Dienstag, 26. Januar 2010

STÊRKA QIBLEGEHA MIN

STÊRKA QIBLEGEHA MIN







Derî veke stêrka min!
Hemû deriyên dembûrî di pêşwazîkirina dilê min de bigre
Û bi wî kirasê rengsorî ku bêhna Qamişlokê jê tê
Min di eşqa welatê çavê xwe de hembêz bike.
Min hembêz bike…bi wî agirê bi hesreta hilweşîna çar dîwarin
Bi hesreta azadiya peyv û hevokan
Min di nava ramûsanên şeva xwe de bibe dilê xwe yê ji bêhna baranê.
Min bibe û li ser sermemikên xwe û di navbera lêvên xwe yê gulgulî de
Bike destanek ji dergehê vekirî re û bike navek ezelî di pirtûka evîna xwe de.
Bila wê demê dînatiya şevê bi navê me be
Dilopên baranê li kolanên şermê bi navê me be
Û bila em navek qedexebin di rojnameyên bê bextiyê de.

Derî veke stêrka qiblegeha min
Ez ê pirtûka ferhenga evînê diyarî berxika dilê te bikim
Ez ê hemû jêderêşan, jêderahînan, jêderderdên te
Û serpêhatiyên bê dengiya te di vê ferhengê de bikim peyvên gulgulî li ser dêmên te
Wê demê hemû peyvên awirên te yê di çavê min û te bibin dengvedana ŞÎRÎN!

De derî veke…
Ger te vekir
Ez ê xwe di kenê te de bişom
Ez ê xwe di nav û rêzehevokên te yê ji ferhenga dilê min avabikim
Û ez ê dilê te ji xwe re bikim nasnameya dilê xwe!..de derî veke, ma ne bese ji êşan re!?

Dienstag, 19. Januar 2010

Demhar Derikî - Koçera min

EZ HATIM!DERNEGE!..ŞEVBAŞ

EZ HATIM!DERNEGE!..ŞEVBAŞ





Diyarî bo Canê Omer: Dereng hatinan di dadgeha welatê nalînan de bike hatinên li welatê şahiyan!



Ez û şev û dengê dilopên baranê
Û dengvedana çirke çirka demjmêra çav li hatinê
Û qehwe û çixara nedixwest bi dawî bibe
Di nav raman û pêjinbendemana te û
Ber bi te ve,
Ber bi caniya te ve,
Ber bi peyvên te ve,
Ber bi kenê te ve,
Ber bi nalîn û keservedan û evîna te ya axê ve dimeşîn..
Ber bi te ve dimeşîn..li welatekî êşan,
Li welatekî ku serê serê zarokên xwe dixwê,
Li welatekî ku mirî şevbuhêrkîn xwe bi strana wey li minê
Û şevên xwe bi xweziyên em nezindîne derbasdikin..ber bi te ve dimeşîn.
Û dengê bilbilê evînaxê Mihemed Şêxo"hepis û zîndan kor û tarî.."
Di nav vê meşê de bilind dibû.
Erê Canê,
Çend demjmêr derbasbûn
Di navbera çar dîwarên ez dixwarim
Û çend dîmenên esmeran ji hev zan
Û bi çavgirî li agirê şewata jinên zincîrkirî temeşe dikirin
Û ber bi sêdara heyamên azadiyê ve diçûn!?..
Erê, qet nebêj hatim!Dernege!...
Ger tu hatî… zûhatin pişkivîna kulilkan li ser dêmên zarokane
Ger tu hatî… zûhatin mizgînevîne di çavê keçên winda de
Ger tu hatî…zûhatin eşqa axa min e…
Hatina te şahiya welatê min e!

Freitag, 15. Januar 2010

Esmerê

ESMERÊ



Demhat Dêrikî




Esmerê!
Ji wê dema aşopên min
Di navbera memikên te de
Welatê xwe yê şêvê û xewndina ayatên kirasê te yê sorî avakirî
Ez bûme penaber li paytextên êşan!
Ji wê dema lêvên te ez
Ji gor û tarîstanan şiyarkirîm
Û bi bêhna yasmîn û sorgulên xwe yê evîna canê
Birîm asîmanê evînê, jiyan li min bûye jimartina rondikên bê sînor!
Ez ê hêj çi bijêm û çi nebêjim esmerê!
Ji wê dema min tu naskirî ez bê kesim!
Ez û bê dengiya xwe bê dengin !
Ez û peyvên xwe koçberin!
Ez û navê xwe qedexne!
Ez qedexeme qedxeme li vî welatê qedexayan esmerê!
Ez ê hêj çi bêjim esmerê?
Qehbe bi kirasê jiyanê xwe dixemilînin û laşfiroş didin ber tiîlîliayn
Dizên rojê dibin qiblegeh û ala rûmetê bilind dikin
Evînfiroş li bazara evînê memikan difroşin û nasnameya evînê werdigrin…
Hhhhhhhh…ji xwe re binêr temeşe bike esmerê
Dîn û miriyên me yê Amûdê jî matmayî matmayî temeşe dikin!
Erêêêêêêêêêêêêêêêêêêêê Esmerê
Ez ê hêj çi bêjim û çi nebêjim…..lê tu qedexeyî!

Dienstag, 12. Januar 2010

VEGER

VEGER






û careke din piştî wê dûriya bager zagrosî
Careke din piştî wê tofana pêpelûk pêpelûk
di nava me de bi jor diket
û têlên derehî tixûbên parçekirinê li ser erdnîgeriya dilê me
zêdebûyîn
û peyvên xelkê dibûn peyvê veqetînê ser dika mêjkê me
yê bûyî zimanê mijdûmana windakirinê
emê ji nûve
û ji despêka wan awirên min
û te yê ku di hemû şevan de hev jibîr nedikirin
û bi xewn û aşopên dîtinê nedîtin difetisandin
Bi xunava wê lêvgulsora ya bendewar careke din avbidin.
Careke din erê careke din li ber wê gulê
yê çav biaxifin yê tola wan demên ne wek me
ji wê dîtina mîna lehengekî birçî ji cengê re
di wan sing û beran de rakin.
Aha va tu hatî
Tu li virî li ber wê gulêyîyî…
û dest dirêjî wê dîtinê dibin
Can di nava deryaya bê binî diçin hey diçin…
Tofaneke nû despê dike
Lê ne ew tofana berê ye
Bagereke din serî hildidê
Lê ne ew bagera zagrosê ye.
Erê can!
Piştî wê derketinê dilopên neveqtînê stêrên şeva me re dibin yek
û li ser canê me wek elmasan diçirisin.
Li vir li ber gula min û te evîna mina bi navê evîn
Tixubê veqetînê
Tixubê dûrîkirinê bi wê şevê radibin.
û niha li ser erdnîgariya te ya bê sînor qehwa
Kensibehên ji destê te yê ku pêjna evîna min jê tê vedixwim.
êdî destên te peyva rojbaşa mine
Destên te kêlî û gav û bîra mine.
Tu dibînî evîn hezkirina me di çavê hezkirinê de
Hezkirinê ava dike.
Erê can! Simbilê genim pelgên payîzê
dilopên baranê gulên buharê
Hezkirina me dibêjin.
Her du çavê te jî wisa kûr wisa dûr wisa fireh wisa şîrîn
Di çavê min de nimêja vê hezkirinê dikin.

Erê tê bîra te dema ez bûyîm parçek
û tu bûyî parçek û rondikên me wek dîna bi çolan diketin
Wek sêwiyan li xwe dixistin û bi hesreta xewê bûn.
Tê bîra te dema em dibûn benîştê devê nifiran
û li kolanên wî bajarê tirsonek navê daleqandina me digerandin
û wêneyên ramûsanên me bi peyvê şermê bingor dikirin.
Lê….!
Duh di îro de li ser destê me evîndarin…
û windakirina evîna ji pîtên te di wê şevê de
Ez dîtim û rêzên peyvên me bûne xwelî
û xweliyê bi ser peyvên wan de dibarînin.
Ez û tu mirinê dikujin
û bûne vejîndarê kulilikên hezkirinê belav dikin
û nameyên veşartî li vir û li wir diyar dikin.
Lê ew di poşmaniya poşmaniyê de
Di parçebûna parçetiyê de
Di bê wêrekiya bê baweriyê de
Wek xwe qurmiçî
Wek xwe tazî
Wek xwe belengaz
Li xwe dixin
Jibîr dibin
Winda dibin
Diçin dûr diçin
Bê nav
Bê war diçin.

Evîndarim

Evîndarim






Min di peyvên çavê te de xwe dît
Ew çavên zimanê vî dilî yê ku
Li ser tabloya xwe kirîm wêneyek ji evîneke sosrat!..
Aha di vê wêneyê de
Di têkçûna têkçûyî de
Di mirina zer de ku rûyê min dialîst..
Ji wê…ji wê nasname nenaskirî hejandim
Ji wê…ji wê toza mirinhez daweşandim
Ji wê…ji wê çepera bê bext vegerandîm
û bi destên te yê hunersaz welatekî dilveker diyarî vî dilî kirî…

Niha serxeşim bi kenê te
Serxweşim bi rondikên te
Serxweşim bi wan tiliyên ji gul û nisrînan
Serxweşim bi wan peyvên min di nava xwe de hildigrê û dilorîne.

Ey evîna ji evînê
Di lêvên te yên kenokî de ku miriyan ji goristanan vedigerîne dilê min şiyar dibe.
Di nav mijangên te yên serhildêr de
Hestên min dibin siwarê qada evîna te.
Lewre evîndarim evîndar
Bi navê te evîndarim.

Erê dilê!
Min di çavê te de xwe dît
û li ber deriyê wan çavên bê sînor bûme xwendekarê eşqa te.
Li wirim li ber wî derî
Dengê te vedxwim
Meşa te dixwînim
Bîna te li vir û li wir didim hev
û di kûrahiya kûrahiyê de vedişêrim.

Hoy gidî!
Min xem jibîr kiribûn xemên te bûn deriya.
Min jan jibîr kiribûn janê te bûn çiya.
Min ahîn jibîr kiribûn ahînên te bûn kanî…
Dilberê dilrevînê
Ez xwe ji nû ve diafirînim ji evîna çavê te.
Hilma te xwe bera nava min daye
û her kêlî di awirên te de evîndarim.
Tu bûyî qiblegeha min ez bûme evînperestekî jiyana te
Xwe di neynika evîna te de dibînim
Xwe di hemû demsalên te de dibînim
Jiber ku evîndarim evîndar bi navê te evîndarim.

Janên min

Janên min



Li wê şahiyê
Dema stêr bi pora te dileyîstin
û kirasê te yê tenik
Awir di nava xwe de serxweş dikirin
Beşrîna te
Heneseyên min
Di nava sînorê xwe de tevizand
Tu bûyî kaniya janên min!
Ji wê şevê
Ji wê şahiya te dilê min dizî…
Ji malzaroka wê dîtinê pir şev hatin
û ez û te
Di nava xwe de pêçan ta ku berbang em
Ji xewnên dînbûnê şiyar dikirin.
Li wir te xatir dixwest..
Min pala xwe dida hilma te ya şûnmayî
û heneseyên min careke din
Li ser şopa te dibûn pizot..dikelîn!..
Min dixwest birevim; neşêm!
Min dixwest jibîr bikim; derewe!
Her sirûdên dilopên xwehdana te
Li ser canê min dikirin qîrîn!..

Te çi anî serê min.
Derdê min pir kirin wek ava firad
Her şev te bi rondikan dişom.
Li dûrî te
Siwarim li keştiya mirinê
di deryaya xeman de rêwîme her şev bê te.
çima findên hezkirina me vedimrîne.
çima peyvên te yê şevhez lalin.
Min tu naskirî
Bîn kir
Maç kir
Hembêz kir..tu bûyî parçek ji min.
îro tu bexçika bîranên me bi sed girêkan girêdide.
Ez her şev wek vê şevê te dixwînim
û piyala jana bi ser xwe de dikim.
Bê te şev bê dengin!
Keser mêhvanên ezelîne..
Li mezela min şevbuhêrkê şînê digerînin
û her tu yî ew jan jana min!

XABÛR

XABÛR






Ev çem çemê colemêrgê ye
Dema ji feraşîn hildiavêje
Hemû kaniyan dadiqurtînê
Hemû çiya bêdeng dibin
Hemû gelî û newel piştxûz dibin.
Dema diherike,evîna dîrokê dbiêjê .
Dema dirêj dibê ,strana çaxan dibêjê .
Dema kûr dibê ,trajîdiya lehengekekî bêdawî dibêjê .





Ev çem çemê Mezra Botanê ye
Dema rok li zaxo çavê xwe vedike
Ev çem dilê vî bajarî ye.
Dema tîjik xabûr radimûsin
Jiyan li vî bajarî dipişkivê … .
li bilindahiyan awazên sirûştî
bi dengê xabûr re wêneyên evîndaran
nîgar dikin.










De bajo. .
Hino..hino bajo çemo
Li ber lêva te
Kenên veşartî li ser rûkê zarokan dileyizîn
De bajo xabûr hino..hino bajo
Ev bajar bi te şadibê ,bi te xemgîn dibê .
Şevên vî bajarî
Bi te melûl dibin
Bi te geş dibin
Bi te destpêdikin
Bi te xatir dixwazin…
De bajo çemo hino…hino bajo
Pir hêvî li ber te diçin
Pir hêvî..şîn dibin
Pir kilîlî li nava pêlên te noqbûn,bi ser ketin …
Li hêzil heneseyên xatirxwestinê gotin
Li şikeftên ava mezin
Çavê xwe girtin






Ev çem çemê evîndarane
Her pêleke xwe zimanê evînekê ye
Di her dilopeke wê de
Çîrokeke veşartî heye.
De ka bibêje çemê xabur
Pêlên te bûne şahidê çend maçên
Ku di fêrmêskên evîndaran de fetisîn?
Ka bibêje
Çend evîn hatin qubla te,nimêj kirin,dilê xwe vekirin?
Ji asîmanê delalê
Çend stêr rijiyan
Çend stêr vejiyan?
Ka bibêje, çima bêdengî..?



Çima digrî?
Çima dikenê ?
Ka bibêje çemo…
Tu yê hêsj bibê şahidê çend çîrokan...?
De bajo
Hino..hino hino bajo çemo.

FÊRÎ ZIMANÊ DILÊ MIN BIBE

FÊRÎ ZIMANÊ DILÊ MIN BIBE





Wan pûtên di malmêjka xwe de
Ku xwe bi reşqederê pêçane
Û bi qasî mirinê kêlî bi kêlî
Birînên bareşê li ser sing û berê te dikolin
Û mirinê diyarî te dikin helweşî ne.
Fermo
Berê xwe bide dibistana dilê min
Vî dergehî veke
Ger te vekir
Tê bibînê
Dilê min di çavê min de bi qasî jiyanê şîrîn
Li ber dilê te kenê evînê dike
Û bi pirbûna stêran
Awirên min ê heyvgeşî
Dirêjî qîrînên hestên te dibin.
Erê can
Ez dibînim
Stranên lêgerînê
Di robarên çavê te de
Li qiblenameya evînê digerin
Û pûtên nava te
Çiyayên qeşegirtî
Li ser heneseyên te pir dikin
Û destên xwîn girtî
Dirêjî sitûyê te dibin.
Na!
Guh nêde tiliyên te bin ax dikin
Û wan şînîgiriya li girtîxana çîrokên paşdemanê
Ku baxdêmên te talan dikin
Û xewnên te ji kêlên miriyan avadikin bihêle
Û di eşqa dilê min de
Ku gulsoran pêşkêşî te dike , hêlîna xwe çêbike.
Qet jibîr neke
Ezim ferhenga te
Û hemû peyvên min
Di germahiya laşê te de xwe dubare dikin.
Bawer bike,
Dilê min ne zimanê tal û şoriye ,
Dilê min ne zimanê mirin û şewatê ye ,
Dilê min ne zimanê xwekuştin û kefenê xatirxwestinê ye .
Na ,
Ev dil te bi pîtên jiyan hezê dike firişte
Û bi perwerdeya eşqê , te bi lêvkenî ji dayîk dike .
Were can
Te fêrî zimanê evînê bikim
Da ku tu fêr bibî
Bê çawa evîn tê avakirin.

BI NAVÊ TE EVÎNDARIM

BI NAVÊ TE EVÎNDARIM





Demhat Dêrikî










Berî navê te nas bikim û pîtên navê te bikim
Sirûda aramiya dilê xwe.
Berî ew çavên hingivîn payîza di nava min de bikuje!
Berî ew pora qehweyî li sre singa min bike dîlan
Û di nava tiliyên wê de bibim helbesteke şevê
Û berî ew canê sipî di şeva hevdîtinê de
Min di nava dilopên kirîstal de bibe buhuşta Hesen Sebah,
Ne min nasname bû,
Ne min war bû,
Ne jî navnîşan bû.
Temenê min di rûbarên firmêskan de her kêlî dixeniqî
Hestên min şivantiya keser û nalînan dikir
Û dilê min li çolbeyar,li nav ber û sitiriyan bûbû
Hebûneke ziwa.
Lê dema te dilê min di buhara xwe de vekir
Û qemûşkên lêvên min bi xunava lêvên te yê
Sorgulî hatin kewandin
Nema min jan naskirin
Nema min taya sar kişand
Nema min xewnên gor kolanê dîtin.
Lewre bi navê te bûm evîndar
Nisrînê gula evînê
Nisrînê navê jînê
Nisrînê hebûna vînê
Bi navê te evîndarim evîndar

Qehwa Eşqê

Qehwa Eşqê




Diyarî bo Îmad Derwêş dema eşq di fincana qehwê de diforê






Demhat Dêrikî










Dîsa li wir
Li ser textê şevê
Çavên te bi dilê te re bûne yek
û ramanên te ji hilma qehwê diforin,tevlî dûmana çixarê dibin.
Ho keko ev bûn çend fincan
Te diyarî xewnên wê eşqê kir?
Şevên te jî xwe jibîr kirine
Nema xwe nasdikin,her dever ji bêhna qehwê û ji bêhna esmerê diforê
Zimanê te her dibêje esmer
Hest û lêvên te ji hesreta dîtinê dikin feryad
Tiliyên te dilerzin..dikin gazî..
Li gerdena wê
Li wî canê şevrevîn
Digerin
yek dixwazin bi wê bedewbûnê re bibin
dirêj dibin henese
dirêj dibin dengê dilê te
dirêj dibin ramûsanên ser sêvtirşan
û bîrhatinên Qamişlo tevlî rûpeleke nû ji eşqa esmera Duhokî dibin
û şev hilma qehwê vedixwe
temen dirêj dibe
aşop li pey hev ji fincana bê xew dirêjî
ser dika şevên Duhokê dibin
û peyvên ji te hez dikim
tevlî hevokên romansiyeta qehwê dibin.
De vexwe têr vexwe qehwa ji destê evinê
Lê wan rondikên ji kolanên Qamişlokê ji çavên te diherikin jibîr neke
Û bi eşqa qehwa esmerê re vexwe,têr vexwe..

EVÎNEKE NEJBÎRKIRÎ

EVÎNEKE NEJBÎRKIRÎ





Nexeme tu li wî bajarî bi meya kenek ji xwe dûr
û dilê xwe bi rondikên hesreta şevek din ji rêzepeyvên min dişo.
Dizanim peyva" ez ne biçûkim",
Dizanim peyva"ez ne nû gihama" di şevên te de dubare dibin…
Lê dilê te
Hişê te
Hestên te di xweziya ew şev vegerin de xwe dixwe, bê tebate, bê arame…
û nalînên te yê hevdîtnan di mzela te ya biçûk de dengvedane.
Ka li pirtûkxane xwe binêr
Ka li pirtûkên pencerevekirî binêr û di hevokan de here wê despêkê
Ka li rûniştgeha xwe binêr
Ka li çaya xwe ya reng xwînkîfroşkî binêr…hemû bûne wêneyên evîna me.
Her wêneyek bûye nalîneke te
Her wêneyek bûye gaziyek ji maçên hezkirina me,
her wêneyek bûye starnên şevên me.


Nexeme tu bê dengî
Ew bê dengiya te di xewnên te de dengvedana dilê min e
Baş dizanim
Tu bi wan peyvên min
Pora xwe şeh dike
Rûkê xwe dişo û dubare di nava peyvên min de diçê welatê min ê gulgulî.
Tê bîra te dema lêvên te gazî lêvên min dikirin û memikên te di awirçavê min de nameyên agirînî dinvîsandin?..
Û dem derbas dibû…û ez li hêviya te
Tu li hêviya min da ku peyvên me hev hembêz bikin, bi hev şabibin.
Erê cana can,
Ne Qamişlo û ne Dêrik jibîr dibin û ne jî,
Evîna min û te jibîr dibe.

EVÎNA AXÊ

EVÎNA AXÊ






Çîrok



Demsal havîn bû,ax disincirî,ji germê erdê kirasê xwe diqetand.Qiral roj li gel artêşa tîjkan her der dîl girtibû.Ew çend bibû serdest,hilim ji axê radibû,kanî diçikiyan,pelên daran bê deng bûn.Zarokên rojê kakilê jiyanê guvaşt bûn û textê xwe li ser dilê jiyanê vedabûn.Bajar û kolanên bajêr li ber hêza germê sernizim bê çare mabûn.Çûn û hatin hatibû daleqandin.Piraniya kesan di malê xwe de serpêhatiyên buhar û zivistanê digotin.Lê marmarok û gumgumok,mar û giyanwerên germhez dîlana azadiyê li ser axê digerandin.
Li sere çiyakî li dora bajêr,li bin siya darekê,pal dabû.Lê hêj dilê wî bi lez lêdixist û dilopên xwehdanê ser rûçikê wî dihatin xwar.Piştî kêliyekê xwe rast kir,pişta xwe da darê û zîq zîq li dûr nihêrî.Di çavên wî de sed peyvên keser kûr dixwestin çîroka xwe bibêjin.Êdî ew ne ew bû,awirên wî ne ew awirên berê bûn.Bejina dirêj,pirça kin ku di nav de bi ava xeman çend mûyên sipî serî hildabûn û bûbûn zimanê birînên veşartî…Ew birhên sitûr û rûyê bi ken ji cîhana wî revîbûn û ala şînê li ser rêka wî hatibû hildan.Piştî lêvên wî lerizîn,rondikan xwe ji wan peyvên keser kûr yê ku di çavên wî de dikelîn,hatin xwar,destê xwe dirêjî axê kir,her du kulmê xwe dagirtin ax û bi dengekî bilind got
"Ka bêje min axê,bi xwîna çend lehengan te tîna xwe şikand?Bi xwîna çend lehengan te xwe vejand?Lê çima tu caran dikenî,caran digirî,caran dikelî?Çima tu caran dibî mere şeran,geh tê dizîn,geh tê firotin û geh xwediyê xwe bin ax dikî?Me çend mam,pismam û çend bav,bira,dê û xwişk pêşkêşî te kir û hêj nalîna te perda guhê min diqetîne?Ez dizanim ez tu me,tu ez im!Xweşikbûna te,evîna te bûye bela serê min.Dikim nakim nikarim te jibîr bikim.Di vê kela germa havînê de,piraniya kes û mirovan di nava aşopên buhar û zivîstanê de dijîn,lê ez di nava aşopên bûkaniya te de dijîm.Ji ber hêj tu nebûyî bûk û hêj cîran û derdor naxwazin te bi kirasê bûkaniyê bibînin..Dema tu bûyî ya xwe û ez bûm zava wê demê mar û dûpişk yê bê deng bibin,yê birevin.."
Bê deng bû,lê bi dehan bajarên ramanan di mejiyê wî de hatibûn avakirin.Her bajarek ji wan dibû navê awirekî tûj ku li ser nêrînên wî yê kûr dikirin feryad û qîrîn!Caran jî dengê dayîka wî ji nava wan bajaran bilind dibû û digot
"Dilbirînê min!kurê min,her diçe temenê te mezin dibe.Birayê te ji te piçûktire û bo xwe keçeke şîr helal anî,de ka tu jî çavê xwe bigerîne û keçeke şîr helal bo xwe bixwaze,da hêj ez nemirîm,min zarokên te bidîtane."
Dema ev peyvên dayîka wî di hişê wî de deng vedan,Dilbirîn bi ken got
"Axê,dayîka min dixwazê ez bibim malbat û ez dixwazim te azad bibînim.Heger tu ne azad bî,ma ez azad im?Raste min pir keçik dîtin,li dora min çûn û hatin û dixwestin ez bikevim davika peyvên evîna li ser singa te mayî sêwî!..Heger tu di bin lingê bazirganê axê de binalê û piyalên dagirtî derew li ser te bilind bibin û tu di nava qolincên tirsa mirinê de bikî hawar,evîna keçê ji çi re ye?Min ew keça bê ax,navê ku heroj bi kenê ser lêvên derewîn,min derbasî nava cîhaneke derew bike."
Hêj her du kulmê wî dagirtî ax bûn.Hêj şopa rondikan li ser dêmên wî diyar bûn.Ew wisa di nava cîhaneke axafitna evînê de,hêdî hêdî êvar sitûnê konê xwe li seranser bajêr vedida,pêlên bayê hênik bi ser Dilbirîn de dihat,xwe li bejina wî dipêça û rûyê wî yê bûyî qada derdan dialîst.Lê qet pêjina wan ramûsanan nedikir.Dilê wî,hestên wî û cane wî bi axê re bûbûn yek.Tenê ax didît,tenê pêjina jana axê dikir.Ji xwe,xwe jibîr kiribû ku li sere çiyakiye û ew demeke dirêje pişta xwe dayî wê dara temen dirêj.Careke din çavên wî bûn du kaniyên êşan û dêm di nava rondikan de man.Hinekî xwe nizim kir,kulmê xwe ji axê vala kir û her du destên xwe li ser axê bir û anî û got
"Tu ya minî,ez yê te me.Te xwe di dilê min de ava kir.Te hestên min kirine nava kûrahiya xwe.Ez di nava te de çûma despêka te,tu despêkî.Tu îroyî,tu sibeyî,tu nave minî.Ez te ji kesî re nakim yar ku te bikin may û bi ser xwe de bikin û bi te serxweş bibin û te berdin nava xwe.Tu evîna minî,pêşeroja minî…vexwe ji xwîna min,têr vexwe bila ez di dilê te de şîn bihêm…"
Bê rawestan destê wî li ser axê diçû û dihat,bê rawestan xwîna ji destê wî diherikî di nava axê de axê de diçû xwar da bigihê wê despêkê…xwîn diherikî û Dilbirîn hêdî hêdî bê şiyan dibû,bê hiş dibû û bi axê re dibû yek!

Mittwoch, 6. Januar 2010

SALEKE NÛ Û BERDEWAMIYA JIYANÊ

SALEKE NÛ Û BERDEWAMIYA JIYANÊ

Demhat Dêrikî




Em derbasî saleke nû bûn,ev sala nû li pir welatê cîhanê bi coşeke bilind hate pêşwazîkirin û li hindek welatan jî bi girtin, bi rondik, bi xemgînî sala nû pêşwazîkirin. Yek ji van welatan Kurdistan bû.. Bê goman me salek din ji salên derbasbûyî li pey xwe hişt, di vê sala derbasbûyî de , wek gelek salan; bi xwîn, bi kuştin û bi binpêkirina mafê miletê kurd derbas bû. Li gor hindekan di sala çûyî de pir qonax vebûn û li gor hindekan jî, her qonax qonaxa berê bû. Li gor min jî, her siyaseta înkar, tunekirin, pişaftin û zîndankirin û sêdardekirin ji aliyê neyarên kurdan ve berdewam bû. Lê miletê kurd jî bi serbilindî xwe parast û di doza mafê xwe de bi israr bû… Û pêngavek giring jî ku di dîroka kurdên rojava de hatî avêtin rojiya birçûbûnê bû li zîndana Edera.

Lê jiyan berdewame, jiyan her di nava xweguhartinê de ye, di her gav û her kêliyê de nûbûn heye, bi sedan şan xwe nû dikin, bi sedan dimrin û di nava vê mirinê de bi sedan şanên nû serî hildidin.Lê em wek kurd di jiyana xwe de çend şanên jiyanê zindî dikin û çendan dikujin? Dibe ku em şanên hebûnê û jiyanê tenê bi can ve girêbidin, lê şanên siyasta netewî, ya parçîtî, ya derûnî, ya aborî, ya diplomasî heye. Mirin tenê cane!?Jibo vê jiyanê û berdewamiya jiyanê dixwazim çend pirsan bikim û bersiva van pirsan ji kesên xwe berpirsên jiyana kudran re dibînin dihêlim. Em derbasî salek nû bûn, gelo di vê sla nû de me heta çi astê ezmûn ji sala borî derxist? Di vê sala nû de yê çend girtin û çend kuştin rûbidin û em dikarin van bûyeran kêm bikin yan na? Di sala nû de li rojavayê kurdistanê ku em nikarin navê partiyan jiber bikin gelo yê ev partî karibin nakokiyên xwe û berjewendiyên kesokî kêm bikin û xwe nêzîkî hev bikin û bi rêk û pêk û bi azadî doza mafê kurdên rojava bikin? Gelo yê di sala nû de çend jin agir berdin bedana xwe û yê çend ciwan di çanda biyaniyan de bêne helandin û yê bibin qurbana evîneke derewîn û yê çend keçkanî di bin navê evînê de bêne bin gorkirin? Di sala nû de yê çend ciwan bi çanda kurdî bigihin evîneke azad û yê çend cara xwe di ava bajar û bajarokên xwe de bişon û xwe biparêzin? Gelo li başûrê Kurdistanê di vê sala nû de ku îro başûrê kurdsitanê bi dewelmendiya xwe tê naskirin yê çend rê bên çêkirin û yê pirsgiêka elektirîkê bê çareserkirin û yê çûna xortan jibo welatê ji derve kêm bibe û yê mûçeyên pêşmergan zêde bibe yan jî yê kengî her du partiyên mezin di hemû waran de bibin yek? Gelo li bakurê kurdistanê di vê sala nû de partiyên kurdan yê dubare bêne girtin û rêpîvanên partiyên eşkere pêk bînin, yan her wek berê yê xwe endamê pkkê bibînin û çeka hêncetên girtina partiyan bikin destê dewleta Tirk? Belê, jiyan berdewame, lê jiyanek çawa, jiyanek bi çi rengî? Jiyan xweşe, lê hindek kes hene dijîn û ew bi xwe mirîne! Lê dîsa jiyan xweşe, lê xweşbûna jiyanê di kû de ye? Îro gelek ji me dijîn, lê mixabin em korin! Kerin! Lalin û wek sofiyan tizbiyê me di destê me deye û her destê xwe ber bi çarenûsê ve bilind dikin da roja me derbas bibe ax here neçê nexema me ye. Jiyan ji xwe berdewame lê ger ez nava vê jiyanê bi pîtên zêrîn neqiş nekim ew jiyan ji çi reye!?..Hêvîdarim sala nû bibe sala miletê kurd û navê vî miletê ku bi sed salane jibo mafê xwe li berxwedidê di dilê jiyanê de bi ala azadiyê bê bilindkirin.

Hezkuj

Hezkuj


Demhat Dêrikî



1

Li wê dema ku ax bi buharê şadibû û çavê min bi te ketin
Ev dîmen li ser bejna te dihate dubarekirin
Careke din pişkivîn tovê hezkirinê
Careke din padîşaha evînê dilê min bi hezkirina xwe guvaşt…
Ev dîmen
Ev dîtin çend hêvî li pêşerojê siwar kirin
Ku dara dil kirasê kulilikan bi ser bejna xwe de bîne
çend cara hêvî dil kir destegul û pêşkêşî hezkirina te kir xanim.
çend cara dil ji singê derket li pey
Hêviyê
Hezkirinê
Evînê bû rêwiyekî riya dûr…
çend cara…çend cara hêsirên dilê min şopa lingê te şilkir
û di nava her şopekê de guleke hezkirinê dipişkivî…
Nizanim ew dîtin ew dîmen derew bûn…
Yan ez …ne ez bûm
çavê min payîz kiribû buhar.

2

Li wê dema ku min tu dîtî
û ax bi ramûsanên xunava gulan tîjkên rojê hembêz dikir
Dilê min ber bi te ve herikî
Stûnên konreş yê çend salan ku şîn vedabûn
Di nava min de dişkestin.
Êdî xudawendên xewnan dibûn mêhvanê şevên min
û ji her xewneke wan tu bi cilê bûkaniyê dihatî li ser wî dilê
Ku bo te bûyî text diraketî.
Erê ya ku di hişbuhara min de bûyî hêvî te di nava min de xwe avakir
û ez bûm demhejmêr min lez dida demê da ku avahiya hêviyê ava bikim.

3

Lê li min bibûre hezkirin li evîna geşpel digeriyam
Bûm girtiyê bê evînê.
Min nizanî hezkirin ne para wê ye
û evîn di ferhenga wê de qedexeye.
Min nizanî ew dilpayîze awirên wê gulan serjêdikin
Di çavê wê de davikên payîzî pelan zer dikin
Min nizanî kenê ku ji lêvên wê yê hingivîn dibare buhar kuje
Kulilikan diçilmisînê
çeman diçikîne…
Bese keça hezkuj çep û rast bi tîrên te yê dilreş
Hêviyên dilê xwe avadikin.
Ji ber ku tu nehezkirinî
û tu hezkirina dilê xwe bi şûrê ezeziyê ji bajarê evînê jêdike dikuje diavêje.
Li min bibûre min nizanî tu hezkujî.
û li warê te buhar şîn nayê şîn nayê…

Peyvên birîndar

Peyvên birîndar



Demhat Dêrikî


1

Berî ez çavê xwe bi aşopên te yê kevokî bigrim
Peyvên te xew ji çavê min revand
Li ser wî dilê bi te re bûyî yek
Bi dehan kaniyên avşor kolan.
Ew ava şor ya ku ji peyvên te diherikî
Bi şeva dirêj û xemgîn re ser dilê min bajarekî ji kovanan avakir.
Ev rastiye …
Rastiya wê hezkirina ku dilekî melûl bi kakilê xwe yê pîroz geşkirî.
çi bêjim ya ku dîwarê evînê li dora min bilind kirî.
Te ez fêr kirim ku bi hezkirina nû bişkivî re vebim…
Min xwe kar kir
Bi bîna te re bibim yek li pey te wek zarokekî nû çav vekirî bibezim…
Lê peyvên te aşopên min kire şeveke babelîskên payîzî.

2



Hêşta zûye dergûşa dil ji wan peyvên xencerî re.
Jibîr bike wan peyvên bê hêvî
û di asoyên xerîbiyê de wan bavêje.
Pirtûka dilê te van peyvan naxwîne.
Axaftina çavê te van peyvan nabêje.
Na nabêjin ev hezkirin bê buhare .
Tu pêdizanê her dema ku ken ji lêvên te dibarê
Ez dibim şivanê wî kenî
Tu pê dizanê her şev çavê te li ser dilê min dinvin
û ew eşqa Cizîrî ya li ser rûkeniya te dîwarê mala min dike şewq
Tu pê dizanê her kêlî tu mêhvana mêza minî
Her kêlî jêdera pênûsa minî
Her kêlî xwendina pirtûkên minî
Lewra jibîr bike wan peyvan bila dem û temen biryarê bidê.
Li min bibûre gula xunav girtî ne bi destê mine
Evîna te textê xwe li ser dilê min vedaye.

Demhat dêrikî- Koçera min

Sonntag, 3. Januar 2010

ji AXÊ RE

ji AXÊ RE








Diyarî bo: Wê keça li welatê xerîbiyê ku hesreta axê di nava wê de
bûye jidayîkbûna êşan û xewnên wê bûne evîna axê.


Axê!
Ji wê dema min got va diçim ha ji te dilê min
di dilê xwe de hilgire û jibîr neke
bi buharên Qamişlo, Tirebespiyê û Dêrikê di hembêza xwe de bihejîne
bila ew dil di nava bêhna te de, li ber kulilkên te
guhdarî çîroka pêlên ava mezin û çemê ceqceq bike
bila qet şewta zarokên amûdê û sirûda giriyên dayikan jibîr neke…
li vî welatî
li kolanên vî bajarî
xweziyên min di çepera keseran de
dengvedana axînan temen dirêj dikin…
di hembêza min de bareş û
evînên kefenpêç nameyên mirinê diyarî rondikên min dikin.
Axê!
Min bêriya te kiriye…
Bêriya wan demên te kirye
Bêriya ramûsan û kêferta te û tîjkên rojê kiriye
Bêriya evîna te û dilopên baranê kiriye
Bêriya eşqa li ser singa te kiriye…
Erê axê her kêlî di navbera reşçaranûsan de û
Pişta min li dîwarên qerisî
Hemû malikên hişê min
Serpêhatiyên bedewbûna te ji taya min a zer re dibêjin.
Axê, ka wan rojan, wan demsalên xwe
Careke din di dilê min de şîn bike
Min pêşwazî bike û hemû ken û yariyên evîna min vegerîne.
Û min û heserta dîtina te di stêrkên şevên xwe de bibe wan demboriyan.
Ji te hezdikim axê!..

STÊRKA ŞEVA MIN


STÊRKA ŞEVA MIN










Çend dem û bendemanî û çend salên bi şîngirî
Pêçayî li benda vê şevê mam da ku dilê te di dilê min de
Bibe stêrkeke geş û
Pencereyên bajarê evîna min veke?
Çend hêvî di rawestgeha eşqê de xwe nû kirin
Û çend gor û vejîn di giyana min de pêşbazî kirin
Û çend şev bûn lehî rondik ber bi te ve herikîn da ku tu bibêjê
Ji te HEZDIKIM!..
Erê canê!
Berî dilê te dergehê dilê min veke
Di êvarên êşê de min çîrokên gunehan
Ji bê dengiya xwe re digot.
Hemû zimanê xwînê û reşgirêdanê
Di nava min de xwepêşandana taya zer dikirin.
Şev ew bûn,
Şev ya wan bû,
Ew kiralê şevê bûn…

Lê…dema te got şevbaş…
Vedana şewqa te di şanên can de
Darbest, mirî û xwepêşandana êşê
Di ronahiya xwe de radest girt.
Find,
Çira zêdebûn…Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Dêrik
Di nava min de xwe bi cilê bûkaniyê xemilandin.
Êdî şev şeva te bû
Tu stêrka şeva min bûyî û
Di nava şeva te de min xwe ji hemû gunehan dişoşt
Û dilê min di ferhenga peyvên te de hênik dibû
Û li paytexta stêrka te
Dibûm MIRÎDÊ ŞEVA TE.

Dengvedana Qamişlo

Dengvedana Qamişlo








Çend qonax li ber dergehê te piştxûz bûn?
Çend temen di evînperestgeha te de kirasê reş li xwe kirin
Û qamçiyên leşkrên reş, çend sêdar li ser singa te vedan?
Erê çend gor di giyana te de kolan
Û milê te çend darbest hilgirtin…û
Ji rondikên çavê te çend peyvên qehbe felek herkîn kolanên te?
Keçên Qamişlo bi reşgirêdanê xweliya te bi serê xwe de dikin.
Dûmana çixara pîremêrên Dêrikê li a
Asmanê te bextreşiya bêdengiyê nîgar
Dike.
Zeytûnên kurmgirtî yê çiyayê kurmênc di nava te de li xwe dixin.
Konên reş di rondikên dayikan de hatine
vedan
di rûmelûliya ciwanekî de piyalên bêdengiyê vedixwarin.
Stêrkên agirê amûdê li bêdengiya bêdengiyê dikirin feryad li mirinhezê temeşe dikirin û dizên çavê belek
Di nava pora te de serxweş serxweş dibûn gerok.
Dirêj dibûn destên wan
Lêvên te di nava lêvên xwe de dikirin deşteke beyar,canê te dikolan dikolan,ziwa dikirin.
Erê Qamişloka xwînê û kûrbirînê
Jan ji janê avis dibû
Keseran xwe dikir şikeft..kûr dibûn …hestên te dixwarin.
Ahîna tu di nava didanê xwe de dicûtî
Û giriyê ji giriyê dibû lehî,dibû tofan
Tu di nava xwe de dixeniqandî Qamişlo!..
Lê, bajarê xwînê
Derengmayîna te bû bedewbûna bejin û
Bala te.
Zarokên te hawar gihandin her du çeman
Vexwarin ayetên Avesta,xwe şûştin bi
Ava adarê.
Aha li vir,
Qolincên vejînê,qolincên dengvedana dengê derengmayî

Reşgirêdana peyvê birî.
Wê demê deng bilind bû,
Dîwarên dilên zîndan kirî herifîn,ber bi
Asoyê vekirî ve firdan.
Xeleken zincîra tirsê bi tiliyên te şikestin
Êdî kefen diçiriyan ,mirî zindî dibûn, çîroka vejîn bêhina gulsoran belav dikirin. Çend xweşe ev bejin Qamişilo, çend bedewên zeriyên te bi navê te xwe dixemilînin, çend şîrîne kenê zarokên te, di hemêz te de xewa xewnên te dikin, eha bi vî rengî, eha bi vî dengî em ji te hez dikin Qamişilo, em ji te hez dikin bajarê evînê

Çîrok : KAJÎN

Çîrok : KAJÎN



Dema çavên min pê diket bi dehan raman dibûne siwarên hespan û li ser qada mêjiyê min pêşbazî dikirin. Lê pevçûn hebûn, ne wek hevî di navbera wan de hebû. Ramana digiha dawî û benê serkeftinê diqetand jî,
ne diwêrî bibêje ez bi serketim. Lewra dilerizî! tirsek hebû! Tirsek kembax û ne diyar ew dîl dikir. Nizanim, min ew didît û dilê min serxweş dibû, li kûye, çi dike, çi dixwaze, di nava çend tofan û bageran de ye, wê çi biriyarê bide?. Di wê dîtinê de dilê min çep û rast winda dikir, her tişt_ ji bîr dikir, ne çiya, ne _şer, ne ax, ne welat, ne seqem…tenê ew, tenê bejina bilind ya li hev hatî, pora dirêj, çavên reş û rûkê wê yê esmerî li gel kenê wê yê narîn li ser dilê min bûbû kelha Dimdimê. Her ku min didît, dilê min pêre dibû yek, ew dipêça. Wê demê, min dixwest bibim erd û asîman jêre, min dixwest bibim senfoniya pora wê ya li ber ba dikir dîlan, min dixwest hemû peyv, awir û nêzîkbûnên diçin ser bejina wê, bi destê xwe yê lerzok bixeniqînim, da tenê ez li ser bejina wê hebim. Ev çi bû?, çi hatibû serê min?. di jiyana min de ew cara yekê bû dilê min ji sîngê derdikeve û dide ser şopek, erê, an na?. lê min dkir ne dikir, zimanê min di axaftinê de şoreş pêk ne dîna". Min dixwest ez dilê xwe li ber vala bikim û ew hemû rengên fêkî ji sifira dilê min bixwe!. Ta rojekê hate gotin wê koma me çalakiyeke leşkerî li hemberî hêzeke tirkan li dar bixe, lê kengî, çawa, li kû?, kesekî ji me ne dizanî. Wê demê min jî pişta xwe dabû dareke berûya û tenê dûmana cigarê di nava tiliyên min de dibû Kajîn û cegera min di_dişewitand. Giyan û ramanê min kûr, kûr çû
bûn. Lê bi dengekî nazik ku qet min bawer ne dikir veciniqîm: "heval Jêhat, heval Jêhat". Ez şaş mam, dest û lingê min li hev hatin girêdan, hişê min rawestiya, dilê min ji dengê dahola mitirban bilindtir bûbû. Ez
nizanim çawa zimanê min geriya û got:
- fermo heval Kajîn.
- Gemiya te di kîjan deryayê de noq bûye, heval?. Wisa, biste, wisa rûken, hat li cem min rûnişt, te digot ev deh salin min nas dike. Lê
ez çi bêjim?, ez bêjim gemiya xewnên te diajonim, an derawan bikim?.
- hevala Kajîn, ev demeke bihar bûye şoreşek û zagonên xwe li her
deverê belav dike, bêhna siruştê xweş bûye, berfa penceşêr, hêdî
hêdî dihele.
- Ê, çî dî?.
- Hema wesa, ez û ev guhertin bi hev re ketibûn nava cengê û min
dixwest, wê nas bikim.
- Ma qet tu û çalakiya biharê re nebûyî yek?.
- Çawa, amedeme.
- Ez jî amedeme.
- Na, bavo!.
- Çima tu wesa matmayî mayî.
- Ev pênc heyvin tu hatiyî.
- Bila demeke dî here, paşê.
- Na madem xwe amede dibînim, tu pirsigrêk nîne.
- Lê _şer; ezmûne, naskirina zagon û
rêbaza _şere, naskirina serkeftinê ye.
- Dema ez li rojavayê kurdistanê bûm, ez bawerim min şer di warê tewrî
de, pir xwend, lê hîna kême, ez gihame wê encamê ku ya rast ewe ku mirov şer, di şer de nas bike.
- Hevala Kajîn, ew biryara te ye. Lê tu ji rojavayî kurdistanê bûy?.
- Raste, min zanko li sala dawî hêla, min beşê endaziyarî dixwend. Lê
ez gihame wê encamê ku welatekî bindeste, civakek ji êşa bindestiyê
dinale û ev nalîn hemû giyan û hestên min dagîrkir bû û min zanî
azadiya vê axê û ya min yek parçeye. Her çende ne bi dilê malbata min jî bû, lê min berê xwe da çiyayê Kurdistanê… Kajîn di nava axafitnê de kûr cû bû, lê dil, hest, giyan û aşopên min di nava lêvên wê de hêlîna xwe av dikirin, ez di nava pora wê de radiketim û destên min dirêjî hemû cane
wê dibû û min dikir qîr, naaa.. tu naçê, tu tevlî çalakiyê nabe. Ez naxwazim tu ji
destên min biçe. Na, na, naaa, neçe!..bidengê Kajîn, ez zîvirîm pêşberî wê:
- hevalê Jêhat, hevalê Jêhat.
- Ha, çi?.
- Du, sê caran gazî te dikim, tu çûy kû.
- Bibûre.
Kajîn rabû û çû. Demê bi werîsê xwe êvar dikişand. Min ne dixwest bibe _şev.
Nizainim, min pir ji stêrk û heyvê hez dikir, lê wê demê min qet ne dixwest, stêr û heyv derkevin. Ji nişka ve, navê min hate gotin,
em komek heval kom bûn û Kajîn di nava wan de. Kajîn pir bi şahî bû, yarî li gel hemiyan dikir û dilê min di nava agirê wê de dirhem, dirhem dişewitî. Em ketin rê, nêzîkî çar demjimêran em meşîn. Bayekî hînik
dihat û canê me dialîst. Ew stêrên bûbûne dijminê min, li asîman çavê xwe vekirbûn.
Em dimeşin, lê her aşopên min li cem Kajînê bûn. Min dixwest ez bi destê wê bigirm û wê di nava dilê xwe de veşêrim, ta ev şev bi dawî bihê. Lê ji nişkave her dever bû dojeh!. Dengê çekên cur bi cur, siruşt dîl
girtin. Êdî nema çav çav didîtin. Wê demê tenê Kajîn hate bîra min. bilez ji pişt kevirî derketim, demekê li ser dest û çûkên xwe li Kajîn geriyam, piştî demekê ji geriyanê, nale nalek hate guhê min, bilez ber bi wî dengî
ve çûm, dema gihame wir, çi bibînim, Kajîn serpişt ketibû, bê ku pirsekî jê bikim, min da pişta xwe û di nava guleyên dijmin de meşîm ta dûrî cihê şer ketim, wê demê
Kajîn got:
- min deyine.
- Na.
- Heval Jêhat, min deyine, birîna min kûre. Piştî ez gihame devereke bi ewle, min destê xwe li ser canê wê gerand ka ji kûdera xwe birîndar bûye. Lê xwezî min ne dîtiba, gule li çîçika wê ya rastê ketibû û xwîn weku avê
jê diherikî. Wê demê hemû canê min lerizî. şer, vîn, biriyar û ezmûna şer hate ji bîr kirin û rondikên min tevlilî xwîna Kajîn bûn.
Dema Kajîn ev dîmen dît, destê xwe dirêjî
rûyê min kir û rondikên min paqij kirin û got:
- negirî, heval, ne giri heval, rondikên te kêliyên jiyana min
kêmtir dikin. Ez dizanim ez ji bo teçime, hêj ji roja destpêka ez hatî,
min awirên te nasîn. Bawerke ew awir bûne bexçeke ji gulan li ser dilê
min û min dixwest ez vê bibêjim. Dema ez hatim li nik te rûniştîm jî,
wan awirên te gazî min dikir, lê axê, çiyan, welat û şer jî gazî min dikirin. Pir caran min dixwest te hemêz bikim, min dixwest tu ji min re
bibêjî, ji te hezdikm, tu evîna minî. Lê welatê bê azadî, welatê bindest
dibû berbend û ez dirawestandim..
- hêvî dikim bese, bes biaxife hevala Kajîn, xwîn diherike.
- Ev rastiye.
- Raste, lê bihêle ez te bighînim
bijşîkên me.
Lê Kajîn bêdeng bû, hinaseyên dawî li nava min kire bîra êşê. Min ew hemêzkir û qîra min ya bi navê Kajîn bû sed riyên derd û nalînan di nava jiyana min de.

ÇÎROK: PÎRA FATÊ

ÇÎROK: PÎRA FATÊ





Meha avdarê bû,lê mirov digot qey keça rojê tebax bûye serdestê sirûştê,ew çend hilim ji erdê radibû.Genim û ceh hêdî hêdî dişewitî û erda di nav hêviya barîna baranê de dikir feryad,zikê wê dişeqitî û her dikir nale nal!
Dayîka ku barê jiyanê hilgirtibû ser pişta xwe,weke heroj berê xwe da ser erda ku ew di nav rondikên hawar û gaziyê de noq dikir!..piştî dayîka Fatê bi gavên kûsî giha ser erd,li nava erda hêviyên pêşeroja jiyanê de rûnişt,çawa dayîka Fatê li ser qîrînên dayîka mezin rûnişt,destê xwe vekir,serê xwe ber bi asîman ve hilda û got(waa xudanê gerdûn,ez pîra Fatê me,te ez nas kirim?Na na tu min nasdikî,ma çawa tu min nasnakî?),dema ew diaxifî,dayîka mezin dikir nale nal,lê pîra Fatê ew di nava axiftina xwe de şiyar dikir(…jinê hişbe jinê!Mal xirabê ev hezarê salane tu dikî qîrîn û hawar,de hema piçekê bêhnvedanê bide.Mane ez derdê xwe û te tînim ziman…belê belê tu min nasdikî.Ma çima tu min û dayîka min bê jiyan dihêle!?)
Lê asîman bê deng bû,tav dijwartir dibû!Nalînên erdê ber(mirinê)ve diçû,bilintir dibû!Li hember vê dîmenê pîra Fatê matmayî ma,mirûzê wê zer bû.Careke din got(nexwe wisa?De bila wisa be)û cila li ber pêsîra xwe kire parçe parçe.Her du memikên weke erda bê av,bûne du memikên serhildayî.Pîra Fatê bi her du memikên xwe girt,bi erdê ve bir û anî û digot(de vewxe,devexwe,têr vexwe)her du memik ji xwînê sor bûn,lê her pîra Fatê digot(de vexwe,têr vexwe,ez keça te me,ezê bi her du kaniyên xwe te şîn bikim).Xwîn diherikî,rûyê dayîkê vedibû,dayîka mezin dikenî…û her xwîn diherikî…û pîra Fatê di nava girî û xwînê de xatir xwest û çû…çûnek bê dawî…û dayê jî,dikenî,zikê wê digeha hev,bêhin jê diforî ew bêhna jiyanê!..

NAMEYEK QEDEXEKIRÎ

NAMEYEK QEDEXEKIRÎ








Li min bibore canê ger li ber dîwerekê bê deng
Bi tenê,sêwî,bê çare rondikên lewaziyê
Dêmên min dikolin û her kolanek dibe cokeke ji herkandina
Ava derdêşan!
Ma ezê çi bikim canê?
Hezkirina ez li bendê di navbera didanên rizî û bêhn pêketî de
Tê parçekirin û her parçek strana xwezî bi dih distrînê.
Ramûsanên ez li bendê di navbera lêvên qermiçî û kal de dike hawar.
Memikên ku bi salan aşopên min li ser avabûyîn
Di destê biyan awiran de tê guvaştin
Û nalînên wê ez kirime mûmeke helyayî.
Ka,
Me soz dabû piştî şiyarbûna ji xewa sedê salan
Pora te bibe geşbûna gulên biharê,
Bejina te bibe sirûşta feraşîn,
Meşa te bibe xweşiya pêşerojê
Û ez li serê agirî bi denegek gur bêjim ev e evîna min!
Lê va ez qedexeme,
Navê te li min qedexeye,
Kenê te li min qedexeye,
Peyvên min li te qedexeye,
Tu li min qedexeyî.
Hooo yara ez bi zindî kirîm gorê,
Te ez kirim pir
Û tu bûyî keça hezkirî di destê derwan de,
Tu bûyî qehebek li meyxanên ku her kêlî destanên xwefiroşiyê lê tên gotin.
Ma tu nabînî canê,
Zarok li kolanên te pêxwas,cilqetyayî li bavên xwe digerin,
Dayikên xwe bi reşgirêdanê pêçayîn
Li ser gorên jibîrbûyî xweliya demê bi serê xwe de dikin.
Lê her ewrên reş te dadiqurtînin canê.

ÇÎROK: FIRMÊSK

ÇÎROK: FIRMÊSK












Berfa çiyayê Kêlê hêdî hêdî diheliya.Lê gava tîrêjên rojê xwe li çiyan dixist û bi hilma xwe ya germ ew bandor dikir,berf bi lezgînî dibû av û xwe ji lêva çiya diberda xwar,tevlî rûbarê ku ji binê çiyayê Kêlê diherikî,dibû.Kulilkên zozanên sor jî,nû nû zîl didan.Anko,zozan dewlemendiya xwe derdixist,ji nû ve vejîn diafirand û pêşkêşî lawirên gundiyên gundê mijîn dikir…Êdî demsala zivistanê qediya bû û buhara rengîn gav bi gav pêşde diçû.Gundiyên mijîn jî,bi vê şoreşê bextewer bûbûn.Lewre,baş têgihiştibûn;jiyan buhare,buhar jiyan e û xwe xwedî kirine.Beza di nav keskahiyê de ye…
Nalîn bi lez hinek lorik kire nav nanê tenûrê û da ber gezan.Pêre pêre firek li piyala çayê dixist.Dayîka xwe jî li ber vî dîmenê pir dilşa bû.Jiber ku evîn,jîrîtî û hezkirina ji kar di tevgera keça xwe de didît.Di nava wan xeyalan de çavê wê bi lingê keça wê ket û got:
"Berxa min,hêj despêka buharê ye,dinya sar e,eger tu gora rîsî têxî lingê xwe yê baş be.Weleh tu nexweş bikevî,bavê te yê pir zivir bibe."Axînek kişand û di hundirê xwe de got"xudayê şev û rojan,ma te kurek ji min re kiribane sûd,ma minê bihişta ev keçik bûbane şivan?Na weleh,yê hingê bibane pişt ji karê malêre."
Nalîn li rûkê dayîka xwe nerî,keniya û got:
"Dayê,qet metirse,ez bi zimanê zozanan dizanim û zozan jî min diparêzin.Bawerke ger deh kurên te hebane,nikarîbûn bi qasî min kar bikirana."
"Wey ez qurbanê,wey dara mala dayîka xwe.Ez dizanim keça min,weleh dizanim tu bi deh xortayî!.."
Nalîn tûrik avête milê xwe,gopalê xwe yê biçûk kire destê xwe,pez da pêş û berê xwe da zozana sorî…Dema giha zozan di cih de rûyê wê vebû û got:
"Dilê min,xweşiya min,ger ez dûrî te bikevim,bizane yê her tişt li ber çavê min reş bibe.Ez ji te û bedewbûna te pir hez dikimTu her şev dibe mêhvanê xewna min û ez di nava xweş xewnên te de dibim stêrkek."
Li qada zozan bi keyf pezê xwe diçêrand,lê pir cara ew û beranê dûvsor digirtin pevçûnê.Wê rojê dîsa têr têr bi beran re henek kir.Dû re tev xuhdana demjimêran çû li cem tûrikê ku dayîka wê jêre kiribû neqşe neqşî rûnişt.Lorik û du serî pîvaz danî ber xwe,lê hêj pariyê yekê di zengelorka wê de neçûbû xwar,bi dengê guleyan re venciniqî!Hema bi lez da xwe,pez li hev kom kir û berê xwe da gund.Gava giha gund,çi bibînê;gund ji leşkeran hatiye dagirtin.Qîje wîja zarokan,hawara dayîkan dilan dike parçe parçe!Di wê navê re çavê leşkerekî Tirk bi Nalîn ket,hat bi guhê wê girt û kişand.Nalîna duzdeh salî di nava destê tawanbar de ji tirsan dilerizî.Leşker got:
"Keça bênamûsan!Hey keça bêjiyan,tu ji kû tê yî û li kû bûyî?"
Nalîn mîna di nava qeşayê de be,hingî dilerizî.Lêv dilerizîn û diran li hev diketin.Canê biçûk ji serê tiliyên ling heta sere wê direhilî.Li ber çavên wê,berî demekê çend gêrîlayên keç ku ji aliyê leşker re ve poz û guhên wan hatin jêkirin,zindî bû.Tirs bû bezek û li ser dilê nazik siwar bû û dilê wê lêdixist.Leşker carek din bi ser de kire qîr:
"Pîsa heram biaxife."
"Eee,e,ez ji zoz,zozan têm."
"Te li zozan çi dikir,ha?"
"Mi,mii,min pez bir,biribû çêrê."
"Ma qey tu nizanê çûyîna zozana qedexeye,ha?"
Leşker ew avêt erdê û lêxist.Gih pêl zika dikir,gih jî pêl serê wê dikir.Nalîn jî dikir hawar!
"Dayêêêê,bavooo,werin min xilas bikin,ez mirim!.."
Lê leşker lêdan berdewam dikir ta xwîn ji dev û pozên wê herikî…Nalîn bi hewldanên bêrawest xwe ji nav destan xilas kir û berê xwe da mal.Ew dibeziya,diket û tik tika dilê wê dibû asteng li pêşiya wê.Diket û radibû.Çawa giha ber derî,çeka mg'ê li ber çavan zindî bû.Hew dît ku leşkerekî berê çekê dayê.Hema bi lez şûn de revî.Ne ew tenê direvî,geremolek dabû pey hev.Hin ji wan pêxas,bê kinc û hin jî di nava xwînê de mabûn!..Vê carê Nalîn li ber bavê xwe li ser dev û rûyê xwe ket.Bavê wê ew rakir û hembêz kir û got:
"Keça min,Nalîna min!Ev çima her devera te bi xwîne?"
"Bavo,leşkerekî li min xist,ewqas li min xist min got qey ez kuştim"
"Dê roja wan jî bê.Niha baş guhê xwe bide min;here mal,boxçika kincan bîne û zû were.Va diya te jî,nêzîkî vir in,erê?"
"Bila bavo"
Nalîn di nava dûmana agir û bêhna şewata çekan de winda bû.Di demeke pir kin de erka bavê xwe anî cih û zivirî cem bavê xwe.Bavê wê bi destê wê girt,tev malbata xwe bi çiyayê Kêlê ve hilkişiyan.Dewletê gundek din jî bi hênceta dibin alîkar ji hevalan re, tune kir.Ev gotin li ser rûyê bavê Nalîn hatibû nivîsandin.Gava gihan serê çiya,Nalîn li gundê xwe nihêrî,dinihêrî û firmêsk ji çavan diherikîn;firmêskên xatirxwestinê li ser dêmên Nalîn re dihatin xwar û;gund,dar,kanî,rûbar,pez,zozan,şerê wê û beranê dûvsor û dara tûyê di nava firmêskên wê de zindî dibûn!..

MIRINEKE BÊ WEXT

MIRINEKE BÊ WEXT












Çi dema çavê min pê diket,min pêjin dikir ku hemû derdên civaka me li ser rûkê wê yê keser kûr,bajarê xwe avakiriye.Çi dema min ew didît,min pêjin dikir ku bagera zagrosan di nava min de rabûye û ez di nava kefenê sipî de tême peçan.Çi dema çavê min pê diket,ber min ve dihat û nêzîk dibû,pêjina êşên wê yê avis ji firmêskan re,civîna nanokiyên bê çare li dora mêza çavê wê dihatin gerandin û zelaltir dibûn.Dema pişta me diket cîhana xeman,di hemû peyvên wê yê nelihevhatî de,hêvî di sêdara bê hêviyê de sirûda mirinê digot.Lêvên wê xwe dispartin dîwarê xeydok û mijank dibûn guleke çilmisî xatir ji dîlana jiyanê xwestîn.Dema peyvên birîndar ji devê wê derdiketin û di şikefta guhê min de tovê xwe direşandin,firmêskên bê çare di ser dêman digindirîn gelîyê bê binî…û ez di her demê de dibûm barkêşê derdên wê.Her cara min ew didît,dawa xwe ji derdan li ber min vale dikir û çiyakî din ji jana li ser dil zêde dikir.
"ev dîsa te xêre Nalîn?"
"…"
"Xwezî min carekê tu dîtibaye û girî ne zimanê te ba!Çima firmêsk û derd dibin hevalên te?Yan,ewrên zivistanî li ser çavên te,yan jî peyvên birûskî ji nava lêvên te dipekin?"
"Şêro,ez ketime zîndaneke tarî,ne derî û ne pencere lê hene.Pir cara ez difetisim,dema nêzîkî mirinê dibim ji nişkan ve careka din zindî dibim.Bi roj,her kêlî awirên bav û birayên min,berê min didin ramanên xirab.Bi şev her ew di xewnên min de dibin mar û êrîş dikin da min bikujin.Hemû dergehên jiyanê li pêşiya min hatine girtin.Tenê dojeh gazî min dike.Hest,biryar,peyv û heta kenê min li nava mala qedexeye!Ez qedexeme,nave min qedexeye her tişt jibo min qedexeye..!"
"Jibo çi?Çima dîwarê qedexe kirinê li dora te hatiye bilind kirin?"
"Nizanim"
"Her dema ez dibînim pyvên te sed kul û birînan di dilê min de vedikin û firmêskên te dibin aveke şor û birîna birînên min kûrtir dikin.Lê dema tu bê deng dibe,nava min ji bê çaretî dikelê û ez di nava kela xwe de dibim mûmek û her kêm dibim."
Ev karê Nalîn bû.Her dîtinek ji wêneya wê,dil dikir parçe parçe û her parçek li ber awaza firmêskan,şîn girêdida.Ez tê nedigihiştim,derûnek dibû ewrên tarî,derûnek dibû çemek ji xeman û dilê min di nava xwe de noq dikir.Jiyana min serbûbin bûbû.Êdî Nalîn bûbû hevala min ya her kêlî…Dîwarên xanî,derî û pencere,dê û bav.heval û hogir,xewn û meş her Nalîn bû.
Min pêjin kir ku hasten min her dixwazin Nalîn bibînin.Nizanim ew cara çendê bû ez Nalîn dibînim.Dema min vê care dît,rûkê wê nee w dîmenên berê bûn.Rûyek bi şahî,kenek narîn û peyvên bê derd..lê nizanim çima ramanên min di kûrahiya çavê wê de li rastiyeke din digeriye.Min hew dît destê min dirêjî pirça wê ya rengşevî bû û sere wê ket ser mile min.Êdî ez ne ez bûm,ne welat,ne ax û ne tiştek…Nalîn bû her tişt.Ez,Nalîn û hasten ji agir ku ji êşan ji dayîk dibûn bûne yek...naaa,hemû jin hatin jibîr kirin dema tîjk û avê hevdû hembêz kirin.Min hew dît serê wê ket ser dilê min ê wek deholê lêdixist.Wê demê du peyv ji devê min derketin
"Nalîn,ji te hez dikim"
Bi van her du peyvan re,bê deng bê deng Nalîn xatir ji min xwest û ew rastiya di çavê wê de veşartî,ma kul di dilê min de.Êdî gelek roj û heyv derbasdibûn,jana dilê min girantir dibû û Nalîn ne diyar bû.Nema min Nalîn dît.Ez di nava hêviya ku wê bibînim de da ku bêjimê ezê te bixwazim,min nûçeya xwekuştina wê bihîst!Min bawer nedikir,lê rastî bû.Ev çi mirin bû?Ew hêj can bû!Hêj di buhara temenê xwe de bû!Ne wextê wê bû ku werîsê pêşeroja min biqetîne!Lê çi bikim?Êdî min digot,xwezî bi wan derdan,xwezî bi wan firmêskan,ne bi vê mirina bê wext.Ew çû û rastiya di çavê wê de veşartî bi xwe re bir û dilekî tim bi jan li pey xwe hişt.

BAJAREK DIGRÎ

BAJAREK DIGRÎ





Bajarek
Di nava xweziyên demborî de
Li kewandina birînên xwe digerê û dem dikenê…!
Ger ser nizim ser nizim
Li dîmmenên serjêkirî
Ku li kolanên bajarê cemedê sirûda miriyên zindî dixwîne, temeşe dike.
Li xwe û li rojên dimrin!
Li xwe û li zarokên di nava dewlemendiya bê sînor de
Li ber deriyê mizgeftan destê xwe ji xelkê re vedikin.
Li xwe û li zarokên ji hembêza dayikan
Berê xwe didin bajarê goristanan temeşê dike
Û digrî hey digrî…
De bigrî bajaro bigrî
Ji êşên xwe …ji birîna nekewandî.





Bajarek
Li ser tifikên vemirî
Li ser tîrêjên xeyidî
Li ser gulên çilmisî
Li ser hêviyên di sêdaran de tên daleqandin digrî.
Bajarek digrî hey digrî…!






Digrî ev bajar li ser
Xewnên di nava tirsê de xwe veşartîn
Digrî ev bajar li ser sêwiyên bê welat
Digrî ev bajar li ser
Keçên porê xwe kurt dikin û
Li ber çemê xeman ber didin
Digrî ev bajar li ser darên kurim girtî
De bigrî bajaro giriyê te giriyê welatekî ye bajaro.

Li Qamişloyê min veşêrin

Li Qamişloyê min veşêrin



Kurte çîrok







"Hevala Rojka,me pir rojên bagarpêçayî ku qet bawerî nebû felat bi me re bikene derbaskir û jiyanê em li ser xweşiya xwe dikirin bextewer û govendên me bi bedewbûna me re dibûn yek."
Ew çar rojbûn berf dibarî û hêj bi gulokan dihate xwar,çiya,newel,dar û giyanwerên vî çiyayî bejna xwe ji berfa penceşêr re tewandibûn.Berf bûbû her tişt,zagonên wê kûr kûr di nava sirûştê de çûbûn û jibilî wê rê nebûn,darên bejin bilind di nava wê de winda bûbûn.Wê digot ez her tiştim!Rojka û Zerdeşt jî di zîndana berfê de bûbûn du dîl.
"Hevalê Zerdeşt,em çawa ji koma xwe qutbûn?Em nû hatine vê deverê û tu riyan nas nakin.Erê tu rast dibêje,divê qet hêvî neyê kuştin,lê em zû xwe negihînin deverne bi ewle û xwe ji berfê neparêzin,yan yê belafirên Tirkan me şehîd kin,yan jî ev berf yê me bişewtîne."
"Ez bawerim hê em li ser xwene,hêza me heye,hindek nan bi me re maye,divê em lingê xwe sivik bikin û di nava berfê de nesekinin."
Meş û berf,berf û meş û riyeke ne diyar.Dimeşîn,bi demjimêran meşîn.Êvar jî gazî şevê dikir û şev!Şev û berf û awaza mirinê!Guv guva bayê dengê melodiya mirinê bilindtir dikir.Bayê dîlana xwe li ser zemînberfê digerand,rûyê wan dialîst û canê wan ber xeweke giran ve dibir.Rojka nema karî bi rêve biçe,bi gavên dawî ket,li ser berfa ku kêlî kêlî ber bi xwe ve dikşand dirêj bû.Zerdeşt ber ve hat,bi lez serê wê danî ser kemaxê xwe û got:
"Na,li ber xwe bide,hindik ma,ti nema,em gihan"
Rojka bi kenekî xatirxwestin di nav de heyî li Zerdeşt nerî û got:
"Dizanim tu dilê min xweş dike,diyare te jibîrkiriye ku tujî wek min vanderan nasnake.Lingê min nema ber bi min ve tên"
Zerdeşt benên pêlava wê vekirin,pêlav û gorên wê ji lingankirin,dema çavên wî bi lingê Rojka ket,çav raedîn,dixwest wê dîmenê veşerê lê hêsir bûne asteng,nema dizanî çi bike.Her du lingê Rojka reş bûbûn.Zerdeşt bi tefgereke sivik demeke dirêj lingên wê firikand.Lê ling reş bûbûn,giyan di wan de nemabû,baş dizanî divê her du ling zû bêne jêkirin,lê digot:
"Ezê çawa lingên wê jêkim,pê çi jêkim,çawa bikim,xwezî min ev kêlî nedîtibane,divê ez lez bikim."
Rojka da pişta xwe û ber hêviyekê ve meşî.Lê,wext derbas dibû,ne heyv û ne stêr..asîman jî radestî ewrên berfê bûbû.Jiyan bûbû dojeheke ji berfê!.....Zerdeşt dimeşî,gav sisit dibûn,dilopên xuhdanê ji hemû deverên canê wî diherikî.Rawestiye û got:
"Nalet li te were berfê,çima tu bê dilovanî,çima tu penceşêrî!?Bese,bese ev êrîşa te ya mirinhez!"
Rojka bi dengekek nizim gazî wî kir:
"Zerdeşt,hevalê Zerdeşt min deyîne,hêvî û tika dikim min deyîne"
Dema Zerdeşt ew danî,serê wê danî ser kemaxê xwe û got:
"Ev deh rojin em hatîn vê deverê,ev dever ji me re nûye,ma em ê di deh rojan de çi naskin û çi nasnekin?"
Rojka di xewn û aşopên bajar û kolanên Qamişlo de çûbû,zarokatiya wê,rojên xwendinê,bira û xwişkên wê,leyistikên li gel heval û zarokên ap û xaltîkên wê li ber çavan zindî dibûn.Demek wisa çavên wê girtî man.Dema çavê xwe vekir,got:
"Min pir bêriya Qamişlo kiriye,tu zanê niha keça birayê min Hêlîn bûye pola sê,niha temenê wê 9 sale,dema ez hatim çiyayên Kurdistanê temenê wê salek bû.Ger te dîtibane,yê yekser ketibane dilê te ew çend şîrîn bû.Berî 2 sala diya min jî mir û ez ji hembêza wê têr nebûm.Hevala xebera mirina wê anî,got diya te dibêje min pir bêriya wê kiriye.Wê demê ez girîm girîm girîm….min rahişt kulmek ax û ez bi axê re axifîm û min gote axê,ey axê te çend ciwan dûrî hembêza dayika wan kir û hê tuyê çendê din dûr bike…."
Zerdeşt:
"Min nizanîbû tu ji bajarê Qamişloyî,ez jî ji bajarê Dêrika rojava me û ev bû 12 sal min bajar û mirovên xwe nedîne.Lê,ez bawerim tuyê bajarê evînê bibîne û tuyê têr têr rûkê Hêlîna biçûk maç bike."
Rojka :
"Hevalê Zerdeşt,ez bi xwe dizanim,xwe mirinê hemû deverên min pêçaye û ev berf yê bibe kefnê min.Lê hêvî dikim min li vir nehêle,ger ez şehîd ketim bêje hevalan bila min bibim Qamişlo û li cem gora dayika min,min veşêrin.Ev daxwaza mine û min tiştek din nave."
Zerdeşt:
"Wisa nebêje,em ê bi hev re bin û em ê bi hev re hevalan bibînin."
Lê çavên Rojka diketin ser hev,her çendî Zerdeşt hewl dida wê şiyar bike,lê bê çare,xew her diçû giran dibû.Û berfa qet nedixwest raweste her dibarî û zemîna xwe xurtir dikir û Rojka jî xatir dixwest bi hêviya li ser axa Qamişlo bê veşartin.

ÇÎROK: GUSTÎLKA BI XWÎN

ÇÎROK: GUSTÎLKA BI XWÎN


Çîrok








Zivîstan bûbû çeperek û li dora xwezayê xwe pêçabû!..Baran,ba û cara bahoz li ser qada axê leyistikek kembax li dar dixist…û gundê seranser asîmanê xwe bûyî ewrên reş û tarî,xwe valedikirin,di nav tariya tirsê de winda bûbû.Dîwarên mezelê gundiyan ji barîna baranê,axa xwe dihate xwar û tevlî heriyê dibû.Gund bi erjengî di nava lehiya avê de ma bû.Lê gund radestî zagonên lehîherkandina baranê bûbû!..
"Hiso!kuro Hiso ka rabe agir kete mala me!ka şiyar be te xwelî li serê min kiro…"
Hiso lihêf avête aliyê çepê û bi ser jina xwe de kir qîr:
"Çi ye keçêêê!?Çi bû,çi dixwaze,ma çi rûdan daye,dîsa bûye leplepa devê te?"
"Hiso,Gulê"
"Çi bûye jê,ma Gulê çi kiriye?"
"Weleh Hiso mala me xirabû.Bi xudê em êdî nikarin xwe naşî gundiyan bikin,em nikarin serê xwe rakin!.."
"Keçê de bêje,te ez teqandim.De zû bêje,lê nexwe bi yezdanê dilovan ezê te bikim hevîr!"
"Ezê çi bibêjim qurban,ez vê sibê zû ji xew şiyar bûm da hevîrê nan amade bikim,nizanim çawa çavê min li nivîna Gulê ket ,di cî de qidûmê min şikestin,lewre,min Gulê di nava nivîna de nedît."
"Wax wax,nexwe wisa Gulo!Te ya xwe bir serî?De başe,ger ez te li ser rûyê erdê sax bihêlim,bila navê min ne Hisoyê Elî be!"
Wekî dîna li Hiso hat,rûyê wî bû xetxetokê zivirbûnê.Hedo kir qîr û hawar û xwe avêt lingê wî û got:
"Ez lingê te ramûsim,ez seya te bim tu vê baranê bi tu deveran ve neçî.Xwe meke xwînî,em gunehin!.."
"Wir de here pîsa heram,lê weleh ezê te bikim qet.Ji xwe te ev keça bênamûs anî vê pileya nebaşiyê!"
Hiso bi hêrs xwe bere xwar da…piştî demeke dirêj ji lêgerîna ser erda av û herî,li ser şopa Xelîl û Gulê ve bû…
Dinya jî bûbû êvar.Lê,ewrên giran hêj li ciyê xwe bûn û bûbûn malreşek li ser sirûştê.Her du evîndar jî,li ber devê şikeftek reş bûbûn mêhvan.Gula por sor,rû ji rengê sêva zer,bejin sipîndarî û kiras û xiftan li bejnê,sere xwe danîbû ser kemaxê Xelîl û digot:
"Xelîl,çima bextê me reşe,çima felek bûye neyarê sûda me?Ma gelo evîndarî gunehe?Na,ez bawer nakim.Ez dibêjim pêwîste hemû ciwanên ji hev hez dikin,bigihin hev.Ma qey ne guneh bû Mem û Zîn negihan hev?Lê dilê min lêdixe mina birûskên vê êvara ku naxwazê derbas bibe.Ditirsim çarenûsa me jî bibe wek ya Mem û Zînê!"
"Na Gula hest,dil û giyana min bi keziyê evînê girêdayî,van gotinên dilşewat mebêje.Ev bû pênc sale m ji hev hez dikin.Hezkirina me jî.cewek sipî ye!..Ma çi mafê wan li me heye,em kirin qaçax!?Ma çi têkiliya evîna me bi nakokiyên di navbera me û her du malbatan re heye?Malbata min û malbata we du kes ji hev kuştin û bûne xwînyên hev.Lê,ev bû du sal ev buyer qewimî.Lê,niha a giring ew e ku em van demjimêrên dijwar derbas bikin û em xwe bigihînin binxetê bajarê Qamişlo cem mala apê min û bawer bike Gula dirist emê bigihin hev."
Xelîl destê xwe dirêjî bêrîka sako kir,destmalkek derxist.Di nava destmalkê de gustîlikek derxist û got:
"Gulê,wê roja ha,ez çûm Mêrdînê min gustîlikek boyî te kirî da diyarî te bikim!.."
Û teqîn!..xwîn!..Guleya ji lûla çifta Hiso derketî,li zikê Xelîl ket.Di cî de gotinên Xelîl qutbûn.Û xwîna wî rûyê Gulê di nava xwînê de hişt.Êdî şûna baranê,dilopên xwînê dineqitîn ser rûyê Gula bextreş.Û dengê Gula bê sûd di nava reqe reqa ewran de olan da!
"Xelîîîîl…"
Lê ew jî bi guleya duyemîn li erdê dirêj bû…û xwîna her du evîndaran bû yek û gustîlk di nava gola xwînê de noq bû,xwe bere nava kûrahiya du dilên bi xwîn!..

DILÊ MIN PENABERE

DILÊ MIN PENABERE




Canê!
Ne pêjna min bike
Ne bêhna min bike
Ne li benda min bimîne û ne jî ramûsanên me yê
Ji dil diherikîn şevên qedexe bi bîr bîne.
Wî rûkê geş
Wan awirên xemrevîn
Wan dêmên geşgulî
Wan çavên ku em di kenê xwe de hildigirtin û çîroka gustîlika demên aram digot
Di hembêza bê gunehiya xwe de hilgire.
Ji ber ku ew dilê te li ser ristikên xewna çêdikir û her morikek jê dikir geşbûna rojê bûye penaber.
Êdî ev dil penabere can!
Êdî ev dil penabere can!
Hoooo canê,hoooo yarê
Ez nema xwe nasdikim
Li xwe digerim xwe nabînim
Ji dilê xwe pirsdikim ka ez kî me?
Wê demê ji bîra dilê min bi dehan çemên girî ber Dêrikê û Qamişlo ve diherikin.
Na li hêviya min nemîne can
Dilê min penabere
Li evîna axê
Li evîna azadiyê
Li evîna mirov mirov digerê can!

Li benda min nemîne û nema pirsa min bike
Ez ne ezim
Her kêlî dilê min tê dîlkirin û qamçîkirin û bi kêrên kuh tê jêkirin,tê parçekirin
Û her parçek birîneke
Jê diniqitin jana bê wariyê.
Tu li wir be
Li rojava
Li ser deşta hesina
Û kulmek ax bide ber singa xwe,bila ew dergûşa axê be.
Tu li wir be
Li rojava
Ji çemê ceq ceq re strana vejîna avê bêje,da ax biknê.
Û ez jî li gel dilê xwe li nasname vî dilî begerim.

BENDEWARÎ

BENDEWARÎ






Paytexta evîna min ya ku ji laşê xwe yê zozanî
Diyarî min kirî nasnameya hezkirinê
Hêj pencere kenê te vekiriye
Hêj deriyê rûdêmê te yê gulgeşi vekiriye
Û hêj dilê min ji ava lêvên te
Di nava vê zemîn vekirinê de serxweş dibe.
Ev ez im tebata min yê ku li ber neynika bejina te
Dibûm siwarên daxwaziyên te
Ev ez im yê ku xwe ji toza lingê te ava dikir
Ev ez im yê ku di zivistanên kembax de pêşkêşî te dikir stêrkên buharê
Erê ev ez im yê ku di dibistana dilê te de fêrî hezkirinê bûyî
Û ji awirên te nameyên evînê,nameyên ji esmerê re nivîsandî.
Lê çima tu bê dengî
Çima tu dûrîi cana min!
Ma ev bû çend sal
Xewnên xwe bi kenê te dixemilînim?
Ma ev bû çend sal
Di wê hatinê de dergûşa dil bi peyvên te dihejînim?
Nizanim...
Ma tu pêjna gera min nakê?
Li te digerim li vir û li wir
Li ser şopa te ya mayî dimeşim
Serpêhatiyên dengvedana te didim hev
Wan keziyên te yê memo vedijandin
Ji kanî û awaza çûkên welatê me hildigirim
Sebra hêviya xwe tînim.
Bawer bike
Guh nadim der û dor
Hemû çav xezalan
Di sozên te de hildiweşînim
Hezkirina te ji nû ve diafirînim canê!
Va dîsa bendewarê te me
Li hêviya wê mizgîniyê me...û
Bê bêhinvedan xwe bi ramûsanên te yê mayî
Dişom.
De veger canê
Xerîbiya te ez kirim genimê bê baran.
De veger,bendewariyê ez kuştim canê!

Min bibîne weku ez te dibînim

Min bibîne weku ez te dibînim




Xanim!
Bedew balkêşa hestên xelkê
Li wê qada pir dengiyê ku peyvan tu dixwarî
û aşopa li pey aşopa xaniyên xwe li ser bejna te ava dikirin
Min tu dîtî.
Aha li wê dîtinê ez
û dilê xwe bûne tenûr
û tu bûyî agirê wê
Hilbûyî
Giyanşewatbûyî xanim.
Hingê …û dema dil ji min koçkirî
Li bajarê te niştecih bûyî min dixwest bibim dem
û rawestim da ku tu li wir be
û wî dilî nasbike.
Min dixwest bibim dilopê baranê ku pirça te şildikir
û rûkê te di nava şilatiya xwe de narîn narîn dialîst.
Min dixwest ew kenê te yê ku tiştfiroş geşdikirin bizvîre..
Ez bidîtana
û ew çavên kevokî agirê xwe di nava min de bixwendane
û fêrî evîna xwe kiribane.
Mixabin dem bê bext bû
çavderdor xayîn bûn..
Pir dengî dadgeha wê dîtinê bû xanim.
Erê xanim ew despêk bû dawî di vê ferhengê de nebû.
Xewn li ser xewnê dibûn çiya
Kovan pir dibûn dirêj dibûn
Kul û keser dibûn ewir
û dibariyan
Ev hemû navê wê dîtinê bûn xanim.
Ma tu pê dizanê xanim êdî dîwarê hewşa me jî bûne wêneyên te.
şevên min jî bi bejna te tên girêdan
Hêviyên min jî xwe bi biskên te ve girêdane.
Ma çi biba weku ez te dibînim tu min bibînî
û li ser singa min bi wan tiliyên nazik navê xwe xêz bike xanim.
Were min jî bibîne weku ez te dibînim xanima min.

Evîn û evîna welatê di nava jana de dike nale nal!

Evîn û evîna welatê di nava jana de dike nale nal!





Pirtirîn peyv ku di hemû babetên wêjeyî(pexşan,helbest,destan,şano,wêne,peyker,roman,stran û hwd.)de tê bi karînan peyva evînê ye.Ev rastî çi berî zayînê û çi piştî zayînê bi gelemperî di mîtolojî,pevçûn,şer û di serûbinbûna civakan de her evîn û pîroziya evînê armanca serekeye.Wek tê naskirin û ji aliyê hindek kesan ve tê nivîsandin û şîrovekirin evîn ne têgeheke tenge.Evîn bê sînore!Her çend di qonaxên evînê de û her qonaxek sînorek xwe heye,lê ew li wir digihê armanca xwe û jibo armanceke din bizaveke nû di evînê despêdikê,anko bê rawestan,afirandin û meşeke bê sînor di cîhana evînê de heye.Dema tê gotin evîn jiyane!wê demê sinorên jiyanê çi ne?Jiyan qonaxa di navbera ji dayîkbûn û <>de ye.Lê mirin careke din derbasî jiyanê dibê û bi rengek din tê dîtin.Jiyan bê dawiye!Dibê ku hindek qonaxên rawestandinê hebin,lê ev nayê wê wateyê ku jiyan bi dawî bû.Evîn jî,hezkirina vê bê dawiyê ye.Wek nav,wek naverok,wek pîroziya jiyanê,evîn jî ev rastiye.Lê,evîna herî pîroz evîna welate.Ji ber ku hemû şaxên evînê ji vê darê derdikevin,dirêj dibin û geş dibin.

1-Evîn:


Dema evîn di hezkirina keçekê yan karek siksî de tê sînorkirin,wê demê evîn di sêdarê de hatiye daleqandin û jiyan û hêviya jiyanê bi kefenê berfa penceşêr hatiye pêçan û mirina zer li ser goristanan dide ber tilîliyan!Li vir tu evînê dikujê,tu wê bin gor dike!Evîn bi xwe,hezkirin û girêdana hestiyarî bi kesek yan bi tiştekê ve ye.Dibê ku ev gulek be,axek be,welatek be,miroveke(nêr-mê)be yan giyanwerek be.Li gorî dîtina min,têgeha evînê van jî derbas dike.Di hezkirin û di girêdanê de yekbûna hest û naskirin û di vê yekbûnê de kûrbûn û xwekirina pir di hemû fedekariyan de jibo geheştina wê girêdanê yan parastina wê evînê û geşkirina wê.Bê naskirin,bê têgiştin,bê şiyarbûna hest û giyan û hiş li beramber wê armancê,girêdan û yekbûn pêk nayê.Ne pêkînana girêdanê jî,tê wateya ku di evîna te de xalên neyînî hene.Demek her hezkirin,girêdan yan pejirandin ne evîne.Mezintirîn evîn jiyane ,hembêzkirina axa welate.


2-Jiyan evîn bi xweye:


Bê goman jiyan nebê evîn nine.Evîn ji malzaroka jiyanê tê dinyayê û di hembêza jiyanê de wek girêdana dê û zarok mezin dibe û di nava vê mezinbûnê de her xwe nû dike.Ger te xwe û jiyan naskir û te her û her hêviyên xwe li ser qada jiyanê nû kir û wek tê gotin<>bingeh girt û li hemberî hemû mercên dijwar jiyan hembêz kir tu lehengê evînêyî.Nimûne,pir keç û xort(bi taybetî keç) hene bi navê evîndariyê agir diberdin canê xwe,jiyanê li ber çavê xwe dikin dojeh!xwe dikujin.Çima?Berî her tiştî ev kesên wisa bi hestiyarî nêzîk dibin û hiş jibîr dikin.Ev kesên wisa berde jiyan naskiribin,wan ne xwe naskiriye û ne jî navê girêdana wan hezkirine.Lewre,jiyan evîn bi xweye.Anko,tu çend di jiyanê de kûr biçê ew çend evîna te mezine.Lê,di vê xalê de diristî,rastî,hêz,afirandin,hiş,rêzgirtin û fedekarî pir girînge.


3-Evîna welat:


Gelo,li welatek bindest ku her kêlî deşt û çiya,çem û rûbar,gelî û newel,dar û daristan,şev û roj dikin nale nal û ax li bin pêlavên biyan ku ji xwînê sor bûyê dike qêrîn û hawar û tu korî,kerî,lalî û tenê li cem te pere û karê siksîye,anko welat di hest û giyana te de nîne,tu dikarê bibêjî evîn li vî welatî heye?Na,tu ya dînî,bê hişî yan jî tu xwefiroşî!Ez nabêjim mirov nabê aşiqê hevjîna xwe,aşiqê keçekê yan jî aşiqê hevalek xwe.Lê,ger hestên te li ser axa te ye dikê nale nal ava nebûbû û tu ji welatê xwe biyanî,wê demê tu mirovekî derewkarî!Lewre.îro ji herdemê pirtir di hemû malbat û kesên kurd de evîna welat divê bêavakirin.Ev hezkirin û evîna azadiyê ye jibo hemû parçên kurdistanê û kurdên ji derveyî welat

EZ Û ESMERÊ Û SALEK NÛ

EZ Û ESMERÊ Û SALEK NÛ




Canê esmerê!
Va sal bi ewrên agirînî
Bi çar dîwarên ji hestiyên miriyan bilindkirî
Bi hawar qîrîna firmêskan
Bi kefen û tarîstan û reşgirêdanê
Bi sonda ÊL û OLÊN şevistanên bê bext
Û evînên di meya serxweşiya keçkaniyê de
Li kolanên biyaniyan têne sêdardekirin…
Û ji nûve hawara xwe digihînin Qamişloka xwînê û Amûda dilşewat…
Xatir dixwazê û diçê…
Û ez hêj li wirim
Li rawestgehên qiblegha evîna te
Bi zimanê dayê nimêja eşqa te dikim.
Ez li wirim
Li ber semfoniya nalînan
Rojiyê digirm ji xweşikbûna te re
Ayatên hemû xuda û xwedewendan
Qurbana lêvên te yê gulgulî dikim
Û strana esmerê dubare dikim esmer.



Va sal diçê esmerê û bi xwe re
Strana rebeniyê
Strana şevên şikestî
Strana henesyên xeniqî
Strana dengê miriyan
Strana giriyan
Strana bê bextiyê
Strana evînên bê evîn
Strana laşfiroşiya li kolanên bê nasname
Dibe û diçê esmerê.




De ka wer
Em sala nû vexwin
Em sala diçê
Di avakirina bajarê ronahiyê de bin gor bikin
Û ez û tu û canê
Bi kenê hêviyan destara êşan qedexe bikin
Û bila her hêviyek bibe gulek
Di dilê axê de esmerê.

2009/12/30

Ez û.. çar stêr

Ez û.. çar stêr

Ez
Li bajarê derdan
Li kolanên şevên xatirxwestinê jibîr dikin rêwîme.
çiyayên ji axînên dilê min ê ku bi çengelê şaşmayînê ve daleqayî
dilerizin
dişeqitin bi ser şevên min de diherifin.
Ji heriftina van çiyan
Reş dibim
Zer dibim
şîn dibim
û nema şevên xwe nas dikim.

Ev çi dîmene
Li bin banê xwe min dikuje
Min zindî dike
Min li ser derdan şîn dike.
Ne yek
Ne du
Ne sê
çar stêr li asîmanê min geşin
çar mirinan dikin gul diyarî kêlên gora min dikin.
çemek diçikiya û dimir
Darek hişik dibû û dimir
Hebûnek bê hêvî dibû û mirineke bê navnîşan
di nava min de şîn dibû.
Careke din çiya…diherifîn
Careke din gor…pir dibin
û dilê min hêj bi çengelê şaşmayînê ve diheje.

çi bikim.nizanim…
Biryar jî koçî welatê bê biriyarê kiriye…
Ewir asîman dagir dikin
Dil di dûmana şevê de rondikê axînan dibarîne
û ew çar..diyarin
Kenê xwe di şeva ewrî de vala dikin
Pala xwe didin maçên dilê min ê daleqandî.

Ewir hene çar stêr şiyarin
Dûman heye çar stêr diçirisin
Baran heye çar stêr dileyîzin
û ez
Li kolanên vî bajarî rêwîme
Dimeşim dengê telefonê jana dilê min dipîve.
Ez dimeşim û ew deng ayatên hezkirinê di guhê min de dixwînin.
Ez dimeşim
û li ser van riyan
Bîrhatinan di tûrikê şaşmayînê de didim hev.

Hoy…xweziyê xweziya dilê min
De ji wî çengelî dakeve û hêviyê di biryarê de geş bike
Da ku ew ji welatê bê biryarê bar bike.
Hoy…xweziyê êdî dîwarên mezela ku nema nas dikim navê wan dibêjin.
Nivîna min ya ku ez pêşwazî dikirim jî wan di nava xwe de hembêz dike.
Balgiyê min jî yê ku bi serê min sond dixwar xewnên wan dibêjin.
çi bikim.
Her yek bûye wêneyek girnijîn
Her yek bûye strana awaza vî dilî
Her yek bûye xewrevîn..
Her yek bûye kederek û ez geh dimrim
Geh zindî dibim
Lê nizanim çi bikim û vî dilî ji çengelê şaşmayînê azad bikim.

Serpêhatiyên darbestan

Serpêhatiyên darbestan






Diyarî bo mesûd xelef: dema em dibûn gilokên befrê, pêlên bagerê jiyan di nava xwe de diguvaşt û çîrokên me di darbestan de dibûn aşopên dîrokê û ber bi rojên bendemanê ve diçûn .





Tê bîra te?
Li wir,
Li welatê çiyan
Li bajar û kolanên kêferata şevên giyanxwar û bermayên evîneke derengmayî, ku sirûda
Zinaran,
Berfînan,
Nalînan li şopa rojke din,li vî welatî deng dida!
Li bin vê sirûdê me xatir ji şevê dixwest û rojê, bi alên şermê em pêşwazî dikirin.
Wê demê,
Me digot,
Xwezî bi şevê ,
Xwezî şev vegerê ,
Xwezî şev careke din konê xwe vedê û me di kêfrata xwe de bipêçê û em ,ber bi şevê ve dimeşîn.
Em dimeşîn,
Meşên me dibûn darbest,
Çiyayên dilê me,
Bi darên darbestan dixemilîn.
Ew kenê ku ji gustîlka welatê min derdiket û bi awirên me dixwest
Di nava hezkirina xwe de
Kaniya darbestan ziwa bike, dibû kefenk!
Kefen pir dibûn,
Şev har dibûn.
Şev li pey şevê,
Kefen li pey kefenê
Bi tilîliyên aşotan re
Ber bi goristanên govend girtî ve, diçûn……… erê bira,
Li vî welatî,li welatê sor , li welatê ku serê zarokên xwe dixwê!..
Li welatê girî,
Li welatê şînê,
Li welatê ku her kêlî jiyan diçû mirinê, mirin diçû jiyanê
Milên min û te
Bi çend darbestan hate daxdan!?
Erê.
Me çend mirin hilgirtin?
Me çend mirin di jiyanê de,veşartin!
Erê bira,
Navê van serpêhatiyan
Ne bi pênûsê, bi hestîkên canê me,
Ne bi hebrê,
Bi xwîna rayên me
Li ser lênûska dilê me,hate neqişandin
Caran ev kezîzerek bû,
Caran ev çavşînek bû,
Caran ev ez bûm,
Caran ev tu bûyî,
Û caran ev em bûn,
Serpêhatiyên darbestan

Bistrîne Xalo

Bistrîne Xalo






Diyarî bo hunermend Tîrêj Ormiye





Hooo xalo!
Bistrîne ,bistrîne…
Ji rojê re,
Ji axê re,
Ji evînê re bistrîne xalo.
Ji bîr neke qurban!
Darbestên vejînê li peyvê xweke
Reşgirêdana şînê jibîr bike
Û di roniya eşqa rojê de welatê min şîrove bike.

Bistrine xalo!
Ji şemamê re,
Ji xerîbîyê re,
Ji hesretê re bistrîne .
Qet raneweste …
Bila ji rûyê te
Bila ji lêva te
Bila ji awirên te
Bila ji kenê te hezkirin bibare
Û bibe baran di ziwabûna axe de xalo!

