NAMEYÊN JI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ JI ESMERA ROJAVA RE
5
DARBEST Û DÎLAN
Esmerê, ev çiya serê zarokên xwe dixwin! Bi bilindbûn, firehbûn û kûrbûn; bi heybetrawestan û zagonên xwe yê çar demsala dikin gazî: " Em ji berê de hene, em dîroeke berî însan in. Li ser singa me; dar, daristan, zinar, lat, ber, şikeft, zozan, newal, gelî, çem, gol, giyanwer; bager, bahoz, lehî, aşût, ba û baran, berf û xweşî!..Hûn min nasnakin, tenê naskirin nebêjin ev çiyane..di rojekê de ez çar demsala dijîm!..Yên min nasbikin, zimanê min nasbikin ez ji wan re xweşîme û yên min nas nekin ez ji wan re goristan im! " Wesa Cûdî, Gabar, Çiyayê Reş, Bakgok, Herekol, Agirî..di çavê me de makzagona xwe ya nenivîsandî bi me didan xwendin…erê esmerê ev zimanê darbesta şehîdekî bû ku em li dorê bûbûn bazinek û di awir û mirûzên vê xatirxwestinê de sed ayatên neletê li xwezayê dihatin xwendin!..di wê kêliyê de tu hatî bîra min, peyvên te yên şevên rojava ku di meşkolanên rojava de di guhê min de olan didan hatin bîra min:" Çiyayên welatê me geh bê bextin, geh serê zarokên xwe dixwin û geh ev çiya heval in, hogir in û jibo vejîna kenê zarokên me hêlîn in! Ev çiya di meşa evînê de, dibistan in. Ezmûnên van dibistanan pir zor in; hindek têk diçin û hindek bi serdikevin û hindek jî di navbera didanê zagonên wan de tên hêrandin!..Lê yê ku zimanê van çiyan bizane ew tim alake bilindin di singa van çiyan de! " Te rast digot esmerê, rastiyeke ku di mijê de, di tariyê de, di şevreşê de kûr kûr bû û her mejî nikarîbû vê rastiyê bibîbînê…va em li bin barana ku her der kirî lehî dimeşîn û darbest li ser milê me ye. Ev ne darbesta yekê bû û ne ya dawî bû ku şopa navê xwe li ser milê me dihişt...roja din keskesorê asîman bi rengê xwe xemiland û pêre pêre dengek bilindbû wek ku bibêjê: " Ho çiyayo, em li virin, tu çend bibe goristan, em ê ew çend di eşqa xwe de ronahîstanan biafirînin! " û ev deng ku bi strana ez xelefim xelefim bû dîlaneke geş li dora agirê ku qet nedixwest bivemirê û her diçû geş dibû, bilind dibû û ken û şahî tevlî dîlana pêlên agir dibûn. Ev bû esmer, darbest û dîlan bi serê hev sond dixwarin û peyama evîneke xelat giran didan çiyayên welatê rojê!