Donnerstag, 1. April 2010

4. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE

4. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE


Demhat Dêrikî

Îro, dema Duhoka dasiniya kirasê êvarê li xwe dikir û asîmanê parçe ewrî sonda baran barînê bi çend birûskan ji êvarê re dida, ez di nava xewna te ya şevê din de gereke bê nasname bûm li kolanên ku çirayên xwe bê biryar bûn..caran tarî bû, caran jî çend stêrkên ku serê xwe di nav parçe ewran de hildidan û ronahiyeke melûl didan xwezaya vî bajarî…dimeşîm, geh di tarîstanê de û geh di ronahîstanê de ber bi navnîşaneke nediyar ve dimeşîm û xewna te li ser qada ramanên min ala xwe bilind kiribû. Erê şevê din tu bi kirasbûkaniyê, bi kenkevokî, bi meşhêvronî dihatî û di nava stêrkên welatê dilê min de dibûyî xatûna stêrkan esmerê! Şev êdî şeva me bû; xak ew şev bû, çem û rûbar ew şev bû..di vê şevê de welatek ji beybûna dihate avakirin, di vê şevê de hemû qedexe di sing û berê te de bingor dibûn, di vê şevê de û di navbera agirîn lêva te de çirayên Amedê vêdiketin û bi hezaran çira ber bi ronîvedana dilê te ve dibezîn û ez di nav çempîroziya te de dihatim tewafa te, esmerê!..dema ji xwe şiyar bûyîm jî, hêj bêhna ramûsanên te li ser balîfa min diforî û li hemû deverên mezle min şewqa çavên te yên fincanî çîroka wê şevê ji çavê min re digotin. Wê demê min bi lez pencere vekir û wek her sibeh min got, rojbaş, silav û gulav esmerê…û ji nişkave dilopên baranê rûyê min yê ku dîmena te konê xwe ser vedabû di nava ramûsana de hişt û dengê ajotkarê tirimbêlê di guhê min de olan da;" hêêêêê, gênco ma tu dengê tut tuta tirmbêlê nake? Ev bû demek ez gazî te dikim, ev te xêra, çi bela te ye, ev tu evîndarî?.." wê demê her du dêmên min bûne du hinargul û bi gavne şermînî min got; bibore, hêvî dikim bibore, haja min ji te nebû…û meşîm û di meşa min de dubare wênedanka te li ber çavê min zîndî bû û careke din di nava xewna wê şevê de noq bûm..heta namyeke din di wê şevê de bimîne esmerê

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen