gelek ji me dijîn, lê mixabin em korin! Kerin! Lalin û wek sofiyan tizbiyê me di destê me deye û her destê xwe ber bi çarenûsê ve bilind dikin da roja me derbas bibe ax here neçê nexema me ye. Jiyan ji xwe berdewame lê ger ez nava vê jiyanê bi pîtên zêrîn neqiş nekim ew jiyan ji çi reye!?..Hêvîdarim sala nû bibe sala miletê kurd û navê vî miletê ku bi sed salane jibo mafê xwe li berxwedidê di dilê jiyanê de bi ala azadiyê bê bilindkirin.
Mittwoch, 6. Januar 2010
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen