NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE
2
ÇÛKA SER DARA ÇIYAYÊ CÛDÎ... :
Dema li ber wê zinarê çavê min vebû, min serê xwe ber bi zinarê ve bilind kir, pezkovî çûbû…tîjikên rokê li ser qada rûyê min dileyistin, te digot qey dixwazin min ji pêjna dilê min ê şevê din ku bê jimar rondik ber bi rojava ve berandî şiyar bikin, esmerê. Di wê navberê de dengê çûka serê darê bilind bû; dengek xweş, awazek dilveker.. berê çûk li min bû, her diçû çîv çîv bilind dibû û girnijîn; girnijîna esmerê di nava min de xwe dida rûkê min. Wê demê min tîjik ji bîr kirin, hestên min dest bi nivîsandina nameyeke din ji esmerê re kir û peyv ber bi çûk ve herikîn: Waa çûka serê darê, vê nameya min hilgire, firbide û li ber pencereya esmerê deyne. Lê, di bextê te de me, li xwe miqate be, ha ji teyrên baz hebe te nekin nêçîra xwe, da nameya min jî nebe çîroka dûrketinê. Here û bi lez jêre bibêje; evîndarê te, li Cûdiyê miradan bi bêrîkirina te, birînên xwe dipêçe û di nava hesreta hembêzkirina sing û berê te de, di meş çiyayê Cûdî de, di her şopekê de navê te dike gulek!.. Erê çûka li serê darê, hêj ew tiketika dilê min ê ku dilopên kirîstal ê canê te ew di nava xwe de zindî dihişt û me du dil dikirin yek di şevên sînorê şermê û ayatên qedexekirinê derbas dikirin, zindî ye!... Jêre bibêje, li serê vî çiyayî, di nava dar û ber û dengê belafirên xwezakuj û jînkuj de, di nava; ken, xemgînî, govend û pêkeniyên zarokên welatê çiyan de, ew rastîçîroka te ji min re digot, çîroka; Amûdê, agirê sînema ku bi pencên gurên çavsor vêketî û zarok bûyîn gogkên êgir û li ber bêhna goştên çermên nazik bi meya sipî serxweş dibûn, bi min re ye û di guhê min de dengvedana dubarekirina dengê te ye…Jêre bibêje çûka ser darê; di berfa Cûdî de, di bagera Cûdî de, di buhara Cûdî de, her tu yî, her navê te ye; di civatên gundikê Remo, serê dehlê, sipîndarê her tu bûyî peyva min a yekê û ya dawî esmerê!..