Erê xalo!
Ji her du çeman re,
Ji Amedê re,
Ji Hewlêrê re,
Ji Mahabatê re,
Ji Qamişlo re bistrîne
Û bi dengê xwe sînorên bendemanê
Di hawara zînan de hilweşîne.
Lê jibîr neke!
Wan serpêhatiyan di temenê xwe de hilgire
Û her toveke wê
Li ser dilê beyar biçîne
Û bi awazên çiyan wan şîn bike,şîn bike xalo!
De bistrîne xalo,ji hêviyên winda re !

KEÇA BEHDÎNAN

KEÇA BEHDÎNAN




Ger min got ,min ji te hezkir
Serê xwe nizim neke bilid rake.
Ger min got, hemî demên min
Di eşqa beşrîna te de xwe nû dikin
Serê xwe nizim neke bilind rake.
Ger min got,te dilê min kiriye kulilkstan
Û bi ava zozanên te geşin û li ber
Baheneseyên te dîlana beşişandina te digerînin
Serê xwe nizim neke bilind rake.
Erê reng esmerê
Erê reng gewrê
Nêrgizên behdînan navê te dibêjin
Pira delalê çîroka te dibêjê
Seyranên vê axê
Di kenê te de seyranên xwe digerînin
Pêlên çemê xabîrî strana caniya te distirînin
Û buharên sirûşta vî welatî
Li ser dilê xwe bedewbûna te nîgar dikin keça behdînan.


De ka fermo…
Wan dîwarên bi qederê bilind bûyîn
Bi rastî despêka xwe hilweşîne
Wê perda reş bi dengvedana dilê xwe parçe bike
Û her parçekê di mirina zer de bimrîne û
Di cîhan evîna min de evîneke bê qedexe avabike.
Ferhenga ji peyvên qedexe di meşnarîna xwe de bingor bike
Û awirvedana xwe di firdana çûkên welatê min de bi cih bike.
Jiber ku
Ser nizmî li te nayê
Reşgirêdan li te nayê
Şînî li te nayê
Navnîşana te ne giriye
Dêmên te ne qada herkandina çem rondikane.
Hilo rabe
Were
Xwe bibîne
Min bibîne
Û xwe bi pêşandana bêhina rîhanê bipêçe
û di qehr û cefaya derbasbûyî de semaya kilên çava bigerîne.
Jibîr neke
Bila dengê te di qermîçongên eniyan de rozerîn be
Bila gazind di rûgeşiya te de helbesteke çareseriyê be
Bila evîna vê axê bi navê te be.
Wê demê bila dilê min
Li ber lingê te nimêja azadiya te bike keça behdînan.

BI NAVÊ TE EVÎNDARIM

BI NAVÊ TE EVÎNDARIM





Berî navê te nas bikim û pîtên navê te bikim
Sirûda aramiya dilê xwe.
Berî ew çavên hingivîn payîza di nava min de bikuje!
Berî ew pora qehweyî li sre singa min bike dîlan
Û di nava tiliyên wê de bibim helbesteke şevê
Û berî ew canê sipî di şeva hevdîtinê de
Min di nava dilopên kirîstal de bibe buhuşta Hesen Sebah,
Ne min nasname bû,
Ne min war bû,
Ne jî navnîşan bû.
Temenê min di rûbarên firmêskan de her kêlî dixeniqî
Hestên min şivantiya keser û nalînan dikir
Û dilê min li çolbeyar,li nav ber û sitiriyan bûbû
Hebûneke ziwa.
Lê dema te dilê min di buhara xwe de vekir
Û qemûşkên lêvên min bi xunava lêvên te yê
Sorgulî hatin kewandin
Nema min jan naskirin
Nema min taya sar kişand
Nema min xewnên gor kolanê dîtin.
Lewre bi navê te bûm evîndar
Nisrînê gula evînê
Nisrînê navê jînê
Nisrînê hebûna vînê
Bi navê te evîndarim evîndar

LI BENDA DILOVANIYA TE ME

LI BENDA DILOVANIYA TE ME


çend salin,çend salin
di wê dîtinê de
her xwe dişom,nimêj dikimtizbiyê not û neh lib bi navê te dihejmêrim?
Çend salin
Li benda tiliyên te me
Ku li ser canê min geriyana dilê te bikin?..
Ey perestgeha min!
Niha ji
Wek wan salan va ez li ber deriyê te me
Ka kêliyekê min bibîne û ji toza lingê xwe
Min di wan salên çûyî de ava bike.
Li benda te me
Ku tu perda reş biqetîne
Û hawara min
Di sermemikê xwe yê bûyî qada cenga de hembêz bike.
Ma tu dengê derî nakê
Ew dilê mine li pîrozgeha dilê te dixe.
De ka carek wê şerpa reş bin pê bike û hêviya min ya ku
Bibim parçek ji şevên te pêşwazî bike.
Derî veke
Ji pişt sînoran were der
Bila pora te ya şevnim
Li ber heneseyên min yê ku ji bo te
Şiyarin bide pêlên hezkirinê
Ma çavê te nabînin
Te ez kirime agirê tenûra xelkê
Bi vî agirê ku te pêxistî nanê çîroka min
Her êvar û sibe dikin benîşt di devê xwe de?
Ma qey guhê te nabihîzin
Te ez kirime xem
Û ji bilûra xemdaran diherikim?
Li benda dilovaniya te me
Ku avis bibe ji ewrên baranî
Û bi ser min de bibare ew dilopên jînê…
Va hêj li ber derîme
Destê min vekirîne
Ayetên perestgeha hezkirina te dixwînin.
Hey yara ji xelkê re kirîn yar!
Ji min re
Jankêşê,
Keser kûrê,
Birîn nalînê..!
Ezê hê çi bêjim?
Nisrînê,
Beybûnê,
Nêrgizê,
Gula
Di pêsîra xapînok davikan de bêhn dayê!
Şev û roj di vekirina dilê te de westiyan
Pêlav qurmîn,qetiyan nema xwe nû dikin li kolana te.
Keçê!
Te ez serxweş kirim
Serxweşin hêsirên min
Diherikin li ber dergehê te.
Hey keça bêdeng ya pişt heft dîwaran veşartî
Ji wê dema tiliyên te yê ji bêhna bula şevê
Pêşkêşî lêvên min kirî şerbeta xwe windakirinê
Di eşqa te de her roj dimrim
Û diherikim goristanan!
De were
Buhuşta bejn û bala xwe veke
Wan demên herî girtî ji nav mijangên xwe bavêje.
Wan lêvên ken veşartî ji bîra toz girtî azad ke.
Were
Wê awirvedana dilrevîn
Diyarî canê min bike
De ka bibe baran û bi ser min de bibare
Min şil bike bi dilovaniya xwe
Ji ber ku
Pêdivîdarê dilovaniya te me.

Koçera min

Koçera min






Koçera min
Bê te şev melûlin,stêr raketîne.
Bê te rok xemgîne,ax ji hesreta tîjkan dinale ,
Kirasê xwe diqetîne!
Bê te , ev çav nema bi hibra xwe evînê neqiş dikin .
Tu li kûyî
Li kû mayî hey destpêka navê min ?
Îske îska hestên min
Hawara xwe digihînin keziyên te yê mina her du çeman û tebata xwe, di sing û berên te yê berfînî de tînin.
Erê ,
Ev aşopên minin yê ku
Te di nava xwe de ava dikin
Û ber bi dilîstana dilê te ve dihrikin.
Koçerê!
Min bêriya te kiriye,
Bêriya bêhna te kiriye,
Bêriya nanê te yê tenûre kiriye,
Bêriya meşa te ya li zozanan kirye,
Ku çawa kulilîkên sorî li ber gavên te serxweş dibûn!
Û ez li ber caniya te dihatim nimêja eşqa te.
Ev ezim……
Ji evîna te bûme dînê zimanê xelkê.
Li te digerim
Li vî bajarî, li van kolanan
Bîrhatinên me yê li zozanan belav dikim.
Ezê her bibêjim koçera min , koçera min , koçera min!
Were .
Vegere,
Xwe bibîne,
Min bibîne.
Dergûşa xewnên me careke din bihjîne.
Careke din
Wê bejna levhatî
Bi kiras û xiftanê dayîka min bixemlîne
Û di tenûre dilê min de
Nanê buhara welatê min bipejîne .
Dem dice,
Jiyan teng dibe,
Êş paytextên xwe ava dikin.
Rondik pir dibin , artêşên xwe rêz dikin .
Awir û kenên ne wek me
Di giyanên me de alê xwe diçkînin
Û em xwe jibîr dikin , nema xwe nas dikin .
Were ,
Vegere ,
Xwe bibîne ,
Min bibîne ,
Koçera min .

Nameyên Xerîbiyê

Nameyên Xerîbiyê




1-Bêrîkirin


Xwezî min xatir ji te nexwestibane Gulê!Xwezî min negotibane va ez diçim
Wê dûriya dûr û berê min neketibane bajar û kolanên bê kesêtiyê û
Sêwîtiyê.Xwezî berî ew peyva bextreş ji zimanê min derketî û dilê te
Kirî parçe parçe,ez di hembêza te de miribane û te bi ava wê kaniyê serê
Min bişoştane.Gula min!Li vir,li vê xerîbiyê her kêlî ez miriyekî zindî me!Bawer bike,nizanim çend şev û dem çêbûn di bêrîkirina te de radikevim
Û bê tebatiya xwe bi bêrîkirina te dihejînim cana min!Hoy cana can,ez li vir
Navek winda me,ne min ax heye,ne min war heye.Digerim wek serxweşekî bê hiş
Tenê rondikên min zimanê derdê minin.Canê,bêrîkirina te her kêlî min
Diguvêşê,ziwa dikê.Nema zanim bê te stêrik û heyv çi ne,dilopên baranê
Û gulên buharê çi ne?Ez di nava bêrîkirina te de disojim gulê,xwezî ew rojên berê vegerin gulistana min.

2-Dengê te:
Tê bîra te gulê,min pir ji dengê çivîk,şelûl û bilbilan hez dikir?û dema em li ber kevîka çemê gundê me dirûniştin û serê te li ser milê min,dengê wê avê di guhê min de dibû strana Mihemed Şêxo û digot(ey lê gulê gula minê,şîrîna li ber dilê minê,gulê nadim malê dinê,ez li ser gulê têm kuştinê…)û stran dirêj dibû û ez û tu,av û ax dibûn yek.û dengê te di nava vê yekbûnê de di guhê min de olan dida û digot(ez gula te me,tenê li vî gundî şîn têm,geş dibim û te bi bêhna xwe serxweş dikim).Aaaaaaaaaaaaax bi wî dengî.bi wê bêhnê.Lê li vir hemû deng min di navbera didanê xwe de dihêrin.Tenê dixwazim dengê te bikim,lewre bi dengê te dinvim û bi dengê te çavê xwe vedikim gulê.

3-Zîndan:

Gulê ,li vir jiyan zîndane!Hestên min bi awirên hovî her kêlî tên qamçî kirin.
Ken û silava zeriyên van bajaran vekirina dergehê zîndanê ye.Erê gulê,ez bûme girtiyekî berdayî li ber dîwarên zîndana mezin û di aşopên azadiya gundê me de,dikevim xewa li ber siya dara gûzê!Here gulê,li ber wê darê çend demhijmêran palde û strana (ey lê gulê bistrîne).Lê gulê,hêvî dikim jibîr neke,ger rojekê li vê xerîbiyê ez mirim,bibêje û bi dengê bilind biqîre,ew ji derdê gulê mir..

Nameyên xatirxwestinê

Nameyên xatirxwestinê





1-Ez Diçim:

Gulistana min!ez diçim wê dûriya ji me dûr,wê dûriya mirovan
Bi zindî dadiqurtîne!wê dûriya şevên wê ne wek şevê me,bêhna wê ne wek
Bêhna me,kulilikên wê ne wek yê me û evîna wê ne wek evîna me Gulistan.
Diçim wî welatê bê deng,wan bajarên ziwa,hişk,beyar ku ji hêviyan re dibin goristan!ne bi mine,ne bi destê mine diçim warê rondik û jana.Dixwazim hejartiyê di dojehê de bişkînim!erê gulê,baş dizanim ez ji wê malzarokê hatim,bi wî şîrê mîna berfa zagrosan sipî mezin bûm,di hembêza wê pîroziyê de hatim hejandin Gulistan.Lê çi bikim?Bila ez di nêrîn ferhenga biyaniyê de qereçî bim,lê ezê reng û kakilê te di tenûra dilê xwe de bibim Gulistan

-Emanet gundê me:2

Emanet ew gundê me yê bi darên hinar,mişmiş,sêv,tû û gûzan hatî xemlandin.Bila dengê çivîk û bilbilan li gel awaza xuşîna pelan bilind bimînê.Bila ew cokên avê di navbera wan de biherikin û strana jiyanê ji daran re bistrînin.Lê,qet jibîr neke,her sipêdê biçe serê kaniyê û ji wê ava zimzim du kulm av bi navê min û xwe vexwe.Wê demê yê dengê bilûra şivanê dilkovan tevlî dengê axînên dilê te bibe.Lê,li wir nemîne rawestiyayî,rabe,biçe li nava gund bigere,ger tu geriyayî,bila çavên te li xaniya bin da kes wan nedizê û hemû zeriyên me di hembêza xwe de hilgire da kes wan nefroşê gulê.Lê,jibîr neke,bê rawestan çîroka evîna me ji axa gundê me re bibêje Gulistan.


Jibîr neke:-3

Gulistan,wan bîranînên li gel peyvên ji stêrkên şevên gundê me avis dibûn
û li ser zimanê me di dînatiya evîna me de,ji dayîk dibûn jibîr neke.Wan demên sînorên qedexekirî di nava lêvên me de parçe dibûn û em di nava jiyanê de diçûn hey diçûn jibîr neke.Jibîr neke dema ahînên me eniyên tirsan dişkandin û xweşawazên hezkirina me di çavên hingivîn û di çavên reng zerî de bilind dibû,tevlî xuşîna pelên dara gûzê dibû.wan şevên ku tu bi hemû ciwaniya xwe dihatî û tevlî ciwaniya min dibûyî,jibîr neke.na na jibîr neke can!Bila li bîra te be,çawa di wan şevan de,hemû peyvên Bekoyan di yekbûna me de difetisîn,dixeniqîn,dimirin!Van tevan di gelî û newalên dilê xwe de biçîne,bila tim şîn bin û bila ava dilê te bibe çem û rûbar û wan av bide gulê.

4-Negrî:

Dizanim,dema kevokên min di pencereya te ya vekirî re derbasî mezela te bûn û li ser destê te yê narîn danîn û hilma min pêşkêşî sipîcanê te kirin û te bi rûkê heyvgeşî û bi wan çavên stêrkî peyvên min xwendin,wê payîz zû werê,yê pelên daran biweşin û yê zivîstan konê xwe li ser rûkê te vedê.Wê demê stêrk yê ji çavê te barkin û yê baran ji wan ewrên reşgiran bibarin.ew baran yê firmêskên çavê te bin.Lê,hêvî dikim negrî,firmêsk li dêmên te nayên,piştxûzî li lêvên te nayên.negrî,birîna dilê min nekole, janên min pirtir neke.lewre ji girî hez nakim.ez diçim,bi xatrê te gulê.

NAMEYÊN EVÎNÊ

NAMEYÊN EVÎNÊ



1.Ji wê naskirinê re
Li wê şevê li wê şahiya dengvedana kenê te yê bêdengiya min ber bi dengvedanê ve birî û peyvên me dest bi jimartina stêran kirî û te digote min min jibîr neke.
Ma ezê çawa jibîrkim û her şev weke wê şeva dîtine caniya te li ser tabloya
Xewnan bi wê bişirina lêvxunavî nîgar dike.
Jibirkirin di wê naskirina ku çave te digot were ji min hez bike jibîr bû.
Erê can bi qasî ku tu kêlî kêlî dilê min direvîne di nava penûsa min de
Cihê xwe çidike ewqasî bêriya wê dîtinê dikim ku hemû naskirina hildwşîne.

îro jî ji xew şiyar bûm hêj bêhna gulên ji lêva te ku hatî xewnê li ser balgiyê min

Paldayîye û bêhna şevên wê xewnê hêj ji mezela min difûre.
Erê xanim ji wê naskirina bûyî rojçêbûna min êşa silaveke din ku bîna rihana jê tê
Dikşînim.
De ka careke din em wê naskirinê zindî bikin û careke din hevditina xwe li bin banê
Sterên wê şevê vêxin û bila ew agir paytexta naskirine me be xanim.

2.Ji wê re ya ku ez jibîrkirim

çi zû te dil kir çolbeyarek û serpêhatiyên çend deman di gorên wê de veşartin

û dilê bûyî gulistana kêliyên xwestekdîtinê jibîra te çû.
Te çi zû şopa ramûsanên şevê û geriyana wan tiliyên di nava pirçan de riyên
Evîna me vedkirin û heneseyên me hawara xwe kûr dikirin û wê kêliye de
destaneke din zêde dikirin jibîr kir.
Dizanim çave te nema li min digerin û hişikbûna mirinê dilê min dorpêç kiriye
û dengeê têlên wê mirinê bûye got gotên sêwî.û dîmeneke şevhez pêşkêşî te
Kirî.
Lê te xwe siparte werîsê sêdaraya jibîrkirinê.
Niha stûyê te di şeverşê de di bêdengiya ku êş û kovan û azar jê diherikin
diheje û gazî poşmaniyê dike.
Lê ez çîroka me ji hemû demsala re dibêjim û şîrove dikim.
Can ! hêj wêneya te di elbûma dilê min de hilgirtiye û li her şevê ûderketina
Rojê te radimûsim.

3 îşev jî were

îşev jî weke wan şevan dilê min di şeva xwe de bikelîne
û wê dûriyê nêzîk bike da ku em çîroka hezkirina xwe dirêj bikin.
Were ji pişt derî were der dergehê wê cîhana tarî bi kenê xwe bigire û
di şeva min de dînatiya xwe bi bîr bine û min ji xwe re bibe weke her şev
û bajarê hezkirina me bi bêhna xwe serxwes bike da ku
Nimêja dubrekirina hezkirinê bikim.
were û bi lez…hêj demê bêbextî nekirî can !
ezê peyvên ji giyanê girantir diyarî te bikim di nava dînatiya şevê de.
Were û xwe ji awirvedanên xelkê bide alî.
û bila şopa strana eşqa me li pey te bimîne
da ku matmaî matmayî çiroka me belav bikin

4.Ji wê re ya ku dilê min revandî

Ji wê dema ku awirên te li kolana wî bajarî ez kirîm davika tîrên xwe nema ev dil
Yê mine.Nema jibo min lêdixe.Ji min biyane êdî ev dil li warê evîna te
Nasname welatiya xwe wergirtye.
Hilgire dilber wî dilî
di hêlina çûkan de veşêre
û jêre bestirîne strana revandina vî dilê yê ku te revandî.
Li ser bereşîne gulên dildaran û li ber sing û berê xwe wek zarokek berşîr bihejîne Na na qet wî nexyidîne ji ber ku ew dil dilê mine.


5.Pêjna te:

Ji bilî te
ji derî
ji pencereyên dilê min ji şevên barîna dilopên baranê
ji gavên xwe yê ku nema riyên xwe nas dikin ji berbangan ta êvarên kirasê
befrê li xwe dikin tu pêjna nakim.
Her birinek
Her xeribiyek
Her awazeke derdkş û her keneke li ser destegulan
Tenê pêjna te jê tê.

6.Hezkirin:

Min dixwest navê te li ser bêdawiyê binvîsim da ku dawî navê xwe jibîr bike.
Min dixwest evîna me li ser zivîstanê binvîsim da ku buhar şîn bibe.
Min dixwest tu bibe ya min da ku zayîn çavê xwe veke.
Min dixwest hezkirinê bi hezkirinê binivîsim da ku em bibin hezkirin.

Xwezî Min Tu Nasnekiribane

Xwezî Min Tu Nasnekiribane






Berî tu min ji xwe re bibe û
Dilê min di davika xwe de bi hezar girêkan girêbidê
Li vî bajarî ez şahê aramiyê bûm,
Kolanên vî bajarî bi kenê min gulveker bûn.
Çemê xabûr ez li pêlên xwe hildigirtim
Û di awaza eşqa xwe de dilorandim.
Erê xanim;
Berî dengê te di guhê min de strana evînê bistrîne û
Bêje were ji min hez bike,
Ez evîndarê axê bûm
Evîndarê xweşikbûna pira delalê bûm,
Evîndarê bêhna nêrgizên zaxoka behdînan bûm..lê tu hatî,
Ez birim warê xwe.
Wê demê min tu di kanîka çavê xwe de
Birî paytexta evîna xwe û
Min hemû evîn di evîna te de jibîr kirin.
Tu bûyî qiblegeh û ez bûm nimêjkarê hezkirina te.
Êdî evîna te,
Bû heyva geş,bû bêhna nêrgizên vî bajarî û
Di giyana min de bû nêrgizstan.
Nema çavê min jibilî şewqa te jiyan nasdikir.
Li ser dîwar,pencere û nivînên mezela min
Her kêlî peyvên te yê hezkirin pêşkêşî hastên min dikir zindî dibûn û
Di nava hemû parçên laşê min de gera evînê dikirin.
Û va îro tu dibêje wan wêneyên hevdîtinan di
Elbûma serpêhatiyan de hilgire û di şekefta jibîrkirinê de veşêre.
Na xanim,ez ber bi te ve hatim û min bi evîna me sond xwar
Hemû qedexayan di awirên çavê te de bişkînim û
Te bibim.
Bila wê demê gora min li ser dêmên te bikolin,pora te ya şevnim
Bikin kefen û bi ser canê min de bikin,
Bila mijang û lêvên te bikin kêlên min
Û li ser ji xwîna dilê min binvîsin
Min jê hezkir.
Lê her rondikên bê çaretiyê ji wan çavên kû ez kirim girtiyek dibarin
Û ala radestiyê bilind dikin.
Na,na,na ev ne evîne,ev ne hezkirine.
Malxirabê ne te ez kirim barkêşê xeman,her şev ez û axînên xwe dibin
Siwarê janên vî dilî.
Aaaaax dilber te çi anî serê min,xwezî min tu nasnekiribane û bila îro
Ez di agirê tenûra bê bextiyê de neşewitîbane,xwezî min tu nasnekiribane.

Min Bêriya Te Kiriye Esmerê

Min Bêriya Te Kiriye Esmerê






Nizanim çend dem?...
Di çend bageran de
Di çiyan de
Di didanên çerxa jînê de
Di nepeniyên xwe û axê de
Di xwezî û xweziya hêviyan de
Li te digeriyam,li xwe û li dilê te digeriyam?..
Da te bibînim û li ber dilê te, xwe,hişê xwe,hestên xwe,aşop û nava xwe
Ya bi salan ku jibo dîtina te dikelî rayêxim.
Û ji dilovaniya te
Ji toza şopa lingê te
Ji aramî û tebata mejîfirehiya te
Ji nêrîn sirûşta te
Ji şevên te xwe avabikim esmerê.
Û dema min tu wek wê rastiyê
Ku hemû perî û fireşteyan di welatê xwe de
Winda dike
Û hemû kulilk li ber bejina te stûxwar dibin,dît.
Wê demê hemû peyvên ji ferhenga cîhandîtina te
Derbasî pirtûka giyanxweşiya min bûn.
Min rengê xwe dît
Min hemû şewatên xwe
Hemû demên windayî
Hemû şahiyên derneg mayî di wê dîtinê de dîtin.
Êdî ez li ber dergehê dilê te bûm
Tu dikenî
Û min hemû xuda xwedawend
Di kenê te de jibîr dikirin esmer!..
Lê niha tu bê dengî
Penceraya wê mezelê girtiye
Dengê di şevê de
Ez dibirim bajarê evînê û peyvên Qamişlokê ez dikirim rêwî li kolanên eşqê
Lal bûye.
Ka ew pirtûkxana te ya nefispiçûk
Ka ew çavên te yê di keviran de gul dipişkivandin?
Min bêriya te kiriye esmer!
Ji xwe pirtir
Ji wan dîtina pirtir
Ji rojê û heyvê pirtir
Ji wan salên çûyîn pirtir,min bêriya te kiriye!
Dilovanî esmer,dilovanî esmer.dilovanî!..
Niha bê te erdek qelişî me..
Li benda barana dilovaniya te me Esmerê
Li benda te me tu bêje,rojbaş,êvarbaş..Esmerê..

Xewnên Esmerê

Xewnên Esmerê




Xewna yekê



Li wî welatî
Li wî bajarê ku penaber rondikên
Hesreta sirûşta gundên xwe belav dikirin..
Li mezela te
Li ser keneba ber pencera ji dengan re girtî
Ez û tu di nava bê dengiya şevê de rûniştîbûn
Lê dengê dilê me li hemû quncik û deverên mezelê
Bi ava serxweşiyê digeriyan
Û em bi kêliyên rakirina sitûnên şermtirsa sed salan
Ber bi hev dihatin,nêzîk dibûn,dibûn yek
Û di vê yekbûnê de textê dadgeha şermê hildiweşî…




Xewna duyê




Dîsa şev bû
Ez û tu û pirtûkxana te ya nefispiçk
Di ken û peyvên te yên qamişlokî de diçûn
Aşopên Dêrika deştzêrîn û me
Li ber kenarê ava mezin ayetên eşqê dixwendin esmer.







Xewna sêyê



Hêj em li wir bûn esmer
Ava mezin wek me şiyar bû
Dida ber pêlan
Awaza wê bilind dibû
Dengê me tevlî wî dengî dibû
Em çûbûn bê veger,hemû sînor di nava ahînên me de
Di nava awaza yekbûna me de rabûn.
Êdî şev şeva me bû esmer.



Xewna çarê



Şev bû,strana xwezî esmer bû mêhvan
Stran beredwam bû
Û pora te li ser canê min cotdikir,bêhna xwe direşand
Memikên gihayî jî,bi xunava xwe avdanî dikir
Lêv di tenûra maçên şevê de sor bûbûn
Can di deryaya avcanî de melevaniyek bê westan dikirin
Û hemû diherikîn şeva pîroz esmer.

Şevên Esmerê

Şevên Esmerê






Esmer!
Çend şev ji şevekê zan û çend şev
Navê xwe li ser dînatiya me kolan?
Çend şev bûn şahidê cenga lêvên me
Û çend şev em di nava xwe de birin
Demjimêrên ne qedexekirî?
Esmerê,di hembêzên şevê te de
Em dibûn du kes,du kesên nexwaz li welatê (şermê!)
Çîrokên şevên me
Li kolanên qerçiyan digeriyan
Em bûbûn gunehbar!
Li mizgeftan ayetên sêdaran li me dixwendin
Û sond dixwarin şevên me serjêkin!
Lê şevên me dirêj dibûn
Pir dibûn
Biryar şev bû,bawerî şev bû û
Şev evîna me bû!..
Erê esmera şevên min,me pişta xwe dida peyvên demborî
Û wek her şev dîsa tu bi kirasê şevê dihatî
Ser textê dilê min
Dubare hemû cîhan di nava memikê te de jibîr dibû
Û ez dibûm girtiyek di nava lêvên te yê xunavî de
Ku dibirim buhuşta Hesen Sebah!
Şevên me jibîr neke Esmer
Guh nede wan soz û peymanan
Ew her kêlî bi şûrê zivîstanê, buharê dikujin!
Ew her kêlî rûbarên zayîn û jiyanê diçikînin!
Ew her kêlî bi zagonên xwe yê di tariyê de pûç bûyîn
Buharên nûgihayî dişewitînin!
Na esmer,ew ne ji mene û ne ji paytexta welatê mene,
Guh need wan,
Were
Bila her şev çemên laşê me biherikin,
Bila her şev em di nava ava wan çeman de xwe ji gunehên wan bişon!
Şevên me pîrozin,şevên me ji malzaroka dilê me
Tevlî tazîbûna canê me dibin
Û jînê hembêz dikin.
Bila soza me
Berdewamiya şevên me bin Esmer!...
Şevên me pir xweşin Esmer.

NAMEYÊN JI ESMERÊ RE

NAMEYÊN JI ESMERÊ RE





1-Bê te:

Cana min!ji wê dema te xatir xwestî ,rondikên te yê veqetînê
Li ser dilê min bûne çem û girî gera te hestên min
Di nava xwe de dixeniqînin.Dikim nakim dilê min nabe melevan
Û dest û lingên min bi dûriya te hatine girêdan nikarin li berxwe bidin.
Esmera min,ez di zîndana hesreta te de bûme girtiyekî ku heroj ji êşa te kefenekî mirinê çêdikim.Bawer bike,kêlî bi kêlî ber bi mirinê ve diçim û
Aşopên min yê ku jibo dîtina te dikin ahîn gora min dikolin.
Ma nayê bîra te ,dema pora te ya şevînî li ber bê diket û dilê min
Bi ava xwe ew şil dikir û şeh dikir?
Wê demê çavên te yê reş li gel lêvên gulhinarî
Ez vedixwarim,vedixwarim…û em dibûn yek,ne sînor,ne welat,ne ax dikarîn
Textê dîlana me hilweşînin.
Ji ber ku me evîn di nava xwe de kola bû.
Lê vaye bê te,îro bûme sêwî li ber dîwarê bê wijdanan û tenê dibêjim
Esmer ,Esmer..



2-Bêrî kirin:

Bêriya te dikim esmera min!Tu li kûyî ,li kîjan warayî ?
Dilê te çawa li gel te hat û cawa te serpêhatiyên demsalan li pey xwe hişt?
Te cawa axa em pê dileyîstin,kolana em bi gulveker pêşwazî dikirin,ken û yariyên me yê ku çîrokên cîranan bûn jibîr kir?
Tu dizanî ,dilê min bûye qada birînan,li ser dîwarên wê kul û derd navnîşanên xwe dikolin.Dixwazim bikim hawar,xelekên zincîra bê dengiyê bişkînim,lê nizanim çi bibêjim.Bawer nakê were ji balgiyê min pirs bike bila ew xewnên te bibêje,bila mezela min rondikên bi navê te tên xwar bihijmêrê.
Bêriya te dikim can ,bêriya wan ramûsanên li binê stêrkan,bêriya wan peyvên te yê mist evînî dikim.
Bêriya te ,bêriya bêhna te,bêriya germahiya te dikim.
Were esmer,were û wê dûriyê di bejna xwe ya koçerî de nêzî k bike.
Were û careke din em bibin dizê şevê,em bibin dîmenên qedexe!..bêriya te dikim esmer.




3-Kanî ew dîtin:

Hoy cana can!Dîsa her sipêdeyê li şaneşînê rûdinim û
Meşa te,bejna te ya levhatî û kenê te yê dirêjî lêvên min dibûn tînim bîra xwe.
Kanî ew dîtina kolana me geş dikir?
Kanî ew rûgeşiya dibû gulên şaneşîna min?
Erê can,va li şaneşînê rûniştî me û çavê min li deriyê te ye yê ku
Bê deng bûyî û min wek mûmê dihelî ne.
De ka derî veke,wek her car bi wî kirasê tenik awirên min hembêz bike û
Min di bejna xwe de bike evîna bê dawî .



4-Dînê esmerê:

Tu dizanî esmer ji wê dema tu çûyî ta vê demê
Ez di destarê kesaran de têm hêrandin!
Ji hesreta te cilên xwe diqetînim û her çar demsalan dibim
Dînê çolan!Wê demê xelk dibêjin dîno…zarok li pey min dikevin
Û dikin gazî ,wa dîno,wa dîno dînê esmerê.
Erê esmer te ez kirim dîn,dînê evînê,dînê esmerê.






5-Her tişt mirî ye:

Esmer ji wê dema te barkirî nema gulên hewşa min vedibin
Nema dibêjin ev stêr ya mine ev stêr ya te ye.
Nema çavên min zeriyan dibîsnin,
Nema dilê min di nava sing û beran de bi coş lêdixe.
Nema lêvên min şil dibin û nema por li ser balgiyê min pal didin,lewre bê te
Her tişt mirî ye!..