Sonntag, 3. Januar 2010

Li Qamişloyê min veşêrin

Li Qamişloyê min veşêrin



Kurte çîrok







"Hevala Rojka,me pir rojên bagarpêçayî ku qet bawerî nebû felat bi me re bikene derbaskir û jiyanê em li ser xweşiya xwe dikirin bextewer û govendên me bi bedewbûna me re dibûn yek."
Ew çar rojbûn berf dibarî û hêj bi gulokan dihate xwar,çiya,newel,dar û giyanwerên vî çiyayî bejna xwe ji berfa penceşêr re tewandibûn.Berf bûbû her tişt,zagonên wê kûr kûr di nava sirûştê de çûbûn û jibilî wê rê nebûn,darên bejin bilind di nava wê de winda bûbûn.Wê digot ez her tiştim!Rojka û Zerdeşt jî di zîndana berfê de bûbûn du dîl.
"Hevalê Zerdeşt,em çawa ji koma xwe qutbûn?Em nû hatine vê deverê û tu riyan nas nakin.Erê tu rast dibêje,divê qet hêvî neyê kuştin,lê em zû xwe negihînin deverne bi ewle û xwe ji berfê neparêzin,yan yê belafirên Tirkan me şehîd kin,yan jî ev berf yê me bişewtîne."
"Ez bawerim hê em li ser xwene,hêza me heye,hindek nan bi me re maye,divê em lingê xwe sivik bikin û di nava berfê de nesekinin."
Meş û berf,berf û meş û riyeke ne diyar.Dimeşîn,bi demjimêran meşîn.Êvar jî gazî şevê dikir û şev!Şev û berf û awaza mirinê!Guv guva bayê dengê melodiya mirinê bilindtir dikir.Bayê dîlana xwe li ser zemînberfê digerand,rûyê wan dialîst û canê wan ber xeweke giran ve dibir.Rojka nema karî bi rêve biçe,bi gavên dawî ket,li ser berfa ku kêlî kêlî ber bi xwe ve dikşand dirêj bû.Zerdeşt ber ve hat,bi lez serê wê danî ser kemaxê xwe û got:
"Na,li ber xwe bide,hindik ma,ti nema,em gihan"
Rojka bi kenekî xatirxwestin di nav de heyî li Zerdeşt nerî û got:
"Dizanim tu dilê min xweş dike,diyare te jibîrkiriye ku tujî wek min vanderan nasnake.Lingê min nema ber bi min ve tên"
Zerdeşt benên pêlava wê vekirin,pêlav û gorên wê ji lingankirin,dema çavên wî bi lingê Rojka ket,çav raedîn,dixwest wê dîmenê veşerê lê hêsir bûne asteng,nema dizanî çi bike.Her du lingê Rojka reş bûbûn.Zerdeşt bi tefgereke sivik demeke dirêj lingên wê firikand.Lê ling reş bûbûn,giyan di wan de nemabû,baş dizanî divê her du ling zû bêne jêkirin,lê digot:
"Ezê çawa lingên wê jêkim,pê çi jêkim,çawa bikim,xwezî min ev kêlî nedîtibane,divê ez lez bikim."
Rojka da pişta xwe û ber hêviyekê ve meşî.Lê,wext derbas dibû,ne heyv û ne stêr..asîman jî radestî ewrên berfê bûbû.Jiyan bûbû dojeheke ji berfê!.....Zerdeşt dimeşî,gav sisit dibûn,dilopên xuhdanê ji hemû deverên canê wî diherikî.Rawestiye û got:
"Nalet li te were berfê,çima tu bê dilovanî,çima tu penceşêrî!?Bese,bese ev êrîşa te ya mirinhez!"
Rojka bi dengekek nizim gazî wî kir:
"Zerdeşt,hevalê Zerdeşt min deyîne,hêvî û tika dikim min deyîne"
Dema Zerdeşt ew danî,serê wê danî ser kemaxê xwe û got:
"Ev deh rojin em hatîn vê deverê,ev dever ji me re nûye,ma em ê di deh rojan de çi naskin û çi nasnekin?"
Rojka di xewn û aşopên bajar û kolanên Qamişlo de çûbû,zarokatiya wê,rojên xwendinê,bira û xwişkên wê,leyistikên li gel heval û zarokên ap û xaltîkên wê li ber çavan zindî dibûn.Demek wisa çavên wê girtî man.Dema çavê xwe vekir,got:
"Min pir bêriya Qamişlo kiriye,tu zanê niha keça birayê min Hêlîn bûye pola sê,niha temenê wê 9 sale,dema ez hatim çiyayên Kurdistanê temenê wê salek bû.Ger te dîtibane,yê yekser ketibane dilê te ew çend şîrîn bû.Berî 2 sala diya min jî mir û ez ji hembêza wê têr nebûm.Hevala xebera mirina wê anî,got diya te dibêje min pir bêriya wê kiriye.Wê demê ez girîm girîm girîm….min rahişt kulmek ax û ez bi axê re axifîm û min gote axê,ey axê te çend ciwan dûrî hembêza dayika wan kir û hê tuyê çendê din dûr bike…."
Zerdeşt:
"Min nizanîbû tu ji bajarê Qamişloyî,ez jî ji bajarê Dêrika rojava me û ev bû 12 sal min bajar û mirovên xwe nedîne.Lê,ez bawerim tuyê bajarê evînê bibîne û tuyê têr têr rûkê Hêlîna biçûk maç bike."
Rojka :
"Hevalê Zerdeşt,ez bi xwe dizanim,xwe mirinê hemû deverên min pêçaye û ev berf yê bibe kefnê min.Lê hêvî dikim min li vir nehêle,ger ez şehîd ketim bêje hevalan bila min bibim Qamişlo û li cem gora dayika min,min veşêrin.Ev daxwaza mine û min tiştek din nave."
Zerdeşt:
"Wisa nebêje,em ê bi hev re bin û em ê bi hev re hevalan bibînin."
Lê çavên Rojka diketin ser hev,her çendî Zerdeşt hewl dida wê şiyar bike,lê bê çare,xew her diçû giran dibû.Û berfa qet nedixwest raweste her dibarî û zemîna xwe xurtir dikir û Rojka jî xatir dixwest bi hêviya li ser axa Qamişlo bê veşartin.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen