Sonntag, 3. Januar 2010

ÇÎROK: FIRMÊSK

ÇÎROK: FIRMÊSK












Berfa çiyayê Kêlê hêdî hêdî diheliya.Lê gava tîrêjên rojê xwe li çiyan dixist û bi hilma xwe ya germ ew bandor dikir,berf bi lezgînî dibû av û xwe ji lêva çiya diberda xwar,tevlî rûbarê ku ji binê çiyayê Kêlê diherikî,dibû.Kulilkên zozanên sor jî,nû nû zîl didan.Anko,zozan dewlemendiya xwe derdixist,ji nû ve vejîn diafirand û pêşkêşî lawirên gundiyên gundê mijîn dikir…Êdî demsala zivistanê qediya bû û buhara rengîn gav bi gav pêşde diçû.Gundiyên mijîn jî,bi vê şoreşê bextewer bûbûn.Lewre,baş têgihiştibûn;jiyan buhare,buhar jiyan e û xwe xwedî kirine.Beza di nav keskahiyê de ye…
Nalîn bi lez hinek lorik kire nav nanê tenûrê û da ber gezan.Pêre pêre firek li piyala çayê dixist.Dayîka xwe jî li ber vî dîmenê pir dilşa bû.Jiber ku evîn,jîrîtî û hezkirina ji kar di tevgera keça xwe de didît.Di nava wan xeyalan de çavê wê bi lingê keça wê ket û got:
"Berxa min,hêj despêka buharê ye,dinya sar e,eger tu gora rîsî têxî lingê xwe yê baş be.Weleh tu nexweş bikevî,bavê te yê pir zivir bibe."Axînek kişand û di hundirê xwe de got"xudayê şev û rojan,ma te kurek ji min re kiribane sûd,ma minê bihişta ev keçik bûbane şivan?Na weleh,yê hingê bibane pişt ji karê malêre."
Nalîn li rûkê dayîka xwe nerî,keniya û got:
"Dayê,qet metirse,ez bi zimanê zozanan dizanim û zozan jî min diparêzin.Bawerke ger deh kurên te hebane,nikarîbûn bi qasî min kar bikirana."
"Wey ez qurbanê,wey dara mala dayîka xwe.Ez dizanim keça min,weleh dizanim tu bi deh xortayî!.."
Nalîn tûrik avête milê xwe,gopalê xwe yê biçûk kire destê xwe,pez da pêş û berê xwe da zozana sorî…Dema giha zozan di cih de rûyê wê vebû û got:
"Dilê min,xweşiya min,ger ez dûrî te bikevim,bizane yê her tişt li ber çavê min reş bibe.Ez ji te û bedewbûna te pir hez dikimTu her şev dibe mêhvanê xewna min û ez di nava xweş xewnên te de dibim stêrkek."
Li qada zozan bi keyf pezê xwe diçêrand,lê pir cara ew û beranê dûvsor digirtin pevçûnê.Wê rojê dîsa têr têr bi beran re henek kir.Dû re tev xuhdana demjimêran çû li cem tûrikê ku dayîka wê jêre kiribû neqşe neqşî rûnişt.Lorik û du serî pîvaz danî ber xwe,lê hêj pariyê yekê di zengelorka wê de neçûbû xwar,bi dengê guleyan re venciniqî!Hema bi lez da xwe,pez li hev kom kir û berê xwe da gund.Gava giha gund,çi bibînê;gund ji leşkeran hatiye dagirtin.Qîje wîja zarokan,hawara dayîkan dilan dike parçe parçe!Di wê navê re çavê leşkerekî Tirk bi Nalîn ket,hat bi guhê wê girt û kişand.Nalîna duzdeh salî di nava destê tawanbar de ji tirsan dilerizî.Leşker got:
"Keça bênamûsan!Hey keça bêjiyan,tu ji kû tê yî û li kû bûyî?"
Nalîn mîna di nava qeşayê de be,hingî dilerizî.Lêv dilerizîn û diran li hev diketin.Canê biçûk ji serê tiliyên ling heta sere wê direhilî.Li ber çavên wê,berî demekê çend gêrîlayên keç ku ji aliyê leşker re ve poz û guhên wan hatin jêkirin,zindî bû.Tirs bû bezek û li ser dilê nazik siwar bû û dilê wê lêdixist.Leşker carek din bi ser de kire qîr:
"Pîsa heram biaxife."
"Eee,e,ez ji zoz,zozan têm."
"Te li zozan çi dikir,ha?"
"Mi,mii,min pez bir,biribû çêrê."
"Ma qey tu nizanê çûyîna zozana qedexeye,ha?"
Leşker ew avêt erdê û lêxist.Gih pêl zika dikir,gih jî pêl serê wê dikir.Nalîn jî dikir hawar!
"Dayêêêê,bavooo,werin min xilas bikin,ez mirim!.."
Lê leşker lêdan berdewam dikir ta xwîn ji dev û pozên wê herikî…Nalîn bi hewldanên bêrawest xwe ji nav destan xilas kir û berê xwe da mal.Ew dibeziya,diket û tik tika dilê wê dibû asteng li pêşiya wê.Diket û radibû.Çawa giha ber derî,çeka mg'ê li ber çavan zindî bû.Hew dît ku leşkerekî berê çekê dayê.Hema bi lez şûn de revî.Ne ew tenê direvî,geremolek dabû pey hev.Hin ji wan pêxas,bê kinc û hin jî di nava xwînê de mabûn!..Vê carê Nalîn li ber bavê xwe li ser dev û rûyê xwe ket.Bavê wê ew rakir û hembêz kir û got:
"Keça min,Nalîna min!Ev çima her devera te bi xwîne?"
"Bavo,leşkerekî li min xist,ewqas li min xist min got qey ez kuştim"
"Dê roja wan jî bê.Niha baş guhê xwe bide min;here mal,boxçika kincan bîne û zû were.Va diya te jî,nêzîkî vir in,erê?"
"Bila bavo"
Nalîn di nava dûmana agir û bêhna şewata çekan de winda bû.Di demeke pir kin de erka bavê xwe anî cih û zivirî cem bavê xwe.Bavê wê bi destê wê girt,tev malbata xwe bi çiyayê Kêlê ve hilkişiyan.Dewletê gundek din jî bi hênceta dibin alîkar ji hevalan re, tune kir.Ev gotin li ser rûyê bavê Nalîn hatibû nivîsandin.Gava gihan serê çiya,Nalîn li gundê xwe nihêrî,dinihêrî û firmêsk ji çavan diherikîn;firmêskên xatirxwestinê li ser dêmên Nalîn re dihatin xwar û;gund,dar,kanî,rûbar,pez,zozan,şerê wê û beranê dûvsor û dara tûyê di nava firmêskên wê de zindî dibûn!..

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen