NEXTÊ MIN ZIMAN E!
Demhat Dêrikî
Berî bîst sala min keçek naskir, lê ma çi keç bû?!
Pora wê ji rengê şevê, nerm û dirêj heta gozekê; esmer û di wê esmeriya xwe de dil dikir sorsêl! Ma çav? Du çavên fincanî li ser ku çavên keçên bedewiyan gorî wê dibûn û di çavrengê wê yê qehwe de bejn diçemandin û di mijang û birhên wê de hezar Memo dibûn cangorî û di awirvedana wê de hezar Derwêş ê Evdî bi çolan diketin...û ew sermemik û memikên wek hermiyan ku bi hezran leheng destê xwe jêdikirin û diyarê wê dikirin da ku di nava destê wan de bibe hevîr! Lê xudê, ew çi dêm bûn çar pirtûkan li ser dikirin ceng? Li ser dêmên wê tim buharê konê xwe vedabû û li ser rûkê wê çar demsal bi hev re dijiyan!..erê ev ew keç bû; ji Dêrikê ta Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê kaniyê, Hesekê, Efrînê; ji Zaxo ta Mehabat, Amed, bi evîneke ku di dilê min de bûbû tenûreke agir vêxistî û kêlî, roj, meh û sal, min nanê wê di wir de dikir xurmereng li pey bûm. Caran jibo wê bikim mêhvana şevên xwe û agirê lêvên xwe vemrînim û rawana xwe hênik bikim; kefenê çiyan li min dihate pêçan, di cenga bager û birûskan de dibûm miriyek li ser darbesta feleka xayîn û caran rondik ji çavê min diherikîn wek lehiyên çembharan û wek dînanan bi çolan diketim û keçkên xelkê digotin: " Demhat, were, va şevên me gazî te dikin, meya lêvên me gazî lêvên te dikin, memikên me yê li benda destê te ne, dilerzin, rawana me li benda xuhdana canê te ye!.." lê her li ser şopa wê bûm; geh di geliyan de werdibûm, geh di avnewalan de noq dibûm...caran jî, min xwe bi kirasê wê ye bêhnxwezayî digirt û min digot: Ji te re rstikik ji stêran, digot; ez naxwazim...caran li çol sêlxakê digihamê û min berfînek diyarê wê dikir, digot; ez naxwazim û caran min perî û xwedawend dianîn nimêja qublegeha wê, digot; naxwazim...min nema xwe girt û min kir qîr, de bêêêêêêêêêêêêêêêj keça xudê, de bêj, de bêj mane te ez kuştim! Temenê min di gera ser şopa lingê te de piştxûz bû, ka bêj. Di wê rawestgehê de keçê awirek ji min veda, ez yê wek çiyakî hejiyam û got: " ziman dixwazim, here fêrî zimanê min bibe, ez Tirkî, Erebî û Farisî tênagêhêjim! " Matmayî çavê min zîq ketin çavê wê, wê demê min got; wax wax, ma ev bîst sale ez bi çi zimanî li gel te diaxivim, ma ne kurdiye? Careke din awir ji min veda û got: " Kurdî?! Ev çi kurdiyeke peritiye dagirtî peyvên Tirkî, Erebî û Farisiye, ev çi ye? Ma tu şerm nake? Va zimanê dinyayê henekê xwe bi te dikin, tu di nava wan zimana de bûyî pêkeniyê xelkê! Ma çavê te nabînin çawa xelk bi zimanê xwe ji keyfa serxweş dibin?..here here, evîna te li cem min nîne, daxwazên te li cem min nînin. Ez xortekî dixwazim ku bikare nextê min bide, ew jî zimane...wê demê ez ê hemû şevên xwe di şevên wî de bikim gorî!
Mittwoch, 7. April 2010
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen