Mittwoch, 6. Januar 2010

Peyvên birîndar

Peyvên birîndar



Demhat Dêrikî


1

Berî ez çavê xwe bi aşopên te yê kevokî bigrim
Peyvên te xew ji çavê min revand
Li ser wî dilê bi te re bûyî yek
Bi dehan kaniyên avşor kolan.
Ew ava şor ya ku ji peyvên te diherikî
Bi şeva dirêj û xemgîn re ser dilê min bajarekî ji kovanan avakir.
Ev rastiye …
Rastiya wê hezkirina ku dilekî melûl bi kakilê xwe yê pîroz geşkirî.
çi bêjim ya ku dîwarê evînê li dora min bilind kirî.
Te ez fêr kirim ku bi hezkirina nû bişkivî re vebim…
Min xwe kar kir
Bi bîna te re bibim yek li pey te wek zarokekî nû çav vekirî bibezim…
Lê peyvên te aşopên min kire şeveke babelîskên payîzî.

2



Hêşta zûye dergûşa dil ji wan peyvên xencerî re.
Jibîr bike wan peyvên bê hêvî
û di asoyên xerîbiyê de wan bavêje.
Pirtûka dilê te van peyvan naxwîne.
Axaftina çavê te van peyvan nabêje.
Na nabêjin ev hezkirin bê buhare .
Tu pêdizanê her dema ku ken ji lêvên te dibarê
Ez dibim şivanê wî kenî
Tu pê dizanê her şev çavê te li ser dilê min dinvin
û ew eşqa Cizîrî ya li ser rûkeniya te dîwarê mala min dike şewq
Tu pê dizanê her kêlî tu mêhvana mêza minî
Her kêlî jêdera pênûsa minî
Her kêlî xwendina pirtûkên minî
Lewra jibîr bike wan peyvan bila dem û temen biryarê bidê.
Li min bibûre gula xunav girtî ne bi destê mine
Evîna te textê xwe li ser dilê min vedaye.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen