Sonntag, 3. Januar 2010

KEÇA BEHDÎNAN

KEÇA BEHDÎNAN




Ger min got ,min ji te hezkir
Serê xwe nizim neke bilid rake.
Ger min got, hemî demên min
Di eşqa beşrîna te de xwe nû dikin
Serê xwe nizim neke bilind rake.
Ger min got,te dilê min kiriye kulilkstan
Û bi ava zozanên te geşin û li ber
Baheneseyên te dîlana beşişandina te digerînin
Serê xwe nizim neke bilind rake.
Erê reng esmerê
Erê reng gewrê
Nêrgizên behdînan navê te dibêjin
Pira delalê çîroka te dibêjê
Seyranên vê axê
Di kenê te de seyranên xwe digerînin
Pêlên çemê xabîrî strana caniya te distirînin
Û buharên sirûşta vî welatî
Li ser dilê xwe bedewbûna te nîgar dikin keça behdînan.


De ka fermo…
Wan dîwarên bi qederê bilind bûyîn
Bi rastî despêka xwe hilweşîne
Wê perda reş bi dengvedana dilê xwe parçe bike
Û her parçekê di mirina zer de bimrîne û
Di cîhan evîna min de evîneke bê qedexe avabike.
Ferhenga ji peyvên qedexe di meşnarîna xwe de bingor bike
Û awirvedana xwe di firdana çûkên welatê min de bi cih bike.
Jiber ku
Ser nizmî li te nayê
Reşgirêdan li te nayê
Şînî li te nayê
Navnîşana te ne giriye
Dêmên te ne qada herkandina çem rondikane.
Hilo rabe
Were
Xwe bibîne
Min bibîne
Û xwe bi pêşandana bêhina rîhanê bipêçe
û di qehr û cefaya derbasbûyî de semaya kilên çava bigerîne.
Jibîr neke
Bila dengê te di qermîçongên eniyan de rozerîn be
Bila gazind di rûgeşiya te de helbesteke çareseriyê be
Bila evîna vê axê bi navê te be.
Wê demê bila dilê min
Li ber lingê te nimêja azadiya te bike keça behdînan.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen