Hezkuj
Demhat Dêrikî
1
Li wê dema ku ax bi buharê şadibû û çavê min bi te ketin
Ev dîmen li ser bejna te dihate dubarekirin
Careke din pişkivîn tovê hezkirinê
Careke din padîşaha evînê dilê min bi hezkirina xwe guvaşt…
Ev dîmen
Ev dîtin çend hêvî li pêşerojê siwar kirin
Ku dara dil kirasê kulilikan bi ser bejna xwe de bîne
çend cara hêvî dil kir destegul û pêşkêşî hezkirina te kir xanim.
çend cara dil ji singê derket li pey
Hêviyê
Hezkirinê
Evînê bû rêwiyekî riya dûr…
çend cara…çend cara hêsirên dilê min şopa lingê te şilkir
û di nava her şopekê de guleke hezkirinê dipişkivî…
Nizanim ew dîtin ew dîmen derew bûn…
Yan ez …ne ez bûm
çavê min payîz kiribû buhar.
2
Li wê dema ku min tu dîtî
û ax bi ramûsanên xunava gulan tîjkên rojê hembêz dikir
Dilê min ber bi te ve herikî
Stûnên konreş yê çend salan ku şîn vedabûn
Di nava min de dişkestin.
Êdî xudawendên xewnan dibûn mêhvanê şevên min
û ji her xewneke wan tu bi cilê bûkaniyê dihatî li ser wî dilê
Ku bo te bûyî text diraketî.
Erê ya ku di hişbuhara min de bûyî hêvî te di nava min de xwe avakir
û ez bûm demhejmêr min lez dida demê da ku avahiya hêviyê ava bikim.
3
Lê li min bibûre hezkirin li evîna geşpel digeriyam
Bûm girtiyê bê evînê.
Min nizanî hezkirin ne para wê ye
û evîn di ferhenga wê de qedexeye.
Min nizanî ew dilpayîze awirên wê gulan serjêdikin
Di çavê wê de davikên payîzî pelan zer dikin
Min nizanî kenê ku ji lêvên wê yê hingivîn dibare buhar kuje
Kulilikan diçilmisînê
çeman diçikîne…
Bese keça hezkuj çep û rast bi tîrên te yê dilreş
Hêviyên dilê xwe avadikin.
Ji ber ku tu nehezkirinî
û tu hezkirina dilê xwe bi şûrê ezeziyê ji bajarê evînê jêdike dikuje diavêje.
Li min bibûre min nizanî tu hezkujî.
û li warê te buhar şîn nayê şîn nayê…
Mittwoch, 6. Januar 2010
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen