Montag, 17. Mai 2010

Gelo di nava Kurdan de rexne heye?!

Bingeha hemû elternatîfan(afirandina dijber di warê erînî de)rexneye! Rexne li ser hîma xwe dîtinê tê avakirin. Bê xwe dîtin ew rexna tê kirin nagihê armanca xwe û heta dikarim bibêjim ew ne rexneye. Çi dema xwedîtin, xwenaskirin, xweafirandin û di nava vê bizavê de li hember kevniyê nûbûn afirî, wê demê rexne derdikeve pêş. Bê goman ev jî, girêdayî; ji hemû berjewendiyên kesokî dûr, jibo berjewendiyeke giştî xwe pêçana bi dilwêrekiya zanist, bi şêwaz û rêbazên têgihştineke pir alî û rakirina civakê yan kesan di warê moral ve ye. Dema em berê xwe didin zaniyar û fîlozofên şoreşên ewrupî(di warê guhartina civakê de) di riya rexnê de qurbaniyên mezin dane. Lê, di civakê de raman û dîtinên wan bûne eltrenatîf,bûne avakirin.

Dema em berê xwe didin şoreşên civakî, her şoreşek li dijî pergala civaka Kevin serî hildayî rexneke! Xweza jî wesaye, xudan vê guhartinê ye û di nava xwe de li ser dînamîkên hêza guhartina xwe

, her qonaxeke xwe rexneye ji qonaxa din re. Lê cudahiya di navbera xweza û civakê de kes hene, ew kesên di kestiya xwe de civaka nû ava dikin û di nava civaka Kevin de belav dikin ta digihin armanca xwe, anku çandeke nû, çandeke ji ya berê pêşketîtir, yan avakirina civakeke nû. Rastiya gelek serok û kesên bi navê pêxembertiyê xwe bi nav kirîn yan xwe nûnerê yezdan dîtin ev e. Lê di serdema ku em îro têde dijîn kurd,(ez behsa nivîskarên kurd dikim)dûrî vê rastiyê ne. Divê em xwe dûrî xwe nepxandinê û pesnan û zirtan bikin, divê em şojinê di çavê xwe re bikin û baş xwe li ber neynika rastiya xwe, xwe bibînin. Lewre, gelek nivîskar û rewşenbîrên me di bin awiran re li xelkê dinêrin, bi serê lêvê diaxivin, felsefa pozbilindiyê (ji xwe li wan nayê)bikartînin û xwe li qatê herî bilind dibînin û xelkê li qatê herî jêr dibînin. Ev nefsiya pir xirab ji bindestiya wan tê. Rastî bêjim, hindek ji wan pergala ku Tirkan û Ereban ser wan dayî pêkînan, hemen tişt îro li ser xelkê bi rêve dibin. Li vir em ê çawa bibêjin çanda rexnê di nava nivîskaran de heye? Hêj di mejiyê me de êlîtî, mirovatî, hevalê nêzîk..û yê ne ji partiya min be ez tu giringiyê nadimê heye. Heta îro em nikarin rexneke avakar li hev bikin û sedem jî; me hêj xwe wek laternatîf avanekiriye.

Rexne di nava kurdan de nîne, heta niha pirtûkeke bi zimanê kurdî(min nedîtiye, belê dibe bi erebî û tirkî hebe, lê ji min re bi zimanê biyanan ne giringe, lewre tu xizmeta wan zimana dike ne zimanê min)wek rexne nîne. Nexwe rexne li cem kurdan tê çi wateyê? Şer! Pesin dayîn!..û ev li gor têgeha rexnê ji rexnê dûre. Di nava me de; çavderxistin, zikreşî, ezezî û ger were xwestin gef jî tên bikarînan. Wek nimûna kekê Dilbixwîn Dara(ez ne parêzvanê wî me û her yek di dîtina xwe de azade)û Şivan Perwer. Gelek kesên din jî dibin qurbana hindek kesên din, anku hindek kes wan pivdidin û dinivîsîn. Ev tev ji rexnê û sinca rexnê dûrin. Nimûne; dema ez romaneke Helîm Yûsiv rexne bikim, divê ez peyv bi peyv, hevok bi hevok nasbikim, din nav de kûr biçim û jibo xizmeta romana kurdî ez bi xudanê romanê re bi rêz û di nava dilferehiyekê de hemû kêmasî li gel elternatîfên wan li ber rêz bikim û wî di nava dilxweşiyê de bihêlim. Anku, hemû riyên rexnê divê di xizmeta wêjeya kurdî de be. Lê, îro ya di navbera nivîskarên kurd de tê kirin dûrî vê rastiyê ye.

Rastî ev e; pêdiviya me bi rexnevanên ku nûbûn di kestiya xwe de avakirîn heye, pêdiviya me berhemên rexnê( ez bawerim kekê Ezîz Xemcivîn niha berhemeke wesa amade dike li gor ez nivîsandinên wî dixwînim)heye, lê bi zimanê kurdî. Divê çanda rexnê di nava me de were avakirin, jibilî vê avakirin nabe û wê kesek ji me nebêjê mastê min tirşe! Em jibîr nekin, sedeme herî sereke ku piraniya nivîskarên kurd dûrî hevin(gelek ji wan tên cem hev, lê dema radibn gora hev dikolin!)nebûna çanda rexnê di nava wan de ye.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen