Freitag, 14. Mai 2010

4. NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE

4. NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE

Demhat Dêrikî

ÇIYAYÊ GABAR:




Esmerê, ew çiyayê ku min û te di şevên başûrê biçûk de, di pirtûka zimanê çiyan de dixwend û li bin tava tebaxê a sincirî li gel palevanên deşta hesinan strana wê digot û sonda me ew çiya bû, pêngavên me ew çiya bû, evîna me ew çiya bû…va li ber min wek navê xwe di êvareke bêhn şewateke bê nasnamayî de rawestiye û dike gazî:"Hûn bi xêrhatin warê Egîdan, warê fermandarê ku li vî çiyayî dîrok, dîrokeke vejîn û lehengiyê nivîsandî!". Erê, va li wirim û her der bê deneg, bêhna mirinê di êvara vî çiyayî de difore! Avhewake fetisandinê ku mirov dibêjê qey deh dest xwe avêtine zengelorkê û dixwazin min bikujin, li vî çiyayî xwe pêçaye!..mirin û jiyan, jiyan û mirin li serê vê çiyayî li ser eniya me nasname xwe dinivîsand…wesa esmerê, em di nava vê gera xwe naskirinê de li ser kaniyeke Gabar rawestiyan…Nizanim ew çend demjmêr bûn diranên xwe temenê me dixwar û lêvên me bi hesreta çend dilopên avê bûbûn erdek şeqitî û tiliyên ji pêlavan revîn nameyên janwermandinê ji dilê me re dixwend…lê hêj çav û lêv bi eşqa avê şanebûbûn, me hew dît em bûn mêhvanê marekî di navbera du zinaran de. Ji alîkî ve çavê me li mar û ji aliyê din ve guhên me li dengê mirina ku li asîmanê çiyayê Gabarê digeriye bû. Zarokên gurên birçî di nava çend xuleyan de Gabar kirin dojeh!..bêhna agir, bêhna şewatê û bêhna goşt û dengê diruşmeyên xakhez di nava hev de bûne tabloyeke zindî ji tirajêdiya evîna vê xakê esmerê!..Erê esmerê, ev der Gabare; geh gor û goristane, geh hêviyên jina ku bi sed salane dike nale nal, destmala sergovendkêşe!...ev der ew çiyaye ku min û te xewnên xwe li ser avadikirin esmerê!

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen