Sonntag, 4. April 2010

5. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE

5. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE


Demhat Dêrikî

5

Bibore can esmer, li pênûsê geriyam min nedît, li lênûskê geriyam min nedît...û şev bû, şevek sêwî, ne stêrk hebûn, ne bêhna gulên me hebûn û bayek sar xwel li dora min pêçabû...lê ez li ber pencereya te bûm, li vir tenê di dilê min de dîmenên wêneyên te agirdank bû!..û baran, baraneke nedîtî canê min di nava xwe de daduqurtand. Baran dibarî û min jî, ji hestîkên xwe pênûseke çêkir û hestên xwe jêre kir hibir û dilê xwe kir lênûsk û min wesa li ser nivîsî can: Gulbûka dildanka min esmer, nizanim ev bû çend dem li ber penceraya te wek mirdekî, tizbiyê not û neh lib bi navê te dihijmêrim û di evîna te de elfebaya evîna te dixwînim û di bajarê te de, fêrî melevaniya çemên te dibim da ku ev pencereya te vebe can! Min li wir, li ber wê pencerê, gelek caran bi rondikên hesreta dîtinê hêvî çandin, gelek caran li wir, li wê kolanê, li ber wê pencerê cîranên we ji min re gotin" ev te hişê xwe winda kiriye?!" û gelek caran li wir, zarokên Amedê navê min kirin dînê esmerê!..Erê, hêj baran dibare esmer, hêj ez li wirim, hêj xewnên te yê kolanên Duhoka Dasiniya bi min re ne, hêj dilgenmê te bi min re ye. Hêj ez li wirim, li ber pencereya te wan hêviyan ne bi baranê, bi hêsirên çavê xwe avdidim. Baran heye esmer, baran dibare û çavê min li pencereya te ye. Ji nişkave pencere vedibe, nizanim ev xewne yan rastiye? Hêdî hêdî vedibe....wey xudê! ev çi xweşikbûne, ev çi rengesmer şîrîne?!.. Baran dibare, êdî pencere vekiriye, esmer dikene û li ber kenê wê hemû xwedawend di rûkê wê de dikenin û didanên wê yê wek berfa zegrosan sipî di tariya şevê de dibin elmas û diçirsin, şeva min ron dikin...êdî ne pêjna baranê dikim, ne pêjna xwe dikim, tenê esmer, esmer, esmer û şeva esmerê min dibe...evder ne buhuşta Hesen Sebahe, ma periyên Hesen Sebah li ber buhuşta esmerê çi ye?! Evder Amed e û evder paytexta evîna dilê min e ku niha mêhvanê şeva wê me... û va ez diçim, dilê te, pencereya te, şeva te di dilê xwe de dibim û dibêjim; bila hemû şevên te pencereyake vekirîbin esmerê. Heta nameke din şevbaş.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen