6. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE
Demhat Dêrikî
6
Ji wê dema min li ber pencereya te û li bin barana wê şevê ku dilê min nedixwest xatir ji te bixwaze… û ez bi rêketîm, romana ramûsanên te, peyva "divê hezkirin di kurdî de erzan nebe!.." û hevokên te yê ji keskesoran dixwînim… Di wê şevê de, di wê şeva baranî de, li wê mezela te ya bi rengê Amedê hatî xemlandin serê min li ser sing û berê te bû û hemû peyvên te ji dilê stêrkan, ji dilê buharê diherikîn û li ser giyana min bîrên xwe dikolan. Tê bîra te esmerê, te digot: "Demhat, tu zanê, berî çend rojekê ez û hevaleke xwe bi hev re dimeşîn. Lê nêzîkî riya mala me, zeviyê genim heye. Çawa çavê me bi genimê şîn ket, em ber ve meşîn, em dimeşîn û wesa bayek xweş rû û canê min dialîst û bêhna şîniyê li pozê min dixist û xwe bera nava cerg û giyana min dida, min pêjin dikir ez bûme perpirîkek û dixwazim fir bidim, ew çend dilê min geş bû!..Ba û bêhna şîniyê xwe li min dipêça. Wê demê min xwe di nava tabloyeke şêwekarekî evînxwezayî de didît…ma çend xweş bû, gelek şabûm û min xwe di nava deryayeke aramiyê de didît!.." Wê kêliyê de û piştî bi girnijînî te peyvên hingivînî bi dawî anî, min destê xwe dida pora te ya şevnimî û li ser rûkê xwe yê ku girnijîna te welatê xwe yê ji kulilkan li ser avakirî, bir û anî, û min ji te re digot esmerê: Ma tu nizane? Ew şîngenim ez bûm, ew bêhn bêhna ramûsanên me yê qedex bû, ew tablo dilê min bû, ew şêwekar hestevîna min bû, ew dilgeşiya te dîtina min bû, ew deriyaya aramiyê hezkirina min bû esmerê..niha jî, wê romanê dixwînim, dixwînim… ne jê têr dibim, ne bi dawî dibe û nejî dixwazim bi dawî bibe esmerê!..
Dienstag, 6. April 2010
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen