3.NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE
Demhat Dêrikî
JI CÛDÎ BER BI GABAR VE:
Esmerê, niha xweza hêdî hêdî kirasê şevê bi ser xwe de tînê û ez xwe ji rêwitiya di nava şevê de amade dikim. Ez pêjin dikim ku çûka ser dara cûdî li ser kevîka pencereya te ya ji nameyên min re vekirî danî û te li gel çend rondikan çûk di dilê xwe yê ku niha di dilê min dengê tika tika wê dike hembêzkir. Çûk hilgire esmer can, bila dilê te jêre hêlîn be û pora te ya şevnim bila jêre star be, bila dêmên te jêre bax bin, bila lêvxunava te jêre av be, bila kanîka çavê te jêre ronahîstan be…jiber ew çûk ez im esmerê!..va diçim, ji cûdî, ji pezkoviyên cûdî, ji; şev, bêhna xwezaya cûdî, dar û zinar, hingiv û kanî, şer û govendên cûdî xatir dixwazim û diçim...diçim û niha şev e, şeveke bê denge..û komek ji şervanên xakê ku ayatên welatê her du çeman di dilê xwe de dixwendin li bin banê stêrkan dimeşîn û xatir ji gundên cûdî(Sipîndarok, Gundikê Remo, Akêt, Gilindor, Çifane, Şelarût, Serêdehlê, Avkamasiyan, Beskamêrsinê, Govka bapîrê Remo…), ji çavên wan zarokan ku di çavê min de hawara xwe dighiandin rojên felatê û ez di nava kenên xwe yê bê guneh de dibirim welatê şewatê…dixwestin û li pey min, tenûreke ji êgir ku di nav de dibûm pizot û hemû canê min di nava xwe de dîldikir, dima! Na na, nedima, ew tenûr, ew agir, ew gazind, ew ken, ew hêvî bi min re bû û ber bi Gabar ve dimeşîm..dimeşîn…di meşa me de carna tofan bû, lê ev tofan ne ya nebî Nûh bû; dengên hov, dengê agirê "nûjeniya" hovmirovên zarokên gurên mijhez ku şev bi agirê dojehî dikirin mirin! Mirin… bêhna şewata çermên kezîdirêjan, periyên welatê min û xortên nû bi jiyanê sond dixwarin di meşê de difroî! Diforî û dengê tilîliyên "ev xak xaka me ye, ev dîrok ya me ye, ev rûmeta me ye, ev dengevdana ayatên avestaye!" di nava tofanê d dê weledê xwe diavêtin esmerê. Erê esmer; geh darbest, geh ken, geh birîndarî, geh evîn… û her te di dilê min de navê xwe dikola esmerê!
Sonntag, 2. Mai 2010
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen