Demhat Dêrikî:
NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE
1
JI ÇIYAYÊ CÛDÎ JI TE RE DINIVÎSIM:
Esmerê! Niha pişta min li dara berûyê ye û tiliyên min çixareyeke tutina xursê dipêçe.. Û dûman di şeva bêdeng de belav dibe, lê ez li wir im û ne li wir im. Bilindahî û heybeta Cûdî ji bîr dikim. Tenê tu û rojên rojava di lênûska hişê min de, xwe zindî dikin, xwe dubare dikin. Erê erê, tenê meşxezaliya te, kenkevokiya te, awirvedana te ya ku bi dehan xortan bajarên xewnên xwe li ser ava dikirin û dêmên te yên qada kenê zarokan bû, ronîvedana çavê te ya ku dergûşa evîndaran bû… hebû… lê nema zanim, ev tablo li kolanên Dêrikê, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Serê kaniyê bû, yan jî; li kolanên Amûda şewatê, Qamişloka evînê, Hisiçayê, Efrînê, Kobanê… gelo li kolanên Enteriyê, Qudurbegê û Qeneswêsê bû, yan jî, li ber çîtikên çemê Ceqceqê bû?.. lê dizanim ku ew esmer, ew keça rojava bû… hêj pişta min li wê darê ye, şev bêdeng e, aram e.. Tu dibêjî ev ne cûdiyê berî çend rojan xwezginiyên bûkê dê weledê xwe li ser diavêtin û mil ji darbestan dihatin daxdan. Na na, tenê dilê min şiyar e, tenê dengê dilê min di vê şeva Cûdî de, di nava serpêhatiyên esmerê de rêwî ye.. Û çavê min ber bi stêrkan ve bilind dibe. Asîmanek şîn, bê jimar stêrk diçirisin û geh li vê stêrkê û geh li wê stêrkê li te digerim, ger berdewam e… Di wê kêliyê de, tenê ez û stêrkek dibin yek û ji te re dibêjim esmerê; aaax û dîsa ax ji kaniyên êşan!... Me nû hev naskiribû esmer, hêj ji nû çîroka evîna me di nava keç û xortan de belav dibû… Hêj ji bêhna xuhdana te têr nebûbûm, hêj ji bêhna pora te têr nebûbûm, hêj ji ramûsanên min, memik û lêvên te yê hingivîn têr nebûbûn, hêj ji qehwe destê te têr nebûbûm û hêj ji strana Nisrîn a Mihemed Şêxo têr nebûbûm, bûme rêwiyekî riya dûr….esmer, niha ne li ber dara berûyê… û şev hêdî hêdî xatir dixwaze.. Bi xemla tavsorka çiyayê Cûdî re, pala min li zinara ku li ser pezkoviyek ji vê dîmenê re nimêj dike, rondikên min ber ava mezin ve diherikîn, dilê min dikelî, dilê min dikir girî, dilê min pêjin dikir ku pêlên vê avê peyama min ji esmera rojava re dixwîne!
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen