Sonntag, 23. Mai 2010

NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE

Demhat Dêrikî:

NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE

5

DARBEST Û DÎLAN

Esmerê, ev çiya serê zarokên xwe dixwin! Bi bilindbûn, firehbûn û kûrbûn; bi heybetrawestan û zagonên xwe yê çar demsala dikin gazî: " Em ji berê de hene, em dîroeke berî însan in. Li ser singa me; dar, daristan, zinar, lat, ber, şikeft, zozan, newal, gelî, çem, gol, giyanwer; bager, bahoz, lehî, aşût, ba û baran, berf û xweşî!..Hûn min nasnakin, tenê naskirin nebêjin ev çiyane..di rojekê de ez çar demsala dijîm!..Yên min nasbikin, zimanê min nasbikin ez ji wan re xweşîme û yên min nas nekin ez ji wan re goristan im! " Wesa Cûdî, Gabar, Çiyayê Reş, Bakgok, Herekol, Agirî..di çavê me de makzagona xwe ya nenivîsandî bi me didan xwendin…erê esmerê ev zimanê darbesta şehîdekî bû ku em li dorê bûbûn bazinek û di awir û mirûzên vê xatirxwestinê de sed ayatên neletê li xwezayê dihatin xwendin!..di wê kêliyê de tu hatî bîra min, peyvên te yên şevên rojava ku di meşkolanên rojava de di guhê min de olan didan hatin bîra min:" Çiyayên welatê me geh bê bextin, geh serê zarokên xwe dixwin û geh ev çiya heval in, hogir in û jibo vejîna kenê zarokên me hêlîn in! Ev çiya di meşa evînê de, dibistan in. Ezmûnên van dibistanan pir zor in; hindek têk diçin û hindek bi serdikevin û hindek jî di navbera didanê zagonên wan de tên hêrandin!..Lê yê ku zimanê van çiyan bizane ew tim alake bilindin di singa van çiyan de! " Te rast digot esmerê, rastiyeke ku di mijê de, di tariyê de, di şevreşê de kûr kûr bû û her mejî nikarîbû vê rastiyê bibîbînê…va em li bin barana ku her der kirî lehî dimeşîn û darbest li ser milê me ye. Ev ne darbesta yekê bû û ne ya dawî bû ku şopa navê xwe li ser milê me dihişt...roja din keskesorê asîman bi rengê xwe xemiland û pêre pêre dengek bilindbû wek ku bibêjê: " Ho çiyayo, em li virin, tu çend bibe goristan, em ê ew çend di eşqa xwe de ronahîstanan biafirînin! " û ev deng ku bi strana ez xelefim xelefim bû dîlaneke geş li dora agirê ku qet nedixwest bivemirê û her diçû geş dibû, bilind dibû û ken û şahî tevlî dîlana pêlên agir dibûn. Ev bû esmer, darbest û dîlan bi serê hev sond dixwarin û peyama evîneke xelat giran didan çiyayên welatê rojê!

Montag, 17. Mai 2010

Gelo di nava Kurdan de rexne heye?!

Bingeha hemû elternatîfan(afirandina dijber di warê erînî de)rexneye! Rexne li ser hîma xwe dîtinê tê avakirin. Bê xwe dîtin ew rexna tê kirin nagihê armanca xwe û heta dikarim bibêjim ew ne rexneye. Çi dema xwedîtin, xwenaskirin, xweafirandin û di nava vê bizavê de li hember kevniyê nûbûn afirî, wê demê rexne derdikeve pêş. Bê goman ev jî, girêdayî; ji hemû berjewendiyên kesokî dûr, jibo berjewendiyeke giştî xwe pêçana bi dilwêrekiya zanist, bi şêwaz û rêbazên têgihştineke pir alî û rakirina civakê yan kesan di warê moral ve ye. Dema em berê xwe didin zaniyar û fîlozofên şoreşên ewrupî(di warê guhartina civakê de) di riya rexnê de qurbaniyên mezin dane. Lê, di civakê de raman û dîtinên wan bûne eltrenatîf,bûne avakirin.

Dema em berê xwe didin şoreşên civakî, her şoreşek li dijî pergala civaka Kevin serî hildayî rexneke! Xweza jî wesaye, xudan vê guhartinê ye û di nava xwe de li ser dînamîkên hêza guhartina xwe

, her qonaxeke xwe rexneye ji qonaxa din re. Lê cudahiya di navbera xweza û civakê de kes hene, ew kesên di kestiya xwe de civaka nû ava dikin û di nava civaka Kevin de belav dikin ta digihin armanca xwe, anku çandeke nû, çandeke ji ya berê pêşketîtir, yan avakirina civakeke nû. Rastiya gelek serok û kesên bi navê pêxembertiyê xwe bi nav kirîn yan xwe nûnerê yezdan dîtin ev e. Lê di serdema ku em îro têde dijîn kurd,(ez behsa nivîskarên kurd dikim)dûrî vê rastiyê ne. Divê em xwe dûrî xwe nepxandinê û pesnan û zirtan bikin, divê em şojinê di çavê xwe re bikin û baş xwe li ber neynika rastiya xwe, xwe bibînin. Lewre, gelek nivîskar û rewşenbîrên me di bin awiran re li xelkê dinêrin, bi serê lêvê diaxivin, felsefa pozbilindiyê (ji xwe li wan nayê)bikartînin û xwe li qatê herî bilind dibînin û xelkê li qatê herî jêr dibînin. Ev nefsiya pir xirab ji bindestiya wan tê. Rastî bêjim, hindek ji wan pergala ku Tirkan û Ereban ser wan dayî pêkînan, hemen tişt îro li ser xelkê bi rêve dibin. Li vir em ê çawa bibêjin çanda rexnê di nava nivîskaran de heye? Hêj di mejiyê me de êlîtî, mirovatî, hevalê nêzîk..û yê ne ji partiya min be ez tu giringiyê nadimê heye. Heta îro em nikarin rexneke avakar li hev bikin û sedem jî; me hêj xwe wek laternatîf avanekiriye.

Rexne di nava kurdan de nîne, heta niha pirtûkeke bi zimanê kurdî(min nedîtiye, belê dibe bi erebî û tirkî hebe, lê ji min re bi zimanê biyanan ne giringe, lewre tu xizmeta wan zimana dike ne zimanê min)wek rexne nîne. Nexwe rexne li cem kurdan tê çi wateyê? Şer! Pesin dayîn!..û ev li gor têgeha rexnê ji rexnê dûre. Di nava me de; çavderxistin, zikreşî, ezezî û ger were xwestin gef jî tên bikarînan. Wek nimûna kekê Dilbixwîn Dara(ez ne parêzvanê wî me û her yek di dîtina xwe de azade)û Şivan Perwer. Gelek kesên din jî dibin qurbana hindek kesên din, anku hindek kes wan pivdidin û dinivîsîn. Ev tev ji rexnê û sinca rexnê dûrin. Nimûne; dema ez romaneke Helîm Yûsiv rexne bikim, divê ez peyv bi peyv, hevok bi hevok nasbikim, din nav de kûr biçim û jibo xizmeta romana kurdî ez bi xudanê romanê re bi rêz û di nava dilferehiyekê de hemû kêmasî li gel elternatîfên wan li ber rêz bikim û wî di nava dilxweşiyê de bihêlim. Anku, hemû riyên rexnê divê di xizmeta wêjeya kurdî de be. Lê, îro ya di navbera nivîskarên kurd de tê kirin dûrî vê rastiyê ye.

Rastî ev e; pêdiviya me bi rexnevanên ku nûbûn di kestiya xwe de avakirîn heye, pêdiviya me berhemên rexnê( ez bawerim kekê Ezîz Xemcivîn niha berhemeke wesa amade dike li gor ez nivîsandinên wî dixwînim)heye, lê bi zimanê kurdî. Divê çanda rexnê di nava me de were avakirin, jibilî vê avakirin nabe û wê kesek ji me nebêjê mastê min tirşe! Em jibîr nekin, sedeme herî sereke ku piraniya nivîskarên kurd dûrî hevin(gelek ji wan tên cem hev, lê dema radibn gora hev dikolin!)nebûna çanda rexnê di nava wan de ye.

Freitag, 14. Mai 2010

4. NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE

4. NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE

Demhat Dêrikî

ÇIYAYÊ GABAR:




Esmerê, ew çiyayê ku min û te di şevên başûrê biçûk de, di pirtûka zimanê çiyan de dixwend û li bin tava tebaxê a sincirî li gel palevanên deşta hesinan strana wê digot û sonda me ew çiya bû, pêngavên me ew çiya bû, evîna me ew çiya bû…va li ber min wek navê xwe di êvareke bêhn şewateke bê nasnamayî de rawestiye û dike gazî:"Hûn bi xêrhatin warê Egîdan, warê fermandarê ku li vî çiyayî dîrok, dîrokeke vejîn û lehengiyê nivîsandî!". Erê, va li wirim û her der bê deneg, bêhna mirinê di êvara vî çiyayî de difore! Avhewake fetisandinê ku mirov dibêjê qey deh dest xwe avêtine zengelorkê û dixwazin min bikujin, li vî çiyayî xwe pêçaye!..mirin û jiyan, jiyan û mirin li serê vê çiyayî li ser eniya me nasname xwe dinivîsand…wesa esmerê, em di nava vê gera xwe naskirinê de li ser kaniyeke Gabar rawestiyan…Nizanim ew çend demjmêr bûn diranên xwe temenê me dixwar û lêvên me bi hesreta çend dilopên avê bûbûn erdek şeqitî û tiliyên ji pêlavan revîn nameyên janwermandinê ji dilê me re dixwend…lê hêj çav û lêv bi eşqa avê şanebûbûn, me hew dît em bûn mêhvanê marekî di navbera du zinaran de. Ji alîkî ve çavê me li mar û ji aliyê din ve guhên me li dengê mirina ku li asîmanê çiyayê Gabarê digeriye bû. Zarokên gurên birçî di nava çend xuleyan de Gabar kirin dojeh!..bêhna agir, bêhna şewatê û bêhna goşt û dengê diruşmeyên xakhez di nava hev de bûne tabloyeke zindî ji tirajêdiya evîna vê xakê esmerê!..Erê esmerê, ev der Gabare; geh gor û goristane, geh hêviyên jina ku bi sed salane dike nale nal, destmala sergovendkêşe!...ev der ew çiyaye ku min û te xewnên xwe li ser avadikirin esmerê!

Sonntag, 2. Mai 2010

3.NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE

3.NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE

Demhat Dêrikî

JI CÛDÎ BER BI GABAR VE:


Esmerê, niha xweza hêdî hêdî kirasê şevê bi ser xwe de tînê û ez xwe ji rêwitiya di nava şevê de amade dikim. Ez pêjin dikim ku çûka ser dara cûdî li ser kevîka pencereya te ya ji nameyên min re vekirî danî û te li gel çend rondikan çûk di dilê xwe yê ku niha di dilê min dengê tika tika wê dike hembêzkir. Çûk hilgire esmer can, bila dilê te jêre hêlîn be û pora te ya şevnim bila jêre star be, bila dêmên te jêre bax bin, bila lêvxunava te jêre av be, bila kanîka çavê te jêre ronahîstan be…jiber ew çûk ez im esmerê!..va diçim, ji cûdî, ji pezkoviyên cûdî, ji; şev, bêhna xwezaya cûdî, dar û zinar, hingiv û kanî, şer û govendên cûdî xatir dixwazim û diçim...diçim û niha şev e, şeveke bê denge..û komek ji şervanên xakê ku ayatên welatê her du çeman di dilê xwe de dixwendin li bin banê stêrkan dimeşîn û xatir ji gundên cûdî(Sipîndarok, Gundikê Remo, Akêt, Gilindor, Çifane, Şelarût, Serêdehlê, Avkamasiyan, Beskamêrsinê, Govka bapîrê Remo…), ji çavên wan zarokan ku di çavê min de hawara xwe dighiandin rojên felatê û ez di nava kenên xwe yê bê guneh de dibirim welatê şewatê…dixwestin û li pey min, tenûreke ji êgir ku di nav de dibûm pizot û hemû canê min di nava xwe de dîldikir, dima! Na na, nedima, ew tenûr, ew agir, ew gazind, ew ken, ew hêvî bi min re bû û ber bi Gabar ve dimeşîm..dimeşîn…di meşa me de carna tofan bû, lê ev tofan ne ya nebî Nûh bû; dengên hov, dengê agirê "nûjeniya" hovmirovên zarokên gurên mijhez ku şev bi agirê dojehî dikirin mirin! Mirin… bêhna şewata çermên kezîdirêjan, periyên welatê min û xortên nû bi jiyanê sond dixwarin di meşê de difroî! Diforî û dengê tilîliyên "ev xak xaka me ye, ev dîrok ya me ye, ev rûmeta me ye, ev dengevdana ayatên avestaye!" di nava tofanê d dê weledê xwe diavêtin esmerê. Erê esmer; geh darbest, geh ken, geh birîndarî, geh evîn… û her te di dilê min de navê xwe dikola esmerê!

Samstag, 24. April 2010

2: NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE

Demhat Dêrikî:

NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE


2

ÇÛKA SER DARA ÇIYAYÊ CÛDÎ... :

Dema li ber wê zinarê çavê min vebû, min serê xwe ber bi zinarê ve bilind kir, pezkovî çûbû…tîjikên rokê li ser qada rûyê min dileyistin, te digot qey dixwazin min ji pêjna dilê min ê şevê din ku bê jimar rondik ber bi rojava ve berandî şiyar bikin, esmerê. Di wê navberê de dengê çûka serê darê bilind bû; dengek xweş, awazek dilveker.. berê çûk li min bû, her diçû çîv çîv bilind dibû û girnijîn; girnijîna esmerê di nava min de xwe dida rûkê min. Wê demê min tîjik ji bîr kirin, hestên min dest bi nivîsandina nameyeke din ji esmerê re kir û peyv ber bi çûk ve herikîn: Waa çûka serê darê, vê nameya min hilgire, firbide û li ber pencereya esmerê deyne. Lê, di bextê te de me, li xwe miqate be, ha ji teyrên baz hebe te nekin nêçîra xwe, da nameya min jî nebe çîroka dûrketinê. Here û bi lez jêre bibêje; evîndarê te, li Cûdiyê miradan bi bêrîkirina te, birînên xwe dipêçe û di nava hesreta hembêzkirina sing û berê te de, di meş çiyayê Cûdî de, di her şopekê de navê te dike gulek!.. Erê çûka li serê darê, hêj ew tiketika dilê min ê ku dilopên kirîstal ê canê te ew di nava xwe de zindî dihişt û me du dil dikirin yek di şevên sînorê şermê û ayatên qedexekirinê derbas dikirin, zindî ye!... Jêre bibêje, li serê vî çiyayî, di nava dar û ber û dengê belafirên xwezakuj û jînkuj de, di nava; ken, xemgînî, govend û pêkeniyên zarokên welatê çiyan de, ew rastîçîroka te ji min re digot, çîroka; Amûdê, agirê sînema ku bi pencên gurên çavsor vêketî û zarok bûyîn gogkên êgir û li ber bêhna goştên çermên nazik bi meya sipî serxweş dibûn, bi min re ye û di guhê min de dengvedana dubarekirina dengê te ye…Jêre bibêje çûka ser darê; di berfa Cûdî de, di bagera Cûdî de, di buhara Cûdî de, her tu yî, her navê te ye; di civatên gundikê Remo, serê dehlê, sipîndarê her tu bûyî peyva min a yekê û ya dawî esmerê!..

1: NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE

Demhat Dêrikî:

NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE


1

JI ÇIYAYÊ CÛDÎ JI TE RE DINIVÎSIM:

Esmerê! Niha pişta min li dara berûyê ye û tiliyên min çixareyeke tutina xursê dipêçe.. Û dûman di şeva bêdeng de belav dibe, lê ez li wir im û ne li wir im. Bilindahî û heybeta Cûdî ji bîr dikim. Tenê tu û rojên rojava di lênûska hişê min de, xwe zindî dikin, xwe dubare dikin. Erê erê, tenê meşxezaliya te, kenkevokiya te, awirvedana te ya ku bi dehan xortan bajarên xewnên xwe li ser ava dikirin û dêmên te yên qada kenê zarokan bû, ronîvedana çavê te ya ku dergûşa evîndaran bû… hebû… lê nema zanim, ev tablo li kolanên Dêrikê, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Serê kaniyê bû, yan jî; li kolanên Amûda şewatê, Qamişloka evînê, Hisiçayê, Efrînê, Kobanê… gelo li kolanên Enteriyê, Qudurbegê û Qeneswêsê bû, yan jî, li ber çîtikên çemê Ceqceqê bû?.. lê dizanim ku ew esmer, ew keça rojava bû… hêj pişta min li wê darê ye, şev bêdeng e, aram e.. Tu dibêjî ev ne cûdiyê berî çend rojan xwezginiyên bûkê dê weledê xwe li ser diavêtin û mil ji darbestan dihatin daxdan. Na na, tenê dilê min şiyar e, tenê dengê dilê min di vê şeva Cûdî de, di nava serpêhatiyên esmerê de rêwî ye.. Û çavê min ber bi stêrkan ve bilind dibe. Asîmanek şîn, bê jimar stêrk diçirisin û geh li vê stêrkê û geh li wê stêrkê li te digerim, ger berdewam e… Di wê kêliyê de, tenê ez û stêrkek dibin yek û ji te re dibêjim esmerê; aaax û dîsa ax ji kaniyên êşan!... Me nû hev naskiribû esmer, hêj ji nû çîroka evîna me di nava keç û xortan de belav dibû… Hêj ji bêhna xuhdana te têr nebûbûm, hêj ji bêhna pora te têr nebûbûm, hêj ji ramûsanên min, memik û lêvên te yê hingivîn têr nebûbûn, hêj ji qehwe destê te têr nebûbûm û hêj ji strana Nisrîn a Mihemed Şêxo têr nebûbûm, bûme rêwiyekî riya dûr….esmer, niha ne li ber dara berûyê… û şev hêdî hêdî xatir dixwaze.. Bi xemla tavsorka çiyayê Cûdî re, pala min li zinara ku li ser pezkoviyek ji vê dîmenê re nimêj dike, rondikên min ber ava mezin ve diherikîn, dilê min dikelî, dilê min dikir girî, dilê min pêjin dikir ku pêlên vê avê peyama min ji esmera rojava re dixwîne!

Samstag, 10. April 2010

7.NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE

7.NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE


Demhat Dêrikî



7.

Piştî wê şeva dawî û çend demên dengvedana peyvên ku dilbajarê min di tarîstanê û goristanê de hiştî, ev bû çend dem nizanim, ji dilê min êş jidayîk dibin û her êşek di kûrahiya êşekê de konê xwe vedide û li ser konreş ê xwe dinivîse "ma tu nizane, li vî welatî evîn qedexeye!" …Nizanim esmerê, dibe ev nameya dawî be, dibe ev despêka nameyeke din be, dibe ev xatirxwestineke bê dawî be di pirtûka bê dawiyê de esmerê… Lê tu bi serê wan stêrkankî ew stêrkên ku min di şevên bê xew de bi kenê du dulan kirî ristik û diyarî gerdena te kirî, tu bi serê wê gulberfînêkî, ew berfîna ku min li heyamên sêlaxê û sêlsorê diyarî te kirî, tu bi serê dilê minkî, ew dilê ku min ji singê derxstî û kirî destegul û diyarî te kirî…jibîr neke, na na qet jibîr neke ku min çar pirtûkên pîroz û not û neh navên pîroz gorî şevên te kir, jibîr neke ku min; Manî, Halacî Mensûr û Şêx Bedredîn di ramûsanên şevê te de jibîrkirin. Na, qet jibîr neke, ez di dibistana evîna dilê te de bûm xwendekarê kenê te, awirên te, birûyên te, dêmên te, rengesmeriya te û min ji toza lingê te xwe avakir û li ber dergehên şevê te bûme lehengê sing û berê te! Ger tu bawer nake, here ji kevinekevirên kelha Amedê pirs bike, ger tu bawer neke, here ji wan zarokan pirs bike ewên navê min kirîn dînê esmerê, ger tu bawer nake here ji zevî genimê şîn pirs bike, wê tev ji te re ji ferhenga ji hevokekê pêkhatî bibêjin " Wî ji te hezkir!" . Ji wê demê ta vê demê min hemû hezkirin di hezkirina te de wendakirin, min hemû hezkirin gorî wê xweşikbûna te kir… Û niha tu dibêje bi xatrê te, niha tu dibêje min jibîr bike, ma te jibîrkir min pirtûka xatirxwestinê bi agirê du dilan şewitand?.. Ma ez ê çawa te jibîr bikim û min navê te bi serê derziyê li ser dilê xwe kola? Na esmerê, ez ê her wek xwe, wek rondikên xwe, wek êşên xwe, wek jiyana xwe ji te hezbikim û ez ê Bekoyan û yezdanên nexêrê di ronahîstana eşqa dilê xwe de bingor bikim!..Tu diçe biçe, lê wek xwe biçe, wek dîtina xwe biçe, wek xatirxwestina xwe biçe…lê ez ê her elboma wêne û serpêhatiyên te di dilê xwe de hilgirim û çîroka xwe ji hemû demsalên jibîrbûyî re bibêjim.

Dawî

Mittwoch, 7. April 2010

NEXTÊ MIN ZIMAN E!

NEXTÊ MIN ZIMAN E!

Demhat Dêrikî


Berî bîst sala min keçek naskir, lê ma çi keç bû?!
Pora wê ji rengê şevê, nerm û dirêj heta gozekê; esmer û di wê esmeriya xwe de dil dikir sorsêl! Ma çav? Du çavên fincanî li ser ku çavên keçên bedewiyan gorî wê dibûn û di çavrengê wê yê qehwe de bejn diçemandin û di mijang û birhên wê de hezar Memo dibûn cangorî û di awirvedana wê de hezar Derwêş ê Evdî bi çolan diketin...û ew sermemik û memikên wek hermiyan ku bi hezran leheng destê xwe jêdikirin û diyarê wê dikirin da ku di nava destê wan de bibe hevîr! Lê xudê, ew çi dêm bûn çar pirtûkan li ser dikirin ceng? Li ser dêmên wê tim buharê konê xwe vedabû û li ser rûkê wê çar demsal bi hev re dijiyan!..erê ev ew keç bû; ji Dêrikê ta Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê kaniyê, Hesekê, Efrînê; ji Zaxo ta Mehabat, Amed, bi evîneke ku di dilê min de bûbû tenûreke agir vêxistî û kêlî, roj, meh û sal, min nanê wê di wir de dikir xurmereng li pey bûm. Caran jibo wê bikim mêhvana şevên xwe û agirê lêvên xwe vemrînim û rawana xwe hênik bikim; kefenê çiyan li min dihate pêçan, di cenga bager û birûskan de dibûm miriyek li ser darbesta feleka xayîn û caran rondik ji çavê min diherikîn wek lehiyên çembharan û wek dînanan bi çolan diketim û keçkên xelkê digotin: " Demhat, were, va şevên me gazî te dikin, meya lêvên me gazî lêvên te dikin, memikên me yê li benda destê te ne, dilerzin, rawana me li benda xuhdana canê te ye!.." lê her li ser şopa wê bûm; geh di geliyan de werdibûm, geh di avnewalan de noq dibûm...caran jî, min xwe bi kirasê wê ye bêhnxwezayî digirt û min digot: Ji te re rstikik ji stêran, digot; ez naxwazim...caran li çol sêlxakê digihamê û min berfînek diyarê wê dikir, digot; ez naxwazim û caran min perî û xwedawend dianîn nimêja qublegeha wê, digot; naxwazim...min nema xwe girt û min kir qîr, de bêêêêêêêêêêêêêêêj keça xudê, de bêj, de bêj mane te ez kuştim! Temenê min di gera ser şopa lingê te de piştxûz bû, ka bêj. Di wê rawestgehê de keçê awirek ji min veda, ez yê wek çiyakî hejiyam û got: " ziman dixwazim, here fêrî zimanê min bibe, ez Tirkî, Erebî û Farisî tênagêhêjim! " Matmayî çavê min zîq ketin çavê wê, wê demê min got; wax wax, ma ev bîst sale ez bi çi zimanî li gel te diaxivim, ma ne kurdiye? Careke din awir ji min veda û got: " Kurdî?! Ev çi kurdiyeke peritiye dagirtî peyvên Tirkî, Erebî û Farisiye, ev çi ye? Ma tu şerm nake? Va zimanê dinyayê henekê xwe bi te dikin, tu di nava wan zimana de bûyî pêkeniyê xelkê! Ma çavê te nabînin çawa xelk bi zimanê xwe ji keyfa serxweş dibin?..here here, evîna te li cem min nîne, daxwazên te li cem min nînin. Ez xortekî dixwazim ku bikare nextê min bide, ew jî zimane...wê demê ez ê hemû şevên xwe di şevên wî de bikim gorî!

Dienstag, 6. April 2010

6. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE

6. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE


Demhat Dêrikî

6


Ji wê dema min li ber pencereya te û li bin barana wê şevê ku dilê min nedixwest xatir ji te bixwaze… û ez bi rêketîm, romana ramûsanên te, peyva "divê hezkirin di kurdî de erzan nebe!.." û hevokên te yê ji keskesoran dixwînim… Di wê şevê de, di wê şeva baranî de, li wê mezela te ya bi rengê Amedê hatî xemlandin serê min li ser sing û berê te bû û hemû peyvên te ji dilê stêrkan, ji dilê buharê diherikîn û li ser giyana min bîrên xwe dikolan. Tê bîra te esmerê, te digot: "Demhat, tu zanê, berî çend rojekê ez û hevaleke xwe bi hev re dimeşîn. Lê nêzîkî riya mala me, zeviyê genim heye. Çawa çavê me bi genimê şîn ket, em ber ve meşîn, em dimeşîn û wesa bayek xweş rû û canê min dialîst û bêhna şîniyê li pozê min dixist û xwe bera nava cerg û giyana min dida, min pêjin dikir ez bûme perpirîkek û dixwazim fir bidim, ew çend dilê min geş bû!..Ba û bêhna şîniyê xwe li min dipêça. Wê demê min xwe di nava tabloyeke şêwekarekî evînxwezayî de didît…ma çend xweş bû, gelek şabûm û min xwe di nava deryayeke aramiyê de didît!.." Wê kêliyê de û piştî bi girnijînî te peyvên hingivînî bi dawî anî, min destê xwe dida pora te ya şevnimî û li ser rûkê xwe yê ku girnijîna te welatê xwe yê ji kulilkan li ser avakirî, bir û anî, û min ji te re digot esmerê: Ma tu nizane? Ew şîngenim ez bûm, ew bêhn bêhna ramûsanên me yê qedex bû, ew tablo dilê min bû, ew şêwekar hestevîna min bû, ew dilgeşiya te dîtina min bû, ew deriyaya aramiyê hezkirina min bû esmerê..niha jî, wê romanê dixwînim, dixwînim… ne jê têr dibim, ne bi dawî dibe û nejî dixwazim bi dawî bibe esmerê!..

Sonntag, 4. April 2010

5. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE

5. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE


Demhat Dêrikî

5

Bibore can esmer, li pênûsê geriyam min nedît, li lênûskê geriyam min nedît...û şev bû, şevek sêwî, ne stêrk hebûn, ne bêhna gulên me hebûn û bayek sar xwel li dora min pêçabû...lê ez li ber pencereya te bûm, li vir tenê di dilê min de dîmenên wêneyên te agirdank bû!..û baran, baraneke nedîtî canê min di nava xwe de daduqurtand. Baran dibarî û min jî, ji hestîkên xwe pênûseke çêkir û hestên xwe jêre kir hibir û dilê xwe kir lênûsk û min wesa li ser nivîsî can: Gulbûka dildanka min esmer, nizanim ev bû çend dem li ber penceraya te wek mirdekî, tizbiyê not û neh lib bi navê te dihijmêrim û di evîna te de elfebaya evîna te dixwînim û di bajarê te de, fêrî melevaniya çemên te dibim da ku ev pencereya te vebe can! Min li wir, li ber wê pencerê, gelek caran bi rondikên hesreta dîtinê hêvî çandin, gelek caran li wir, li wê kolanê, li ber wê pencerê cîranên we ji min re gotin" ev te hişê xwe winda kiriye?!" û gelek caran li wir, zarokên Amedê navê min kirin dînê esmerê!..Erê, hêj baran dibare esmer, hêj ez li wirim, hêj xewnên te yê kolanên Duhoka Dasiniya bi min re ne, hêj dilgenmê te bi min re ye. Hêj ez li wirim, li ber pencereya te wan hêviyan ne bi baranê, bi hêsirên çavê xwe avdidim. Baran heye esmer, baran dibare û çavê min li pencereya te ye. Ji nişkave pencere vedibe, nizanim ev xewne yan rastiye? Hêdî hêdî vedibe....wey xudê! ev çi xweşikbûne, ev çi rengesmer şîrîne?!.. Baran dibare, êdî pencere vekiriye, esmer dikene û li ber kenê wê hemû xwedawend di rûkê wê de dikenin û didanên wê yê wek berfa zegrosan sipî di tariya şevê de dibin elmas û diçirsin, şeva min ron dikin...êdî ne pêjna baranê dikim, ne pêjna xwe dikim, tenê esmer, esmer, esmer û şeva esmerê min dibe...evder ne buhuşta Hesen Sebahe, ma periyên Hesen Sebah li ber buhuşta esmerê çi ye?! Evder Amed e û evder paytexta evîna dilê min e ku niha mêhvanê şeva wê me... û va ez diçim, dilê te, pencereya te, şeva te di dilê xwe de dibim û dibêjim; bila hemû şevên te pencereyake vekirîbin esmerê. Heta nameke din şevbaş.

Donnerstag, 1. April 2010

4. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE

4. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE


Demhat Dêrikî

Îro, dema Duhoka dasiniya kirasê êvarê li xwe dikir û asîmanê parçe ewrî sonda baran barînê bi çend birûskan ji êvarê re dida, ez di nava xewna te ya şevê din de gereke bê nasname bûm li kolanên ku çirayên xwe bê biryar bûn..caran tarî bû, caran jî çend stêrkên ku serê xwe di nav parçe ewran de hildidan û ronahiyeke melûl didan xwezaya vî bajarî…dimeşîm, geh di tarîstanê de û geh di ronahîstanê de ber bi navnîşaneke nediyar ve dimeşîm û xewna te li ser qada ramanên min ala xwe bilind kiribû. Erê şevê din tu bi kirasbûkaniyê, bi kenkevokî, bi meşhêvronî dihatî û di nava stêrkên welatê dilê min de dibûyî xatûna stêrkan esmerê! Şev êdî şeva me bû; xak ew şev bû, çem û rûbar ew şev bû..di vê şevê de welatek ji beybûna dihate avakirin, di vê şevê de hemû qedexe di sing û berê te de bingor dibûn, di vê şevê de û di navbera agirîn lêva te de çirayên Amedê vêdiketin û bi hezaran çira ber bi ronîvedana dilê te ve dibezîn û ez di nav çempîroziya te de dihatim tewafa te, esmerê!..dema ji xwe şiyar bûyîm jî, hêj bêhna ramûsanên te li ser balîfa min diforî û li hemû deverên mezle min şewqa çavên te yên fincanî çîroka wê şevê ji çavê min re digotin. Wê demê min bi lez pencere vekir û wek her sibeh min got, rojbaş, silav û gulav esmerê…û ji nişkave dilopên baranê rûyê min yê ku dîmena te konê xwe ser vedabû di nava ramûsana de hişt û dengê ajotkarê tirimbêlê di guhê min de olan da;" hêêêêê, gênco ma tu dengê tut tuta tirmbêlê nake? Ev bû demek ez gazî te dikim, ev te xêra, çi bela te ye, ev tu evîndarî?.." wê demê her du dêmên min bûne du hinargul û bi gavne şermînî min got; bibore, hêvî dikim bibore, haja min ji te nebû…û meşîm û di meşa min de dubare wênedanka te li ber çavê min zîndî bû û careke din di nava xewna wê şevê de noq bûm..heta namyeke din di wê şevê de bimîne esmerê

Dienstag, 30. März 2010

3. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE

3. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE



Demhat Dêrikî



Ji şevek e din, ji bêhna baranê û rûgeşiya xwezayê û ji elboma ji wêneyên serpêhatiyên te, tên dagirtin silav û gulav esmerê…niha ez û şeva şiyar di nava elbomdanka te de rêwîne, dimeşin û çavê min li ser wêneyên te digerin û carna li rewstgehên dîmenên te dibim bêhnvedan...lê esmera bakur, ev çi çavin lêê, ev çi çavên qehwe rengin dihêle qehwe û çixara min daqurtînin?! Ev çi dêmên û çi lêvên di mejîdanka min de sed gulên renge reng vedikin? Ev çi bejne lê, dilê min tê qublegha wê û jêre nimêj dike û not û neh navên buhuştî di perstgeha wê de rêz dike!? De bila periyên buhuşta Hesen Sebah gorî wê meşa te bin ya li ser pêpelûkên kelha Amedê…ev çi ye? Wêneyek din, wêneyeke cuda! Di vê wêneyê de te bi cilên berfînî xwe pêçaye, na na,jor berfînî, jêr reşrengî heye. Her çend ji reşê hez nakim lê her du reng dilê te vedikin û ez jî dibim evîndarê wê. Di wêne de tu dikene û ji kenê te perî dibarin…ew çi denge? Erê erê dengê Kemanê ye, kemana Farid Farjad di dilê te de dibe deng û kenê te ji wî dengî diherike û ez li vir, di nava wênedankê de bi kenê te re dibim yek, ber bi te ve têm, dixwazim fêrî raza wî bibim. Caran ev ken xemgîne, caran melûle û caran di dilê min de bajarê hêviyan avadike, lê her piyalên serxweşiya şahiyê bi dengê kemanê bi ser xwe de dike…dengê kemanê bilindtir dibe, ken ber bi dikê ve diçe û dibêjê"berdewam be berdewam be, qet bi dawî nebe…"keman şevê dîn dike, şev jî dibe keman û xwe jibîr dike…û ez bi dengê Mihemed Şêxo xatir ji te dixwazim esmerê,ta nameyeke din ji rengê te şevbaş.

2.NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE

NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE

Demhat Dêrikî



2.

Esmerê, şevê din dilê me di şevke bazozanî de li ber kevinedîwarê kelha Amedê bi zimanê stêrkan navê xwe di ronahîvedana heyvê de dineqişandin…wan kêliyan serê min li ser kemaxê te bû û narîn tiliyên te di nav pora min de çîroka dilgenimê xwe ji hestên min re bi awazkemanî digot. Wê demê min jî, yezdanê şer, yezdanê xêrnexwaziyê dikirin gorî dengê dilê te û min di navbera lêvên te de ew di poşmaniya poşmaniyê de dibirin sêdarên yezdanê evînê!..Lê ew çi bû? Ji nişkan ve, ewran asîman dagirdikir û çavê min bi rondikên te şildibûn û te digot"xwezî tu li Amedê bane, xwezî min tu li vir naskiribane, xwezî tu azadbane…"na na wesa nebêj, ji dema tu li ser dilê min bûyî cotiyar, Amed, kolanên Amedê, jibo te, jibo kenzarokaniya te, jibo hezkirinên te, jibo xewndaxwazên te dilê min bir, ji wê demê were ez li Amedim û dilê min di ava dilê te de nasnameya azadiya xwe wergirt…şev berdewam bû, hêj narîn tiliyên te di nava pora min de çîroka dilgenmê xwe digot…nizanim, di wê navberê de destê min dirêjî destê te bûn, pêre pêre stêrik ji çavê te barîn tevlî şeva me bûn..can dilerzîn, sînor bi germahiya agirê heneseyan di melevaniya deriyaya şevê de wenda dibûn…heta nameke din di nava xewnên gulgulî de bimîne.

Donnerstag, 25. März 2010

1.NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE

1.NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE



Demhat Dêrikî

1


Ji wê dema te pencereya dil xwe vekirî û kenê te tovê hezkirnê li ser deşta dilê min bi kedcotyar pîroziyê reşandî û bi dilav avdayî, ev dil ducan bû esmerê!..û ka niha were esmer, dergehê vî dilê ku te çandî veke û bi girnijîna xwe ya amedî temaşe bike…wa peyvên te, kenê te, şevên te, xewnên te, beybûn, nêrgiz û bûkgulên zeviyên te, bûne zêrgenemên serhildêr û li ber awaz bayê te yê ji welatê evîna te xwe dihejînin…
Erê esmera bakurî, niha lib genemên te di pirtûk eşqa Cizîrî û Xanî de xwe dana ber tîjkên rokê û sînoran û qedexeyan û şermhevokan bi dengvedana nanê tenûra hezkirna te dadweşînin û bêrîkirinê di bêrîkirina bîra me de hembêz dikin. Ev e dilê min esmer, ev ew dile yê ku kêlî kêlî dibe benîşt di lênûska qereçiyan de, ev ew dile yê ku bekoyên nûjen di kenderewên xwe de bi peyvzikreşî di tarsitana xwe de gora wî dikolin û hawara xwe digihînin yezdanê poşmaniyê û çolstriyan da ku vî agirî vemirinîn û dilgenim diyarî kurmikên ji xwe bikin…Lê, ev dil dilê te ye û ev genim ji dilopên xuhdana bîrevîna te ye esmerê!…

Mittwoch, 24. März 2010

JI ESMERA BAKUR RE

JI ESMERA BAKUR RE





Esmera bakur, jibo te û jibo caniya te,
dilê min di destarê hest û bangewaziya wêneya kiras bedewbûna te de, sînor, tofanên bendemanê,
rawestgehên xeydok û poşmaniyê hêrandin
û ber bi te ve bû rêwiyek ji biryarê, esmerê.
Niha ev dil li wire,
li bajarê dergûşa evîna te,
li wan kolanên ku helbesta şopa lingê te
di leyistikên zarokan de dibêje, digere…
niha ev dil li wire,
li ser kevnekevirên kelha Amedê
bi girnijîna lêvên te navê min û te dikole!..
Êdî ev dil li wire esmera bakur,
di beybûn, nêrgiz û bûkgulên zeviyan de
bajarê evîna te avadike û di stêr ronahîvedana çavê te de, xwe ji nûve avadike û di şevpîroziyên te de
xwe ji hemû gunehan dişo, esmera bakur!..

Samstag, 20. März 2010

Şev jî diaxive, yekem dîwana Demhat Dêrikî derket


Şev jî diaxive, yekem dîwana Demhat Dêrikî derket

AVESTA... Ji weşanên Yekîtiya nivîskarên Kurd li Duhokê, yekem dîwana helbestvan Demhat Dêrikî derket
Yekemîn berhemê helbestvan Demhat Dêrikî (ŞEV JÎ DIAXIVE) ji aliyê yekêtiya nivîskarên Duhokê ve(ji weşanên êkîtiya nivîserên Kurd-Duhok)hate çapkirin. Ev pirtûka ji 35 helbestan pêk tê, di roja helbestê de li bingehê yekêtiya nivîskarên Duhok hate belvakirin. Piraniya helbestên vê pirtûkê; şev, evîna şevê, peyama
şevê, zimanê şevê, qîrîn û gazindên ji şevê tine ziman.
Pêşgotina pirtûkê ji aliyê mamoste Ehmedê Huseyinî ve hatiye nivîsandin.
Derhênana hunerî: Govend Omer

Kevelê Bergî: Bîranînên Tazî: Canê Omer

Çapa êkê-Çapxana Hawar-Duhok.2O1O

Tîraj: 500 Dane
Hijmara Weşanê: 181
www.duhokwriters.com

Jimara spardinê: 2044 sala 2010 li Pirtûkxana Bedirxaniyan-wezareta rewşenbîrî û lawan ya hûkûmeta herêma Kurdistanê.

Freitag, 19. März 2010

Roja cîhanî ya helbestê li Duhokê hate sazkirin

Roja cîhanî ya helbestê li Duhokê hate sazkirin

Bi helketa bîreweriyên Newroz û Avdar û serhildanê û ji bo zîndîkirina roja cîhanî ya helbestê û çapbûna 10 dîwanên helbestan ji projê weşanên yeketiya nivîskaran, êvareka helbestxwandinê bo hejmareka helbestvanan hate amadekirin. Li destpêkê helbestvan Beşîr Mizûrî peyvek bi navê yeketiyê xwand û behsa rolê helbestvanan di nava civak û milletan de kir, herwisan li ser giringî û buhadariya helbestê û helbestvanan rawestiya. Paşî xanim Ayişa Şewket bêjera televziyona Duhok a lokal helbestvan pêşkêşî amadeyan kirin. Hindek ji helbestvanên beşdar: Hizirvan, Şemal Akreyî, Kemal Silêvanî, Abdulrehman Bamernî, Beyar Bavî, Dayka Dalya, Tîroj, Heval Findî, Qadir Qeçax, Layiq Cemal, Nacî Taha, Mesûd Xelef, Demhat Dêrikî, Selman Şêxmem, Dilbirîn Halo, Ehmed Şûşî. Di pey re beşê duyê ji êvarê destpêkir ew jî belavkirina dîwanên helbestê ji aliyê xwediyên wan ve. Hejî gotinê ye ku hunermend Izzedîn Temo bi awazên saza xwe êvar xemiland.


























ŞEHÎDÊN NEWROZÊ


Demhat Dêrikî:

ŞEHÎDÊN NEWROZÊ

Hêj hûn li wir in,

li wan çiyan, bin wan daran, ber wan zinaran,

li wan kolan û bajaran taristanê bin pê dikin

û ronahîstanê di gorên xwe de diafirînin!..hêj hûn li wir in.

De bila yezdanê bayê, yezdanê eşqê, yezdanê rojê, yezdanê buharê di ferhenga te de ya ku her peyvek ji soza biryarê di kevir de afirî ye, serê xwe biçemînin û di perestgeha xakevîna te de nimêja rozerîna eniya te bikin.

Şehîdên newrozê, pakrawanên dengvedanê û xwezgîniyên gulê!..va hêj dilopên wê yên xwîndozê, romana pîrozxwazê li ser dilê newrozê bi rondikên esmeran, bi kenên esmeran, bi êş û reşgirdana esmeran dinivîsîn û di pirtûka mafdozê de, çîroka bê dengiyê, derengmayînê, rûreşiyê, bê şermê di rûyê stuxwariya bê yekbûnê de hevokên daxwaziyê rêz dikin!..hêj hûn li wir in.

Hûn li vir in û darbestên we li ser milê zarokên Amed, Hewlêr, Qamişlo û Mahabadê bilind in û çirayên we di dilê kenê keçbiçûkên gulê de straneke bê dawîn e, buharistaneke avîn e û bi deng zimanê kurdî, dibêjin cejna we pîroz be ŞEHÎDÊN

NEWROZÊ!

Mittwoch, 10. März 2010

12ê Adarê

12ê Adarê



Demhat Dêrikî



Diyarî bo şehîdên 12ê Adarê



Min tîpên navê te bi sirûdên stêrkên te û
bi awazên dozê li ser dilê xwe kola
û min hestên xwe bi şopa lingên zarokên kenbar, keçên evînxakê, xortên mafdozê û tilîliyên pîrên heftî salî pêça, adarê.
De ka were adarê dilê min veke,
li ser deşta dilê min bibe gerok, wê demê
tuyê bibînê darbestên te gazî te dikin,
şehîdên te xwe bi kirasê te xemilandine û
li kolanên Qamişlo, Dêrikê û Efrînê di sorxwînê de, di xweşikbûnê de,
di dengvedana biryarê de, dibêjin adarê.
De ka adarê, serpêhatiyên vê rojê,
dengê vê rojê,
rondikên ji jana birînê…
û şahiyên hestên wê demê
di gul û kulilkên welatê xwe de bipişkivîne û
pakrawanên 12ê adarê di dilê xwe de bi bîr bîne û diyarî wan bike al û ronahîstana azadiya li bendemanê!..
Erê adarê, va ew şehîdên te di dibistana evîna te de,
di reng û nasnemya bêhna xaka Qamişlokê de , perwerdeya bê dawiya evîna te dixwînin û li ser kêlên xwe
destana te dinvîsin, adarê!

Dienstag, 9. März 2010

8ê Adarê

8ê Adarê


Demhat Dêrikî


Diyarî bo cejna jinê!




Li vê rojê, dema tu ji dayîk bûyî
û te zend û bend bi xakê re, bi kedê re,
bi nepoşmaniya biryarê re, bi ayatên serhildêr re badan û te ber bi bilind qatan ve meşrûgişîkir,
rok ji te hilat û ji dilê tijkên te, ez bûm ez!
Niha di xuhdana vejîna te de,
di pêlên dengvedana dengê te de,
di çira ronîkirina şevên te de,
di berhemdana buharistana kenê te de
pirtûka xwenaskirina xwe dixwînim
û li ber kevîka lingê te strana jînê dibêjim.
Di wê xwenaskirinê de berê xwe didim qublegeha te û tabûyên serdestiyê li binguhê leşkerên serdestiya di nava xwe de didim.
De ka min di nav dilovaniya xwe de
bibe despêka azadiya xwe,
min bibe...bibe û bila ez şagirtê roja te bim.
8ê Adarê lit e pîroz be!

Sonntag, 28. Februar 2010

MIN JI TE RE DIGOT ESMERÊ

MIN JI TE RE DIGOT ESMERÊ




Demhat Dêrikî





Li welatê çiyan.
Li welatê berfê.
Li welatê dûpişk û maran.
Li welatê min û te û li welatê evîna me,
min ji te re digot,
ji mijgûl û kenê te yê ku di nav de geh penaberbûm,
geh Sipartakusê dilistana te bûm.
Min ji te re digot,
ji agir ramûsanên te re,
ji heneseyên şevên te re,
ji çemên canê te re,
ji rawana te re,
ji meya lêvên te re,
ji vekirna bişkokên bajarê te re, digot esmerê,
ji kêliya tovê hezkirinê, di malzaroka hezkirnê de hat reşandin,
qedexekirin û biryara sêdardekirina hezkirinê jî, ji dayîk bû!
Ji wê demê ta vê demê her du yezdan
di nava tofana şer de ne!..
di nava vê tofanê de sed perî bingor bûn û
niha gorên sed periyan dikolin!..
Dikolin!...
Bi dilê tirsê,
Bi destê şevreşê,
bi destûrnameya şermê û
li ser kêlên wan dinivîsîn
li vî welatî hezkirin QEDEXEYE!

Montag, 22. Februar 2010

Dilê min penaber e

JI DENGÊ TE TÊR NABIM

JI DENGÊ TE TÊR NABIM


Diyarî bo hunermendê nemir Mihemed Şêxo






Li dema dîwar, eywan, pencere û deriyên zîndanê
ez dibrim gor, tarîstan û şevistanên xwe yê bi sêdaran xemalndî
dengê te dilê min de, di şevreşê de, ber bi ronahîstanê ve dibir .
Li dema çiyayên welatê min xwe bi kefenê mirinê li dora min
dipêça û aşûtên bê navnîşan bi dirûşmeyên mirinê bi ser min de dihatin
strana te ya ey lê gulê gula minê...ez dibirm demsalên buharistanan..
Erê bavê felek,
li welatê çiyan,
bajar û bajarokên perwerda êşan hemêzdikirn,
li şevên ku yezdanê bayê ramûsan ji simbilên genim didzîn
û esmera dilê min xwe bi kirasê êşan dipêça û girî dengvedana wê
bi rondikan li ser dilê min bîra keseran dikola
dengê te,
awazên te,
peyvên te, hevokên te
li ser lêvên min gul bûn,
li ser zimanê min, kulbûn, hezkirin bûn, evîn bûn, derdbûn û xemginiyeke
bê sînor bû li xaka xemgîniyê bûn…
Li wir, her tu min re bûyî û li vir her tu bi min re yî.
Niha jî şiyarim û ez û şev û hişmalika xwe di nava dengê te de rêwîne
û ber bi dengê te ve tên û dikim nakim ji dengê te têr nabim.

Dienstag, 16. Februar 2010

ŞEVEK JI ŞEVÊN DÎNATIYÊ

ŞEVEK JI ŞEVÊN DÎNATIYÊ


Demhat Dêrikî



Ji wê şeva te di navbera destê min de ez birîm şeva xwe
û di wê şevê de xak li benda barîna dilovaniya barana evînê dikir nale nal
Çend peyvên qedexekirî ji sêdaran gihan felatê û bûn stêrk li asîmanê semaya me?
Çend wêne bi wênekêşa çavê me kirin feryad û wêneyên şeva me ya bê guneh kişandin?
Çend çirke, çend xule, çend demjêmir dahola tirsê li ser qada şermê
di dilê me de dikir gom gom ta ku barana şevê barî?..
Erê ez gorî!
Erê gula bi ava dilê min di nava dilê min de bûyî gulistan!
Erê ya ku ez her kêlî di bajarê dilê xwe de wê dikim xewneke bê dawî!..
Wê demê baran barî
Wê demê xak û baran di nava destana ramûsanên azadiyê de
hev gevaztin!..hev birin, birin, birin ta ku xak kenî!...
Niha jî va tu mêhvana şeva minî
û ez dilê xwe ji singê derdixim, dikim destegul
û di piyala ji xunava lêvên te de pêşkêşî caniya te dikim.
Erê ya ji giyanê min buhatir, tu jî bi beşrîna xwe, min di nava pêlên şeva xwe de dubare dike dînê şevê…
Va li vê şevê bi te re firdidim li bajarê hezkirina te…
Ev çi şevek xweş bû gulê?...
Ev romanek bû ji barana şevê
Ev navê awazeke ji agirê nevemirî bû di agirdanka şevê de.
Ev şev pirtûkeke nenivîsandîbû ji êşên xewnên pêkhatî gula min!

Dienstag, 2. Februar 2010

RAMÛSANÊN QEDEXE DI ŞEVEK E DÎN DE

RAMÛSANÊN QEDEXE DI ŞEVEK E DÎN DE

Demhat Dêrikî



Li wê şevê hestên min bi agirê tenûreke ji ramûsanên qedexe avis
Li oda xwe, li ser nivînên ku peyama hatinbendamana te
Û hembêzkirina xewnên te dinivîsand, di xunavlêvên te yê demborî de
Canê min ji gunehan pak dibû....
Û dema têhna te li deriyê şeva dîn xist
Di wê kêliyê de min hemû sînorên qedexe di perîcaniya te de
Kirin gorî!
Di wê kêliyê de
Min hemû xwedewendên evînê û axevînê
Di silav beşrîna sorgul dêmên te de kire sonda navê te!..
Ew çi bû?
Ew çi hatin bû?
Ew çi
Şev bû?
Ew çi dînatî bû?...
Niha ramûsanên min li ser bê gunehiya te pîroziya evîneke neqexdexekirî dikin
Diyarî her du çemên ji şeva dîn diherikin…
Diherikin tevlî dilê şeva dîn dibin û
Dengê me tevlî dengvedana birûskên barana şevê dibin…
Û her ramûsanek dibe dengek û dengê keseran perda tariyê diqetîne
Dengê ahînan makzagonên qedexeyan di geliyên şeva dîn de wer dikin.
Dengê peyva ji te hez dikim
Tariya şevê bi azadiya stêrkên evînê dixemilîne.

Dienstag, 26. Januar 2010

STÊRKA QIBLEGEHA MIN

STÊRKA QIBLEGEHA MIN







Derî veke stêrka min!
Hemû deriyên dembûrî di pêşwazîkirina dilê min de bigre
Û bi wî kirasê rengsorî ku bêhna Qamişlokê jê tê
Min di eşqa welatê çavê xwe de hembêz bike.
Min hembêz bike…bi wî agirê bi hesreta hilweşîna çar dîwarin
Bi hesreta azadiya peyv û hevokan
Min di nava ramûsanên şeva xwe de bibe dilê xwe yê ji bêhna baranê.
Min bibe û li ser sermemikên xwe û di navbera lêvên xwe yê gulgulî de
Bike destanek ji dergehê vekirî re û bike navek ezelî di pirtûka evîna xwe de.
Bila wê demê dînatiya şevê bi navê me be
Dilopên baranê li kolanên şermê bi navê me be
Û bila em navek qedexebin di rojnameyên bê bextiyê de.

Derî veke stêrka qiblegeha min
Ez ê pirtûka ferhenga evînê diyarî berxika dilê te bikim
Ez ê hemû jêderêşan, jêderahînan, jêderderdên te
Û serpêhatiyên bê dengiya te di vê ferhengê de bikim peyvên gulgulî li ser dêmên te
Wê demê hemû peyvên awirên te yê di çavê min û te bibin dengvedana ŞÎRÎN!

De derî veke…
Ger te vekir
Ez ê xwe di kenê te de bişom
Ez ê xwe di nav û rêzehevokên te yê ji ferhenga dilê min avabikim
Û ez ê dilê te ji xwe re bikim nasnameya dilê xwe!..de derî veke, ma ne bese ji êşan re!?

Dienstag, 19. Januar 2010

Demhar Derikî - Koçera min

EZ HATIM!DERNEGE!..ŞEVBAŞ

EZ HATIM!DERNEGE!..ŞEVBAŞ





Diyarî bo Canê Omer: Dereng hatinan di dadgeha welatê nalînan de bike hatinên li welatê şahiyan!



Ez û şev û dengê dilopên baranê
Û dengvedana çirke çirka demjmêra çav li hatinê
Û qehwe û çixara nedixwest bi dawî bibe
Di nav raman û pêjinbendemana te û
Ber bi te ve,
Ber bi caniya te ve,
Ber bi peyvên te ve,
Ber bi kenê te ve,
Ber bi nalîn û keservedan û evîna te ya axê ve dimeşîn..
Ber bi te ve dimeşîn..li welatekî êşan,
Li welatekî ku serê serê zarokên xwe dixwê,
Li welatekî ku mirî şevbuhêrkîn xwe bi strana wey li minê
Û şevên xwe bi xweziyên em nezindîne derbasdikin..ber bi te ve dimeşîn.
Û dengê bilbilê evînaxê Mihemed Şêxo"hepis û zîndan kor û tarî.."
Di nav vê meşê de bilind dibû.
Erê Canê,
Çend demjmêr derbasbûn
Di navbera çar dîwarên ez dixwarim
Û çend dîmenên esmeran ji hev zan
Û bi çavgirî li agirê şewata jinên zincîrkirî temeşe dikirin
Û ber bi sêdara heyamên azadiyê ve diçûn!?..
Erê, qet nebêj hatim!Dernege!...
Ger tu hatî… zûhatin pişkivîna kulilkan li ser dêmên zarokane
Ger tu hatî… zûhatin mizgînevîne di çavê keçên winda de
Ger tu hatî…zûhatin eşqa axa min e…
Hatina te şahiya welatê min e!

Freitag, 15. Januar 2010

Esmerê

ESMERÊ



Demhat Dêrikî




Esmerê!
Ji wê dema aşopên min
Di navbera memikên te de
Welatê xwe yê şêvê û xewndina ayatên kirasê te yê sorî avakirî
Ez bûme penaber li paytextên êşan!
Ji wê dema lêvên te ez
Ji gor û tarîstanan şiyarkirîm
Û bi bêhna yasmîn û sorgulên xwe yê evîna canê
Birîm asîmanê evînê, jiyan li min bûye jimartina rondikên bê sînor!
Ez ê hêj çi bijêm û çi nebêjim esmerê!
Ji wê dema min tu naskirî ez bê kesim!
Ez û bê dengiya xwe bê dengin !
Ez û peyvên xwe koçberin!
Ez û navê xwe qedexne!
Ez qedexeme qedxeme li vî welatê qedexayan esmerê!
Ez ê hêj çi bêjim esmerê?
Qehbe bi kirasê jiyanê xwe dixemilînin û laşfiroş didin ber tiîlîliayn
Dizên rojê dibin qiblegeh û ala rûmetê bilind dikin
Evînfiroş li bazara evînê memikan difroşin û nasnameya evînê werdigrin…
Hhhhhhhh…ji xwe re binêr temeşe bike esmerê
Dîn û miriyên me yê Amûdê jî matmayî matmayî temeşe dikin!
Erêêêêêêêêêêêêêêêêêêêê Esmerê
Ez ê hêj çi bêjim û çi nebêjim…..lê tu qedexeyî!

Dienstag, 12. Januar 2010

VEGER

VEGER






û careke din piştî wê dûriya bager zagrosî
Careke din piştî wê tofana pêpelûk pêpelûk
di nava me de bi jor diket
û têlên derehî tixûbên parçekirinê li ser erdnîgeriya dilê me
zêdebûyîn
û peyvên xelkê dibûn peyvê veqetînê ser dika mêjkê me
yê bûyî zimanê mijdûmana windakirinê
emê ji nûve
û ji despêka wan awirên min
û te yê ku di hemû şevan de hev jibîr nedikirin
û bi xewn û aşopên dîtinê nedîtin difetisandin
Bi xunava wê lêvgulsora ya bendewar careke din avbidin.
Careke din erê careke din li ber wê gulê
yê çav biaxifin yê tola wan demên ne wek me
ji wê dîtina mîna lehengekî birçî ji cengê re
di wan sing û beran de rakin.
Aha va tu hatî
Tu li virî li ber wê gulêyîyî…
û dest dirêjî wê dîtinê dibin
Can di nava deryaya bê binî diçin hey diçin…
Tofaneke nû despê dike
Lê ne ew tofana berê ye
Bagereke din serî hildidê
Lê ne ew bagera zagrosê ye.
Erê can!
Piştî wê derketinê dilopên neveqtînê stêrên şeva me re dibin yek
û li ser canê me wek elmasan diçirisin.
Li vir li ber gula min û te evîna mina bi navê evîn
Tixubê veqetînê
Tixubê dûrîkirinê bi wê şevê radibin.
û niha li ser erdnîgariya te ya bê sînor qehwa
Kensibehên ji destê te yê ku pêjna evîna min jê tê vedixwim.
êdî destên te peyva rojbaşa mine
Destên te kêlî û gav û bîra mine.
Tu dibînî evîn hezkirina me di çavê hezkirinê de
Hezkirinê ava dike.
Erê can! Simbilê genim pelgên payîzê
dilopên baranê gulên buharê
Hezkirina me dibêjin.
Her du çavê te jî wisa kûr wisa dûr wisa fireh wisa şîrîn
Di çavê min de nimêja vê hezkirinê dikin.

Erê tê bîra te dema ez bûyîm parçek
û tu bûyî parçek û rondikên me wek dîna bi çolan diketin
Wek sêwiyan li xwe dixistin û bi hesreta xewê bûn.
Tê bîra te dema em dibûn benîştê devê nifiran
û li kolanên wî bajarê tirsonek navê daleqandina me digerandin
û wêneyên ramûsanên me bi peyvê şermê bingor dikirin.
Lê….!
Duh di îro de li ser destê me evîndarin…
û windakirina evîna ji pîtên te di wê şevê de
Ez dîtim û rêzên peyvên me bûne xwelî
û xweliyê bi ser peyvên wan de dibarînin.
Ez û tu mirinê dikujin
û bûne vejîndarê kulilikên hezkirinê belav dikin
û nameyên veşartî li vir û li wir diyar dikin.
Lê ew di poşmaniya poşmaniyê de
Di parçebûna parçetiyê de
Di bê wêrekiya bê baweriyê de
Wek xwe qurmiçî
Wek xwe tazî
Wek xwe belengaz
Li xwe dixin
Jibîr dibin
Winda dibin
Diçin dûr diçin
Bê nav
Bê war diçin.

Evîndarim

Evîndarim






Min di peyvên çavê te de xwe dît
Ew çavên zimanê vî dilî yê ku
Li ser tabloya xwe kirîm wêneyek ji evîneke sosrat!..
Aha di vê wêneyê de
Di têkçûna têkçûyî de
Di mirina zer de ku rûyê min dialîst..
Ji wê…ji wê nasname nenaskirî hejandim
Ji wê…ji wê toza mirinhez daweşandim
Ji wê…ji wê çepera bê bext vegerandîm
û bi destên te yê hunersaz welatekî dilveker diyarî vî dilî kirî…

Niha serxeşim bi kenê te
Serxweşim bi rondikên te
Serxweşim bi wan tiliyên ji gul û nisrînan
Serxweşim bi wan peyvên min di nava xwe de hildigrê û dilorîne.

Ey evîna ji evînê
Di lêvên te yên kenokî de ku miriyan ji goristanan vedigerîne dilê min şiyar dibe.
Di nav mijangên te yên serhildêr de
Hestên min dibin siwarê qada evîna te.
Lewre evîndarim evîndar
Bi navê te evîndarim.

Erê dilê!
Min di çavê te de xwe dît
û li ber deriyê wan çavên bê sînor bûme xwendekarê eşqa te.
Li wirim li ber wî derî
Dengê te vedxwim
Meşa te dixwînim
Bîna te li vir û li wir didim hev
û di kûrahiya kûrahiyê de vedişêrim.

Hoy gidî!
Min xem jibîr kiribûn xemên te bûn deriya.
Min jan jibîr kiribûn janê te bûn çiya.
Min ahîn jibîr kiribûn ahînên te bûn kanî…
Dilberê dilrevînê
Ez xwe ji nû ve diafirînim ji evîna çavê te.
Hilma te xwe bera nava min daye
û her kêlî di awirên te de evîndarim.
Tu bûyî qiblegeha min ez bûme evînperestekî jiyana te
Xwe di neynika evîna te de dibînim
Xwe di hemû demsalên te de dibînim
Jiber ku evîndarim evîndar bi navê te evîndarim.

Janên min

Janên min



Li wê şahiyê
Dema stêr bi pora te dileyîstin
û kirasê te yê tenik
Awir di nava xwe de serxweş dikirin
Beşrîna te
Heneseyên min
Di nava sînorê xwe de tevizand
Tu bûyî kaniya janên min!
Ji wê şevê
Ji wê şahiya te dilê min dizî…
Ji malzaroka wê dîtinê pir şev hatin
û ez û te
Di nava xwe de pêçan ta ku berbang em
Ji xewnên dînbûnê şiyar dikirin.
Li wir te xatir dixwest..
Min pala xwe dida hilma te ya şûnmayî
û heneseyên min careke din
Li ser şopa te dibûn pizot..dikelîn!..
Min dixwest birevim; neşêm!
Min dixwest jibîr bikim; derewe!
Her sirûdên dilopên xwehdana te
Li ser canê min dikirin qîrîn!..

Te çi anî serê min.
Derdê min pir kirin wek ava firad
Her şev te bi rondikan dişom.
Li dûrî te
Siwarim li keştiya mirinê
di deryaya xeman de rêwîme her şev bê te.
çima findên hezkirina me vedimrîne.
çima peyvên te yê şevhez lalin.
Min tu naskirî
Bîn kir
Maç kir
Hembêz kir..tu bûyî parçek ji min.
îro tu bexçika bîranên me bi sed girêkan girêdide.
Ez her şev wek vê şevê te dixwînim
û piyala jana bi ser xwe de dikim.
Bê te şev bê dengin!
Keser mêhvanên ezelîne..
Li mezela min şevbuhêrkê şînê digerînin
û her tu yî ew jan jana min!

XABÛR

XABÛR






Ev çem çemê colemêrgê ye
Dema ji feraşîn hildiavêje
Hemû kaniyan dadiqurtînê
Hemû çiya bêdeng dibin
Hemû gelî û newel piştxûz dibin.
Dema diherike,evîna dîrokê dbiêjê .
Dema dirêj dibê ,strana çaxan dibêjê .
Dema kûr dibê ,trajîdiya lehengekekî bêdawî dibêjê .





Ev çem çemê Mezra Botanê ye
Dema rok li zaxo çavê xwe vedike
Ev çem dilê vî bajarî ye.
Dema tîjik xabûr radimûsin
Jiyan li vî bajarî dipişkivê … .
li bilindahiyan awazên sirûştî
bi dengê xabûr re wêneyên evîndaran
nîgar dikin.










De bajo. .
Hino..hino bajo çemo
Li ber lêva te
Kenên veşartî li ser rûkê zarokan dileyizîn
De bajo xabûr hino..hino bajo
Ev bajar bi te şadibê ,bi te xemgîn dibê .
Şevên vî bajarî
Bi te melûl dibin
Bi te geş dibin
Bi te destpêdikin
Bi te xatir dixwazin…
De bajo çemo hino…hino bajo
Pir hêvî li ber te diçin
Pir hêvî..şîn dibin
Pir kilîlî li nava pêlên te noqbûn,bi ser ketin …
Li hêzil heneseyên xatirxwestinê gotin
Li şikeftên ava mezin
Çavê xwe girtin






Ev çem çemê evîndarane
Her pêleke xwe zimanê evînekê ye
Di her dilopeke wê de
Çîrokeke veşartî heye.
De ka bibêje çemê xabur
Pêlên te bûne şahidê çend maçên
Ku di fêrmêskên evîndaran de fetisîn?
Ka bibêje
Çend evîn hatin qubla te,nimêj kirin,dilê xwe vekirin?
Ji asîmanê delalê
Çend stêr rijiyan
Çend stêr vejiyan?
Ka bibêje, çima bêdengî..?



Çima digrî?
Çima dikenê ?
Ka bibêje çemo…
Tu yê hêsj bibê şahidê çend çîrokan...?
De bajo
Hino..hino hino bajo çemo.

FÊRÎ ZIMANÊ DILÊ MIN BIBE

FÊRÎ ZIMANÊ DILÊ MIN BIBE





Wan pûtên di malmêjka xwe de
Ku xwe bi reşqederê pêçane
Û bi qasî mirinê kêlî bi kêlî
Birînên bareşê li ser sing û berê te dikolin
Û mirinê diyarî te dikin helweşî ne.
Fermo
Berê xwe bide dibistana dilê min
Vî dergehî veke
Ger te vekir
Tê bibînê
Dilê min di çavê min de bi qasî jiyanê şîrîn
Li ber dilê te kenê evînê dike
Û bi pirbûna stêran
Awirên min ê heyvgeşî
Dirêjî qîrînên hestên te dibin.
Erê can
Ez dibînim
Stranên lêgerînê
Di robarên çavê te de
Li qiblenameya evînê digerin
Û pûtên nava te
Çiyayên qeşegirtî
Li ser heneseyên te pir dikin
Û destên xwîn girtî
Dirêjî sitûyê te dibin.
Na!
Guh nêde tiliyên te bin ax dikin
Û wan şînîgiriya li girtîxana çîrokên paşdemanê
Ku baxdêmên te talan dikin
Û xewnên te ji kêlên miriyan avadikin bihêle
Û di eşqa dilê min de
Ku gulsoran pêşkêşî te dike , hêlîna xwe çêbike.
Qet jibîr neke
Ezim ferhenga te
Û hemû peyvên min
Di germahiya laşê te de xwe dubare dikin.
Bawer bike,
Dilê min ne zimanê tal û şoriye ,
Dilê min ne zimanê mirin û şewatê ye ,
Dilê min ne zimanê xwekuştin û kefenê xatirxwestinê ye .
Na ,
Ev dil te bi pîtên jiyan hezê dike firişte
Û bi perwerdeya eşqê , te bi lêvkenî ji dayîk dike .
Were can
Te fêrî zimanê evînê bikim
Da ku tu fêr bibî
Bê çawa evîn tê avakirin.

BI NAVÊ TE EVÎNDARIM

BI NAVÊ TE EVÎNDARIM





Demhat Dêrikî










Berî navê te nas bikim û pîtên navê te bikim
Sirûda aramiya dilê xwe.
Berî ew çavên hingivîn payîza di nava min de bikuje!
Berî ew pora qehweyî li sre singa min bike dîlan
Û di nava tiliyên wê de bibim helbesteke şevê
Û berî ew canê sipî di şeva hevdîtinê de
Min di nava dilopên kirîstal de bibe buhuşta Hesen Sebah,
Ne min nasname bû,
Ne min war bû,
Ne jî navnîşan bû.
Temenê min di rûbarên firmêskan de her kêlî dixeniqî
Hestên min şivantiya keser û nalînan dikir
Û dilê min li çolbeyar,li nav ber û sitiriyan bûbû
Hebûneke ziwa.
Lê dema te dilê min di buhara xwe de vekir
Û qemûşkên lêvên min bi xunava lêvên te yê
Sorgulî hatin kewandin
Nema min jan naskirin
Nema min taya sar kişand
Nema min xewnên gor kolanê dîtin.
Lewre bi navê te bûm evîndar
Nisrînê gula evînê
Nisrînê navê jînê
Nisrînê hebûna vînê
Bi navê te evîndarim evîndar

Qehwa Eşqê

Qehwa Eşqê




Diyarî bo Îmad Derwêş dema eşq di fincana qehwê de diforê






Demhat Dêrikî










Dîsa li wir
Li ser textê şevê
Çavên te bi dilê te re bûne yek
û ramanên te ji hilma qehwê diforin,tevlî dûmana çixarê dibin.
Ho keko ev bûn çend fincan
Te diyarî xewnên wê eşqê kir?
Şevên te jî xwe jibîr kirine
Nema xwe nasdikin,her dever ji bêhna qehwê û ji bêhna esmerê diforê
Zimanê te her dibêje esmer
Hest û lêvên te ji hesreta dîtinê dikin feryad
Tiliyên te dilerzin..dikin gazî..
Li gerdena wê
Li wî canê şevrevîn
Digerin
yek dixwazin bi wê bedewbûnê re bibin
dirêj dibin henese
dirêj dibin dengê dilê te
dirêj dibin ramûsanên ser sêvtirşan
û bîrhatinên Qamişlo tevlî rûpeleke nû ji eşqa esmera Duhokî dibin
û şev hilma qehwê vedixwe
temen dirêj dibe
aşop li pey hev ji fincana bê xew dirêjî
ser dika şevên Duhokê dibin
û peyvên ji te hez dikim
tevlî hevokên romansiyeta qehwê dibin.
De vexwe têr vexwe qehwa ji destê evinê
Lê wan rondikên ji kolanên Qamişlokê ji çavên te diherikin jibîr neke
Û bi eşqa qehwa esmerê re vexwe,têr vexwe..

EVÎNEKE NEJBÎRKIRÎ

EVÎNEKE NEJBÎRKIRÎ





Nexeme tu li wî bajarî bi meya kenek ji xwe dûr
û dilê xwe bi rondikên hesreta şevek din ji rêzepeyvên min dişo.
Dizanim peyva" ez ne biçûkim",
Dizanim peyva"ez ne nû gihama" di şevên te de dubare dibin…
Lê dilê te
Hişê te
Hestên te di xweziya ew şev vegerin de xwe dixwe, bê tebate, bê arame…
û nalînên te yê hevdîtnan di mzela te ya biçûk de dengvedane.
Ka li pirtûkxane xwe binêr
Ka li pirtûkên pencerevekirî binêr û di hevokan de here wê despêkê
Ka li rûniştgeha xwe binêr
Ka li çaya xwe ya reng xwînkîfroşkî binêr…hemû bûne wêneyên evîna me.
Her wêneyek bûye nalîneke te
Her wêneyek bûye gaziyek ji maçên hezkirina me,
her wêneyek bûye starnên şevên me.


Nexeme tu bê dengî
Ew bê dengiya te di xewnên te de dengvedana dilê min e
Baş dizanim
Tu bi wan peyvên min
Pora xwe şeh dike
Rûkê xwe dişo û dubare di nava peyvên min de diçê welatê min ê gulgulî.
Tê bîra te dema lêvên te gazî lêvên min dikirin û memikên te di awirçavê min de nameyên agirînî dinvîsandin?..
Û dem derbas dibû…û ez li hêviya te
Tu li hêviya min da ku peyvên me hev hembêz bikin, bi hev şabibin.
Erê cana can,
Ne Qamişlo û ne Dêrik jibîr dibin û ne jî,
Evîna min û te jibîr dibe.

EVÎNA AXÊ

EVÎNA AXÊ






Çîrok



Demsal havîn bû,ax disincirî,ji germê erdê kirasê xwe diqetand.Qiral roj li gel artêşa tîjkan her der dîl girtibû.Ew çend bibû serdest,hilim ji axê radibû,kanî diçikiyan,pelên daran bê deng bûn.Zarokên rojê kakilê jiyanê guvaşt bûn û textê xwe li ser dilê jiyanê vedabûn.Bajar û kolanên bajêr li ber hêza germê sernizim bê çare mabûn.Çûn û hatin hatibû daleqandin.Piraniya kesan di malê xwe de serpêhatiyên buhar û zivistanê digotin.Lê marmarok û gumgumok,mar û giyanwerên germhez dîlana azadiyê li ser axê digerandin.
Li sere çiyakî li dora bajêr,li bin siya darekê,pal dabû.Lê hêj dilê wî bi lez lêdixist û dilopên xwehdanê ser rûçikê wî dihatin xwar.Piştî kêliyekê xwe rast kir,pişta xwe da darê û zîq zîq li dûr nihêrî.Di çavên wî de sed peyvên keser kûr dixwestin çîroka xwe bibêjin.Êdî ew ne ew bû,awirên wî ne ew awirên berê bûn.Bejina dirêj,pirça kin ku di nav de bi ava xeman çend mûyên sipî serî hildabûn û bûbûn zimanê birînên veşartî…Ew birhên sitûr û rûyê bi ken ji cîhana wî revîbûn û ala şînê li ser rêka wî hatibû hildan.Piştî lêvên wî lerizîn,rondikan xwe ji wan peyvên keser kûr yê ku di çavên wî de dikelîn,hatin xwar,destê xwe dirêjî axê kir,her du kulmê xwe dagirtin ax û bi dengekî bilind got
"Ka bêje min axê,bi xwîna çend lehengan te tîna xwe şikand?Bi xwîna çend lehengan te xwe vejand?Lê çima tu caran dikenî,caran digirî,caran dikelî?Çima tu caran dibî mere şeran,geh tê dizîn,geh tê firotin û geh xwediyê xwe bin ax dikî?Me çend mam,pismam û çend bav,bira,dê û xwişk pêşkêşî te kir û hêj nalîna te perda guhê min diqetîne?Ez dizanim ez tu me,tu ez im!Xweşikbûna te,evîna te bûye bela serê min.Dikim nakim nikarim te jibîr bikim.Di vê kela germa havînê de,piraniya kes û mirovan di nava aşopên buhar û zivîstanê de dijîn,lê ez di nava aşopên bûkaniya te de dijîm.Ji ber hêj tu nebûyî bûk û hêj cîran û derdor naxwazin te bi kirasê bûkaniyê bibînin..Dema tu bûyî ya xwe û ez bûm zava wê demê mar û dûpişk yê bê deng bibin,yê birevin.."
Bê deng bû,lê bi dehan bajarên ramanan di mejiyê wî de hatibûn avakirin.Her bajarek ji wan dibû navê awirekî tûj ku li ser nêrînên wî yê kûr dikirin feryad û qîrîn!Caran jî dengê dayîka wî ji nava wan bajaran bilind dibû û digot
"Dilbirînê min!kurê min,her diçe temenê te mezin dibe.Birayê te ji te piçûktire û bo xwe keçeke şîr helal anî,de ka tu jî çavê xwe bigerîne û keçeke şîr helal bo xwe bixwaze,da hêj ez nemirîm,min zarokên te bidîtane."
Dema ev peyvên dayîka wî di hişê wî de deng vedan,Dilbirîn bi ken got
"Axê,dayîka min dixwazê ez bibim malbat û ez dixwazim te azad bibînim.Heger tu ne azad bî,ma ez azad im?Raste min pir keçik dîtin,li dora min çûn û hatin û dixwestin ez bikevim davika peyvên evîna li ser singa te mayî sêwî!..Heger tu di bin lingê bazirganê axê de binalê û piyalên dagirtî derew li ser te bilind bibin û tu di nava qolincên tirsa mirinê de bikî hawar,evîna keçê ji çi re ye?Min ew keça bê ax,navê ku heroj bi kenê ser lêvên derewîn,min derbasî nava cîhaneke derew bike."
Hêj her du kulmê wî dagirtî ax bûn.Hêj şopa rondikan li ser dêmên wî diyar bûn.Ew wisa di nava cîhaneke axafitna evînê de,hêdî hêdî êvar sitûnê konê xwe li seranser bajêr vedida,pêlên bayê hênik bi ser Dilbirîn de dihat,xwe li bejina wî dipêça û rûyê wî yê bûyî qada derdan dialîst.Lê qet pêjina wan ramûsanan nedikir.Dilê wî,hestên wî û cane wî bi axê re bûbûn yek.Tenê ax didît,tenê pêjina jana axê dikir.Ji xwe,xwe jibîr kiribû ku li sere çiyakiye û ew demeke dirêje pişta xwe dayî wê dara temen dirêj.Careke din çavên wî bûn du kaniyên êşan û dêm di nava rondikan de man.Hinekî xwe nizim kir,kulmê xwe ji axê vala kir û her du destên xwe li ser axê bir û anî û got
"Tu ya minî,ez yê te me.Te xwe di dilê min de ava kir.Te hestên min kirine nava kûrahiya xwe.Ez di nava te de çûma despêka te,tu despêkî.Tu îroyî,tu sibeyî,tu nave minî.Ez te ji kesî re nakim yar ku te bikin may û bi ser xwe de bikin û bi te serxweş bibin û te berdin nava xwe.Tu evîna minî,pêşeroja minî…vexwe ji xwîna min,têr vexwe bila ez di dilê te de şîn bihêm…"
Bê rawestan destê wî li ser axê diçû û dihat,bê rawestan xwîna ji destê wî diherikî di nava axê de axê de diçû xwar da bigihê wê despêkê…xwîn diherikî û Dilbirîn hêdî hêdî bê şiyan dibû,bê hiş dibû û bi axê re dibû yek!

Mittwoch, 6. Januar 2010

SALEKE NÛ Û BERDEWAMIYA JIYANÊ

SALEKE NÛ Û BERDEWAMIYA JIYANÊ

Demhat Dêrikî




Em derbasî saleke nû bûn,ev sala nû li pir welatê cîhanê bi coşeke bilind hate pêşwazîkirin û li hindek welatan jî bi girtin, bi rondik, bi xemgînî sala nû pêşwazîkirin. Yek ji van welatan Kurdistan bû.. Bê goman me salek din ji salên derbasbûyî li pey xwe hişt, di vê sala derbasbûyî de , wek gelek salan; bi xwîn, bi kuştin û bi binpêkirina mafê miletê kurd derbas bû. Li gor hindekan di sala çûyî de pir qonax vebûn û li gor hindekan jî, her qonax qonaxa berê bû. Li gor min jî, her siyaseta înkar, tunekirin, pişaftin û zîndankirin û sêdardekirin ji aliyê neyarên kurdan ve berdewam bû. Lê miletê kurd jî bi serbilindî xwe parast û di doza mafê xwe de bi israr bû… Û pêngavek giring jî ku di dîroka kurdên rojava de hatî avêtin rojiya birçûbûnê bû li zîndana Edera.

Lê jiyan berdewame, jiyan her di nava xweguhartinê de ye, di her gav û her kêliyê de nûbûn heye, bi sedan şan xwe nû dikin, bi sedan dimrin û di nava vê mirinê de bi sedan şanên nû serî hildidin.Lê em wek kurd di jiyana xwe de çend şanên jiyanê zindî dikin û çendan dikujin? Dibe ku em şanên hebûnê û jiyanê tenê bi can ve girêbidin, lê şanên siyasta netewî, ya parçîtî, ya derûnî, ya aborî, ya diplomasî heye. Mirin tenê cane!?Jibo vê jiyanê û berdewamiya jiyanê dixwazim çend pirsan bikim û bersiva van pirsan ji kesên xwe berpirsên jiyana kudran re dibînin dihêlim. Em derbasî salek nû bûn, gelo di vê sla nû de me heta çi astê ezmûn ji sala borî derxist? Di vê sala nû de yê çend girtin û çend kuştin rûbidin û em dikarin van bûyeran kêm bikin yan na? Di sala nû de li rojavayê kurdistanê ku em nikarin navê partiyan jiber bikin gelo yê ev partî karibin nakokiyên xwe û berjewendiyên kesokî kêm bikin û xwe nêzîkî hev bikin û bi rêk û pêk û bi azadî doza mafê kurdên rojava bikin? Gelo yê di sala nû de çend jin agir berdin bedana xwe û yê çend ciwan di çanda biyaniyan de bêne helandin û yê bibin qurbana evîneke derewîn û yê çend keçkanî di bin navê evînê de bêne bin gorkirin? Di sala nû de yê çend ciwan bi çanda kurdî bigihin evîneke azad û yê çend cara xwe di ava bajar û bajarokên xwe de bişon û xwe biparêzin? Gelo li başûrê Kurdistanê di vê sala nû de ku îro başûrê kurdsitanê bi dewelmendiya xwe tê naskirin yê çend rê bên çêkirin û yê pirsgiêka elektirîkê bê çareserkirin û yê çûna xortan jibo welatê ji derve kêm bibe û yê mûçeyên pêşmergan zêde bibe yan jî yê kengî her du partiyên mezin di hemû waran de bibin yek? Gelo li bakurê kurdistanê di vê sala nû de partiyên kurdan yê dubare bêne girtin û rêpîvanên partiyên eşkere pêk bînin, yan her wek berê yê xwe endamê pkkê bibînin û çeka hêncetên girtina partiyan bikin destê dewleta Tirk? Belê, jiyan berdewame, lê jiyanek çawa, jiyanek bi çi rengî? Jiyan xweşe, lê hindek kes hene dijîn û ew bi xwe mirîne! Lê dîsa jiyan xweşe, lê xweşbûna jiyanê di kû de ye? Îro gelek ji me dijîn, lê mixabin em korin! Kerin! Lalin û wek sofiyan tizbiyê me di destê me deye û her destê xwe ber bi çarenûsê ve bilind dikin da roja me derbas bibe ax here neçê nexema me ye. Jiyan ji xwe berdewame lê ger ez nava vê jiyanê bi pîtên zêrîn neqiş nekim ew jiyan ji çi reye!?..Hêvîdarim sala nû bibe sala miletê kurd û navê vî miletê ku bi sed salane jibo mafê xwe li berxwedidê di dilê jiyanê de bi ala azadiyê bê bilindkirin.

Hezkuj

Hezkuj


Demhat Dêrikî



1

Li wê dema ku ax bi buharê şadibû û çavê min bi te ketin
Ev dîmen li ser bejna te dihate dubarekirin
Careke din pişkivîn tovê hezkirinê
Careke din padîşaha evînê dilê min bi hezkirina xwe guvaşt…
Ev dîmen
Ev dîtin çend hêvî li pêşerojê siwar kirin
Ku dara dil kirasê kulilikan bi ser bejna xwe de bîne
çend cara hêvî dil kir destegul û pêşkêşî hezkirina te kir xanim.
çend cara dil ji singê derket li pey
Hêviyê
Hezkirinê
Evînê bû rêwiyekî riya dûr…
çend cara…çend cara hêsirên dilê min şopa lingê te şilkir
û di nava her şopekê de guleke hezkirinê dipişkivî…
Nizanim ew dîtin ew dîmen derew bûn…
Yan ez …ne ez bûm
çavê min payîz kiribû buhar.

2

Li wê dema ku min tu dîtî
û ax bi ramûsanên xunava gulan tîjkên rojê hembêz dikir
Dilê min ber bi te ve herikî
Stûnên konreş yê çend salan ku şîn vedabûn
Di nava min de dişkestin.
Êdî xudawendên xewnan dibûn mêhvanê şevên min
û ji her xewneke wan tu bi cilê bûkaniyê dihatî li ser wî dilê
Ku bo te bûyî text diraketî.
Erê ya ku di hişbuhara min de bûyî hêvî te di nava min de xwe avakir
û ez bûm demhejmêr min lez dida demê da ku avahiya hêviyê ava bikim.

3

Lê li min bibûre hezkirin li evîna geşpel digeriyam
Bûm girtiyê bê evînê.
Min nizanî hezkirin ne para wê ye
û evîn di ferhenga wê de qedexeye.
Min nizanî ew dilpayîze awirên wê gulan serjêdikin
Di çavê wê de davikên payîzî pelan zer dikin
Min nizanî kenê ku ji lêvên wê yê hingivîn dibare buhar kuje
Kulilikan diçilmisînê
çeman diçikîne…
Bese keça hezkuj çep û rast bi tîrên te yê dilreş
Hêviyên dilê xwe avadikin.
Ji ber ku tu nehezkirinî
û tu hezkirina dilê xwe bi şûrê ezeziyê ji bajarê evînê jêdike dikuje diavêje.
Li min bibûre min nizanî tu hezkujî.
û li warê te buhar şîn nayê şîn nayê…

Peyvên birîndar

Peyvên birîndar



Demhat Dêrikî


1

Berî ez çavê xwe bi aşopên te yê kevokî bigrim
Peyvên te xew ji çavê min revand
Li ser wî dilê bi te re bûyî yek
Bi dehan kaniyên avşor kolan.
Ew ava şor ya ku ji peyvên te diherikî
Bi şeva dirêj û xemgîn re ser dilê min bajarekî ji kovanan avakir.
Ev rastiye …
Rastiya wê hezkirina ku dilekî melûl bi kakilê xwe yê pîroz geşkirî.
çi bêjim ya ku dîwarê evînê li dora min bilind kirî.
Te ez fêr kirim ku bi hezkirina nû bişkivî re vebim…
Min xwe kar kir
Bi bîna te re bibim yek li pey te wek zarokekî nû çav vekirî bibezim…
Lê peyvên te aşopên min kire şeveke babelîskên payîzî.

2



Hêşta zûye dergûşa dil ji wan peyvên xencerî re.
Jibîr bike wan peyvên bê hêvî
û di asoyên xerîbiyê de wan bavêje.
Pirtûka dilê te van peyvan naxwîne.
Axaftina çavê te van peyvan nabêje.
Na nabêjin ev hezkirin bê buhare .
Tu pêdizanê her dema ku ken ji lêvên te dibarê
Ez dibim şivanê wî kenî
Tu pê dizanê her şev çavê te li ser dilê min dinvin
û ew eşqa Cizîrî ya li ser rûkeniya te dîwarê mala min dike şewq
Tu pê dizanê her kêlî tu mêhvana mêza minî
Her kêlî jêdera pênûsa minî
Her kêlî xwendina pirtûkên minî
Lewra jibîr bike wan peyvan bila dem û temen biryarê bidê.
Li min bibûre gula xunav girtî ne bi destê mine
Evîna te textê xwe li ser dilê min vedaye.

Demhat dêrikî- Koçera min

Sonntag, 3. Januar 2010

ji AXÊ RE

ji AXÊ RE








Diyarî bo: Wê keça li welatê xerîbiyê ku hesreta axê di nava wê de
bûye jidayîkbûna êşan û xewnên wê bûne evîna axê.


Axê!
Ji wê dema min got va diçim ha ji te dilê min
di dilê xwe de hilgire û jibîr neke
bi buharên Qamişlo, Tirebespiyê û Dêrikê di hembêza xwe de bihejîne
bila ew dil di nava bêhna te de, li ber kulilkên te
guhdarî çîroka pêlên ava mezin û çemê ceqceq bike
bila qet şewta zarokên amûdê û sirûda giriyên dayikan jibîr neke…
li vî welatî
li kolanên vî bajarî
xweziyên min di çepera keseran de
dengvedana axînan temen dirêj dikin…
di hembêza min de bareş û
evînên kefenpêç nameyên mirinê diyarî rondikên min dikin.
Axê!
Min bêriya te kiriye…
Bêriya wan demên te kirye
Bêriya ramûsan û kêferta te û tîjkên rojê kiriye
Bêriya evîna te û dilopên baranê kiriye
Bêriya eşqa li ser singa te kiriye…
Erê axê her kêlî di navbera reşçaranûsan de û
Pişta min li dîwarên qerisî
Hemû malikên hişê min
Serpêhatiyên bedewbûna te ji taya min a zer re dibêjin.
Axê, ka wan rojan, wan demsalên xwe
Careke din di dilê min de şîn bike
Min pêşwazî bike û hemû ken û yariyên evîna min vegerîne.
Û min û heserta dîtina te di stêrkên şevên xwe de bibe wan demboriyan.
Ji te hezdikim axê!..

STÊRKA ŞEVA MIN


STÊRKA ŞEVA MIN










Çend dem û bendemanî û çend salên bi şîngirî
Pêçayî li benda vê şevê mam da ku dilê te di dilê min de
Bibe stêrkeke geş û
Pencereyên bajarê evîna min veke?
Çend hêvî di rawestgeha eşqê de xwe nû kirin
Û çend gor û vejîn di giyana min de pêşbazî kirin
Û çend şev bûn lehî rondik ber bi te ve herikîn da ku tu bibêjê
Ji te HEZDIKIM!..
Erê canê!
Berî dilê te dergehê dilê min veke
Di êvarên êşê de min çîrokên gunehan
Ji bê dengiya xwe re digot.
Hemû zimanê xwînê û reşgirêdanê
Di nava min de xwepêşandana taya zer dikirin.
Şev ew bûn,
Şev ya wan bû,
Ew kiralê şevê bûn…

Lê…dema te got şevbaş…
Vedana şewqa te di şanên can de
Darbest, mirî û xwepêşandana êşê
Di ronahiya xwe de radest girt.
Find,
Çira zêdebûn…Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Dêrik
Di nava min de xwe bi cilê bûkaniyê xemilandin.
Êdî şev şeva te bû
Tu stêrka şeva min bûyî û
Di nava şeva te de min xwe ji hemû gunehan dişoşt
Û dilê min di ferhenga peyvên te de hênik dibû
Û li paytexta stêrka te
Dibûm MIRÎDÊ ŞEVA TE.

Dengvedana Qamişlo

Dengvedana Qamişlo








Çend qonax li ber dergehê te piştxûz bûn?
Çend temen di evînperestgeha te de kirasê reş li xwe kirin
Û qamçiyên leşkrên reş, çend sêdar li ser singa te vedan?
Erê çend gor di giyana te de kolan
Û milê te çend darbest hilgirtin…û
Ji rondikên çavê te çend peyvên qehbe felek herkîn kolanên te?
Keçên Qamişlo bi reşgirêdanê xweliya te bi serê xwe de dikin.
Dûmana çixara pîremêrên Dêrikê li a
Asmanê te bextreşiya bêdengiyê nîgar
Dike.
Zeytûnên kurmgirtî yê çiyayê kurmênc di nava te de li xwe dixin.
Konên reş di rondikên dayikan de hatine
vedan
di rûmelûliya ciwanekî de piyalên bêdengiyê vedixwarin.
Stêrkên agirê amûdê li bêdengiya bêdengiyê dikirin feryad li mirinhezê temeşe dikirin û dizên çavê belek
Di nava pora te de serxweş serxweş dibûn gerok.
Dirêj dibûn destên wan
Lêvên te di nava lêvên xwe de dikirin deşteke beyar,canê te dikolan dikolan,ziwa dikirin.
Erê Qamişloka xwînê û kûrbirînê
Jan ji janê avis dibû
Keseran xwe dikir şikeft..kûr dibûn …hestên te dixwarin.
Ahîna tu di nava didanê xwe de dicûtî
Û giriyê ji giriyê dibû lehî,dibû tofan
Tu di nava xwe de dixeniqandî Qamişlo!..
Lê, bajarê xwînê
Derengmayîna te bû bedewbûna bejin û
Bala te.
Zarokên te hawar gihandin her du çeman
Vexwarin ayetên Avesta,xwe şûştin bi
Ava adarê.
Aha li vir,
Qolincên vejînê,qolincên dengvedana dengê derengmayî

Reşgirêdana peyvê birî.
Wê demê deng bilind bû,
Dîwarên dilên zîndan kirî herifîn,ber bi
Asoyê vekirî ve firdan.
Xeleken zincîra tirsê bi tiliyên te şikestin
Êdî kefen diçiriyan ,mirî zindî dibûn, çîroka vejîn bêhina gulsoran belav dikirin. Çend xweşe ev bejin Qamişilo, çend bedewên zeriyên te bi navê te xwe dixemilînin, çend şîrîne kenê zarokên te, di hemêz te de xewa xewnên te dikin, eha bi vî rengî, eha bi vî dengî em ji te hez dikin Qamişilo, em ji te hez dikin bajarê evînê

Çîrok : KAJÎN

Çîrok : KAJÎN



Dema çavên min pê diket bi dehan raman dibûne siwarên hespan û li ser qada mêjiyê min pêşbazî dikirin. Lê pevçûn hebûn, ne wek hevî di navbera wan de hebû. Ramana digiha dawî û benê serkeftinê diqetand jî,
ne diwêrî bibêje ez bi serketim. Lewra dilerizî! tirsek hebû! Tirsek kembax û ne diyar ew dîl dikir. Nizanim, min ew didît û dilê min serxweş dibû, li kûye, çi dike, çi dixwaze, di nava çend tofan û bageran de ye, wê çi biriyarê bide?. Di wê dîtinê de dilê min çep û rast winda dikir, her tişt_ ji bîr dikir, ne çiya, ne _şer, ne ax, ne welat, ne seqem…tenê ew, tenê bejina bilind ya li hev hatî, pora dirêj, çavên reş û rûkê wê yê esmerî li gel kenê wê yê narîn li ser dilê min bûbû kelha Dimdimê. Her ku min didît, dilê min pêre dibû yek, ew dipêça. Wê demê, min dixwest bibim erd û asîman jêre, min dixwest bibim senfoniya pora wê ya li ber ba dikir dîlan, min dixwest hemû peyv, awir û nêzîkbûnên diçin ser bejina wê, bi destê xwe yê lerzok bixeniqînim, da tenê ez li ser bejina wê hebim. Ev çi bû?, çi hatibû serê min?. di jiyana min de ew cara yekê bû dilê min ji sîngê derdikeve û dide ser şopek, erê, an na?. lê min dkir ne dikir, zimanê min di axaftinê de şoreş pêk ne dîna". Min dixwest ez dilê xwe li ber vala bikim û ew hemû rengên fêkî ji sifira dilê min bixwe!. Ta rojekê hate gotin wê koma me çalakiyeke leşkerî li hemberî hêzeke tirkan li dar bixe, lê kengî, çawa, li kû?, kesekî ji me ne dizanî. Wê demê min jî pişta xwe dabû dareke berûya û tenê dûmana cigarê di nava tiliyên min de dibû Kajîn û cegera min di_dişewitand. Giyan û ramanê min kûr, kûr çû
bûn. Lê bi dengekî nazik ku qet min bawer ne dikir veciniqîm: "heval Jêhat, heval Jêhat". Ez şaş mam, dest û lingê min li hev hatin girêdan, hişê min rawestiya, dilê min ji dengê dahola mitirban bilindtir bûbû. Ez
nizanim çawa zimanê min geriya û got:
- fermo heval Kajîn.
- Gemiya te di kîjan deryayê de noq bûye, heval?. Wisa, biste, wisa rûken, hat li cem min rûnişt, te digot ev deh salin min nas dike. Lê
ez çi bêjim?, ez bêjim gemiya xewnên te diajonim, an derawan bikim?.
- hevala Kajîn, ev demeke bihar bûye şoreşek û zagonên xwe li her
deverê belav dike, bêhna siruştê xweş bûye, berfa penceşêr, hêdî
hêdî dihele.
- Ê, çî dî?.
- Hema wesa, ez û ev guhertin bi hev re ketibûn nava cengê û min
dixwest, wê nas bikim.
- Ma qet tu û çalakiya biharê re nebûyî yek?.
- Çawa, amedeme.
- Ez jî amedeme.
- Na, bavo!.
- Çima tu wesa matmayî mayî.
- Ev pênc heyvin tu hatiyî.
- Bila demeke dî here, paşê.
- Na madem xwe amede dibînim, tu pirsigrêk nîne.
- Lê _şer; ezmûne, naskirina zagon û
rêbaza _şere, naskirina serkeftinê ye.
- Dema ez li rojavayê kurdistanê bûm, ez bawerim min şer di warê tewrî
de, pir xwend, lê hîna kême, ez gihame wê encamê ku ya rast ewe ku mirov şer, di şer de nas bike.
- Hevala Kajîn, ew biryara te ye. Lê tu ji rojavayî kurdistanê bûy?.
- Raste, min zanko li sala dawî hêla, min beşê endaziyarî dixwend. Lê
ez gihame wê encamê ku welatekî bindeste, civakek ji êşa bindestiyê
dinale û ev nalîn hemû giyan û hestên min dagîrkir bû û min zanî
azadiya vê axê û ya min yek parçeye. Her çende ne bi dilê malbata min jî bû, lê min berê xwe da çiyayê Kurdistanê… Kajîn di nava axafitnê de kûr cû bû, lê dil, hest, giyan û aşopên min di nava lêvên wê de hêlîna xwe av dikirin, ez di nava pora wê de radiketim û destên min dirêjî hemû cane
wê dibû û min dikir qîr, naaa.. tu naçê, tu tevlî çalakiyê nabe. Ez naxwazim tu ji
destên min biçe. Na, na, naaa, neçe!..bidengê Kajîn, ez zîvirîm pêşberî wê:
- hevalê Jêhat, hevalê Jêhat.
- Ha, çi?.
- Du, sê caran gazî te dikim, tu çûy kû.
- Bibûre.
Kajîn rabû û çû. Demê bi werîsê xwe êvar dikişand. Min ne dixwest bibe _şev.
Nizainim, min pir ji stêrk û heyvê hez dikir, lê wê demê min qet ne dixwest, stêr û heyv derkevin. Ji nişka ve, navê min hate gotin,
em komek heval kom bûn û Kajîn di nava wan de. Kajîn pir bi şahî bû, yarî li gel hemiyan dikir û dilê min di nava agirê wê de dirhem, dirhem dişewitî. Em ketin rê, nêzîkî çar demjimêran em meşîn. Bayekî hînik
dihat û canê me dialîst. Ew stêrên bûbûne dijminê min, li asîman çavê xwe vekirbûn.
Em dimeşin, lê her aşopên min li cem Kajînê bûn. Min dixwest ez bi destê wê bigirm û wê di nava dilê xwe de veşêrim, ta ev şev bi dawî bihê. Lê ji nişkave her dever bû dojeh!. Dengê çekên cur bi cur, siruşt dîl
girtin. Êdî nema çav çav didîtin. Wê demê tenê Kajîn hate bîra min. bilez ji pişt kevirî derketim, demekê li ser dest û çûkên xwe li Kajîn geriyam, piştî demekê ji geriyanê, nale nalek hate guhê min, bilez ber bi wî dengî
ve çûm, dema gihame wir, çi bibînim, Kajîn serpişt ketibû, bê ku pirsekî jê bikim, min da pişta xwe û di nava guleyên dijmin de meşîm ta dûrî cihê şer ketim, wê demê
Kajîn got:
- min deyine.
- Na.
- Heval Jêhat, min deyine, birîna min kûre. Piştî ez gihame devereke bi ewle, min destê xwe li ser canê wê gerand ka ji kûdera xwe birîndar bûye. Lê xwezî min ne dîtiba, gule li çîçika wê ya rastê ketibû û xwîn weku avê
jê diherikî. Wê demê hemû canê min lerizî. şer, vîn, biriyar û ezmûna şer hate ji bîr kirin û rondikên min tevlilî xwîna Kajîn bûn.
Dema Kajîn ev dîmen dît, destê xwe dirêjî
rûyê min kir û rondikên min paqij kirin û got:
- negirî, heval, ne giri heval, rondikên te kêliyên jiyana min
kêmtir dikin. Ez dizanim ez ji bo teçime, hêj ji roja destpêka ez hatî,
min awirên te nasîn. Bawerke ew awir bûne bexçeke ji gulan li ser dilê
min û min dixwest ez vê bibêjim. Dema ez hatim li nik te rûniştîm jî,
wan awirên te gazî min dikir, lê axê, çiyan, welat û şer jî gazî min dikirin. Pir caran min dixwest te hemêz bikim, min dixwest tu ji min re
bibêjî, ji te hezdikm, tu evîna minî. Lê welatê bê azadî, welatê bindest
dibû berbend û ez dirawestandim..
- hêvî dikim bese, bes biaxife hevala Kajîn, xwîn diherike.
- Ev rastiye.
- Raste, lê bihêle ez te bighînim
bijşîkên me.
Lê Kajîn bêdeng bû, hinaseyên dawî li nava min kire bîra êşê. Min ew hemêzkir û qîra min ya bi navê Kajîn bû sed riyên derd û nalînan di nava jiyana min de.