LI BENDA DILOVANIYA TE ME
çend salin,çend salin
di wê dîtinê de
her xwe dişom,nimêj dikimtizbiyê not û neh lib bi navê te dihejmêrim?
Çend salin
Li benda tiliyên te me
Ku li ser canê min geriyana dilê te bikin?..
Ey perestgeha min!
Niha ji
Wek wan salan va ez li ber deriyê te me
Ka kêliyekê min bibîne û ji toza lingê xwe
Min di wan salên çûyî de ava bike.
Li benda te me
Ku tu perda reş biqetîne
Û hawara min
Di sermemikê xwe yê bûyî qada cenga de hembêz bike.
Ma tu dengê derî nakê
Ew dilê mine li pîrozgeha dilê te dixe.
De ka carek wê şerpa reş bin pê bike û hêviya min ya ku
Bibim parçek ji şevên te pêşwazî bike.
Derî veke
Ji pişt sînoran were der
Bila pora te ya şevnim
Li ber heneseyên min yê ku ji bo te
Şiyarin bide pêlên hezkirinê
Ma çavê te nabînin
Te ez kirime agirê tenûra xelkê
Bi vî agirê ku te pêxistî nanê çîroka min
Her êvar û sibe dikin benîşt di devê xwe de?
Ma qey guhê te nabihîzin
Te ez kirime xem
Û ji bilûra xemdaran diherikim?
Li benda dilovaniya te me
Ku avis bibe ji ewrên baranî
Û bi ser min de bibare ew dilopên jînê…
Va hêj li ber derîme
Destê min vekirîne
Ayetên perestgeha hezkirina te dixwînin.
Hey yara ji xelkê re kirîn yar!
Ji min re
Jankêşê,
Keser kûrê,
Birîn nalînê..!
Ezê hê çi bêjim?
Nisrînê,
Beybûnê,
Nêrgizê,
Gula
Di pêsîra xapînok davikan de bêhn dayê!
Şev û roj di vekirina dilê te de westiyan
Pêlav qurmîn,qetiyan nema xwe nû dikin li kolana te.
Keçê!
Te ez serxweş kirim
Serxweşin hêsirên min
Diherikin li ber dergehê te.
Hey keça bêdeng ya pişt heft dîwaran veşartî
Ji wê dema tiliyên te yê ji bêhna bula şevê
Pêşkêşî lêvên min kirî şerbeta xwe windakirinê
Di eşqa te de her roj dimrim
Û diherikim goristanan!
De were
Buhuşta bejn û bala xwe veke
Wan demên herî girtî ji nav mijangên xwe bavêje.
Wan lêvên ken veşartî ji bîra toz girtî azad ke.
Were
Wê awirvedana dilrevîn
Diyarî canê min bike
De ka bibe baran û bi ser min de bibare
Min şil bike bi dilovaniya xwe
Ji ber ku
Pêdivîdarê dilovaniya te me.
Sonntag, 3. Januar 2010
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen