EVÎNA AXÊ
Çîrok
Demsal havîn bû,ax disincirî,ji germê erdê kirasê xwe diqetand.Qiral roj li gel artêşa tîjkan her der dîl girtibû.Ew çend bibû serdest,hilim ji axê radibû,kanî diçikiyan,pelên daran bê deng bûn.Zarokên rojê kakilê jiyanê guvaşt bûn û textê xwe li ser dilê jiyanê vedabûn.Bajar û kolanên bajêr li ber hêza germê sernizim bê çare mabûn.Çûn û hatin hatibû daleqandin.Piraniya kesan di malê xwe de serpêhatiyên buhar û zivistanê digotin.Lê marmarok û gumgumok,mar û giyanwerên germhez dîlana azadiyê li ser axê digerandin.
Li sere çiyakî li dora bajêr,li bin siya darekê,pal dabû.Lê hêj dilê wî bi lez lêdixist û dilopên xwehdanê ser rûçikê wî dihatin xwar.Piştî kêliyekê xwe rast kir,pişta xwe da darê û zîq zîq li dûr nihêrî.Di çavên wî de sed peyvên keser kûr dixwestin çîroka xwe bibêjin.Êdî ew ne ew bû,awirên wî ne ew awirên berê bûn.Bejina dirêj,pirça kin ku di nav de bi ava xeman çend mûyên sipî serî hildabûn û bûbûn zimanê birînên veşartî…Ew birhên sitûr û rûyê bi ken ji cîhana wî revîbûn û ala şînê li ser rêka wî hatibû hildan.Piştî lêvên wî lerizîn,rondikan xwe ji wan peyvên keser kûr yê ku di çavên wî de dikelîn,hatin xwar,destê xwe dirêjî axê kir,her du kulmê xwe dagirtin ax û bi dengekî bilind got
"Ka bêje min axê,bi xwîna çend lehengan te tîna xwe şikand?Bi xwîna çend lehengan te xwe vejand?Lê çima tu caran dikenî,caran digirî,caran dikelî?Çima tu caran dibî mere şeran,geh tê dizîn,geh tê firotin û geh xwediyê xwe bin ax dikî?Me çend mam,pismam û çend bav,bira,dê û xwişk pêşkêşî te kir û hêj nalîna te perda guhê min diqetîne?Ez dizanim ez tu me,tu ez im!Xweşikbûna te,evîna te bûye bela serê min.Dikim nakim nikarim te jibîr bikim.Di vê kela germa havînê de,piraniya kes û mirovan di nava aşopên buhar û zivîstanê de dijîn,lê ez di nava aşopên bûkaniya te de dijîm.Ji ber hêj tu nebûyî bûk û hêj cîran û derdor naxwazin te bi kirasê bûkaniyê bibînin..Dema tu bûyî ya xwe û ez bûm zava wê demê mar û dûpişk yê bê deng bibin,yê birevin.."
Bê deng bû,lê bi dehan bajarên ramanan di mejiyê wî de hatibûn avakirin.Her bajarek ji wan dibû navê awirekî tûj ku li ser nêrînên wî yê kûr dikirin feryad û qîrîn!Caran jî dengê dayîka wî ji nava wan bajaran bilind dibû û digot
"Dilbirînê min!kurê min,her diçe temenê te mezin dibe.Birayê te ji te piçûktire û bo xwe keçeke şîr helal anî,de ka tu jî çavê xwe bigerîne û keçeke şîr helal bo xwe bixwaze,da hêj ez nemirîm,min zarokên te bidîtane."
Dema ev peyvên dayîka wî di hişê wî de deng vedan,Dilbirîn bi ken got
"Axê,dayîka min dixwazê ez bibim malbat û ez dixwazim te azad bibînim.Heger tu ne azad bî,ma ez azad im?Raste min pir keçik dîtin,li dora min çûn û hatin û dixwestin ez bikevim davika peyvên evîna li ser singa te mayî sêwî!..Heger tu di bin lingê bazirganê axê de binalê û piyalên dagirtî derew li ser te bilind bibin û tu di nava qolincên tirsa mirinê de bikî hawar,evîna keçê ji çi re ye?Min ew keça bê ax,navê ku heroj bi kenê ser lêvên derewîn,min derbasî nava cîhaneke derew bike."
Hêj her du kulmê wî dagirtî ax bûn.Hêj şopa rondikan li ser dêmên wî diyar bûn.Ew wisa di nava cîhaneke axafitna evînê de,hêdî hêdî êvar sitûnê konê xwe li seranser bajêr vedida,pêlên bayê hênik bi ser Dilbirîn de dihat,xwe li bejina wî dipêça û rûyê wî yê bûyî qada derdan dialîst.Lê qet pêjina wan ramûsanan nedikir.Dilê wî,hestên wî û cane wî bi axê re bûbûn yek.Tenê ax didît,tenê pêjina jana axê dikir.Ji xwe,xwe jibîr kiribû ku li sere çiyakiye û ew demeke dirêje pişta xwe dayî wê dara temen dirêj.Careke din çavên wî bûn du kaniyên êşan û dêm di nava rondikan de man.Hinekî xwe nizim kir,kulmê xwe ji axê vala kir û her du destên xwe li ser axê bir û anî û got
"Tu ya minî,ez yê te me.Te xwe di dilê min de ava kir.Te hestên min kirine nava kûrahiya xwe.Ez di nava te de çûma despêka te,tu despêkî.Tu îroyî,tu sibeyî,tu nave minî.Ez te ji kesî re nakim yar ku te bikin may û bi ser xwe de bikin û bi te serxweş bibin û te berdin nava xwe.Tu evîna minî,pêşeroja minî…vexwe ji xwîna min,têr vexwe bila ez di dilê te de şîn bihêm…"
Bê rawestan destê wî li ser axê diçû û dihat,bê rawestan xwîna ji destê wî diherikî di nava axê de axê de diçû xwar da bigihê wê despêkê…xwîn diherikî û Dilbirîn hêdî hêdî bê şiyan dibû,bê hiş dibû û bi axê re dibû yek!
Dienstag, 12. Januar 2010
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen