Dienstag, 30. März 2010
3. NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE
Demhat Dêrikî
Ji şevek e din, ji bêhna baranê û rûgeşiya xwezayê û ji elboma ji wêneyên serpêhatiyên te, tên dagirtin silav û gulav esmerê…niha ez û şeva şiyar di nava elbomdanka te de rêwîne, dimeşin û çavê min li ser wêneyên te digerin û carna li rewstgehên dîmenên te dibim bêhnvedan...lê esmera bakur, ev çi çavin lêê, ev çi çavên qehwe rengin dihêle qehwe û çixara min daqurtînin?! Ev çi dêmên û çi lêvên di mejîdanka min de sed gulên renge reng vedikin? Ev çi bejne lê, dilê min tê qublegha wê û jêre nimêj dike û not û neh navên buhuştî di perstgeha wê de rêz dike!? De bila periyên buhuşta Hesen Sebah gorî wê meşa te bin ya li ser pêpelûkên kelha Amedê…ev çi ye? Wêneyek din, wêneyeke cuda! Di vê wêneyê de te bi cilên berfînî xwe pêçaye, na na,jor berfînî, jêr reşrengî heye. Her çend ji reşê hez nakim lê her du reng dilê te vedikin û ez jî dibim evîndarê wê. Di wêne de tu dikene û ji kenê te perî dibarin…ew çi denge? Erê erê dengê Kemanê ye, kemana Farid Farjad di dilê te de dibe deng û kenê te ji wî dengî diherike û ez li vir, di nava wênedankê de bi kenê te re dibim yek, ber bi te ve têm, dixwazim fêrî raza wî bibim. Caran ev ken xemgîne, caran melûle û caran di dilê min de bajarê hêviyan avadike, lê her piyalên serxweşiya şahiyê bi dengê kemanê bi ser xwe de dike…dengê kemanê bilindtir dibe, ken ber bi dikê ve diçe û dibêjê"berdewam be berdewam be, qet bi dawî nebe…"keman şevê dîn dike, şev jî dibe keman û xwe jibîr dike…û ez bi dengê Mihemed Şêxo xatir ji te dixwazim esmerê,ta nameyeke din ji rengê te şevbaş.
2.NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE
Demhat Dêrikî
2.
Esmerê, şevê din dilê me di şevke bazozanî de li ber kevinedîwarê kelha Amedê bi zimanê stêrkan navê xwe di ronahîvedana heyvê de dineqişandin…wan kêliyan serê min li ser kemaxê te bû û narîn tiliyên te di nav pora min de çîroka dilgenimê xwe ji hestên min re bi awazkemanî digot. Wê demê min jî, yezdanê şer, yezdanê xêrnexwaziyê dikirin gorî dengê dilê te û min di navbera lêvên te de ew di poşmaniya poşmaniyê de dibirin sêdarên yezdanê evînê!..Lê ew çi bû? Ji nişkan ve, ewran asîman dagirdikir û çavê min bi rondikên te şildibûn û te digot"xwezî tu li Amedê bane, xwezî min tu li vir naskiribane, xwezî tu azadbane…"na na wesa nebêj, ji dema tu li ser dilê min bûyî cotiyar, Amed, kolanên Amedê, jibo te, jibo kenzarokaniya te, jibo hezkirinên te, jibo xewndaxwazên te dilê min bir, ji wê demê were ez li Amedim û dilê min di ava dilê te de nasnameya azadiya xwe wergirt…şev berdewam bû, hêj narîn tiliyên te di nava pora min de çîroka dilgenmê xwe digot…nizanim, di wê navberê de destê min dirêjî destê te bûn, pêre pêre stêrik ji çavê te barîn tevlî şeva me bûn..can dilerzîn, sînor bi germahiya agirê heneseyan di melevaniya deriyaya şevê de wenda dibûn…heta nameke din di nava xewnên gulgulî de bimîne.
Donnerstag, 25. März 2010
1.NAMEYÊN JI ESMERA BAKUR RE
Demhat Dêrikî
1
Ji wê dema te pencereya dil xwe vekirî û kenê te tovê hezkirnê li ser deşta dilê min bi kedcotyar pîroziyê reşandî û bi dilav avdayî, ev dil ducan bû esmerê!..û ka niha were esmer, dergehê vî dilê ku te çandî veke û bi girnijîna xwe ya amedî temaşe bike…wa peyvên te, kenê te, şevên te, xewnên te, beybûn, nêrgiz û bûkgulên zeviyên te, bûne zêrgenemên serhildêr û li ber awaz bayê te yê ji welatê evîna te xwe dihejînin…
Erê esmera bakurî, niha lib genemên te di pirtûk eşqa Cizîrî û Xanî de xwe dana ber tîjkên rokê û sînoran û qedexeyan û şermhevokan bi dengvedana nanê tenûra hezkirna te dadweşînin û bêrîkirinê di bêrîkirina bîra me de hembêz dikin. Ev e dilê min esmer, ev ew dile yê ku kêlî kêlî dibe benîşt di lênûska qereçiyan de, ev ew dile yê ku bekoyên nûjen di kenderewên xwe de bi peyvzikreşî di tarsitana xwe de gora wî dikolin û hawara xwe digihînin yezdanê poşmaniyê û çolstriyan da ku vî agirî vemirinîn û dilgenim diyarî kurmikên ji xwe bikin…Lê, ev dil dilê te ye û ev genim ji dilopên xuhdana bîrevîna te ye esmerê!…
Mittwoch, 24. März 2010
JI ESMERA BAKUR RE
Esmera bakur, jibo te û jibo caniya te,
dilê min di destarê hest û bangewaziya wêneya kiras bedewbûna te de, sînor, tofanên bendemanê,
rawestgehên xeydok û poşmaniyê hêrandin
û ber bi te ve bû rêwiyek ji biryarê, esmerê.
Niha ev dil li wire,
li bajarê dergûşa evîna te,
li wan kolanên ku helbesta şopa lingê te
di leyistikên zarokan de dibêje, digere…
niha ev dil li wire,
li ser kevnekevirên kelha Amedê
bi girnijîna lêvên te navê min û te dikole!..
Êdî ev dil li wire esmera bakur,
di beybûn, nêrgiz û bûkgulên zeviyan de
bajarê evîna te avadike û di stêr ronahîvedana çavê te de, xwe ji nûve avadike û di şevpîroziyên te de
xwe ji hemû gunehan dişo, esmera bakur!..
Samstag, 20. März 2010
Şev jî diaxive, yekem dîwana Demhat Dêrikî derket

Şev jî diaxive, yekem dîwana Demhat Dêrikî derket
AVESTA... Ji weşanên Yekîtiya nivîskarên Kurd li Duhokê, yekem dîwana helbestvan Demhat Dêrikî derket
Yekemîn berhemê helbestvan Demhat Dêrikî (ŞEV JÎ DIAXIVE) ji aliyê yekêtiya nivîskarên Duhokê ve(ji weşanên êkîtiya nivîserên Kurd-Duhok)hate çapkirin. Ev pirtûka ji 35 helbestan pêk tê, di roja helbestê de li bingehê yekêtiya nivîskarên Duhok hate belvakirin. Piraniya helbestên vê pirtûkê; şev, evîna şevê, peyama
şevê, zimanê şevê, qîrîn û gazindên ji şevê tine ziman.
Pêşgotina pirtûkê ji aliyê mamoste Ehmedê Huseyinî ve hatiye nivîsandin.
Derhênana hunerî: Govend Omer
Kevelê Bergî: Bîranînên Tazî: Canê Omer
Çapa êkê-Çapxana Hawar-Duhok.2O1O
Tîraj: 500 Dane
Hijmara Weşanê: 181
www.duhokwriters.com
Jimara spardinê: 2044 sala 2010 li Pirtûkxana Bedirxaniyan-wezareta rewşenbîrî û lawan ya hûkûmeta herêma Kurdistanê.
Freitag, 19. März 2010
Roja cîhanî ya helbestê li Duhokê hate sazkirin
Roja cîhanî ya helbestê li Duhokê hate sazkirin
Bi helketa bîreweriyên Newroz û Avdar û serhildanê û ji bo zîndîkirina roja cîhanî ya helbestê û çapbûna 10 dîwanên helbestan ji projê weşanên yeketiya nivîskaran, êvareka helbestxwandinê bo hejmareka helbestvanan hate amadekirin. Li destpêkê helbestvan Beşîr Mizûrî peyvek bi navê yeketiyê xwand û behsa rolê helbestvanan di nava civak û milletan de kir, herwisan li ser giringî û buhadariya helbestê û helbestvanan rawestiya. Paşî xanim Ayişa Şewket bêjera televziyona Duhok a lokal helbestvan pêşkêşî amadeyan kirin. Hindek ji helbestvanên beşdar: Hizirvan, Şemal Akreyî, Kemal Silêvanî, Abdulrehman Bamernî, Beyar Bavî, Dayka Dalya, Tîroj, Heval Findî, Qadir Qeçax, Layiq Cemal, Nacî Taha, Mesûd Xelef, Demhat Dêrikî, Selman Şêxmem, Dilbirîn Halo, Ehmed Şûşî. Di pey re beşê duyê ji êvarê destpêkir ew jî belavkirina dîwanên helbestê ji aliyê xwediyên wan ve. Hejî gotinê ye ku hunermend Izzedîn Temo bi awazên saza xwe êvar xemiland.










ŞEHÎDÊN NEWROZÊ

Demhat Dêrikî:
ŞEHÎDÊN NEWROZÊ
Hêj hûn li wir in,
li wan çiyan, bin wan daran, ber wan zinaran,
li wan kolan û bajaran taristanê bin pê dikin
û ronahîstanê di gorên xwe de diafirînin!..hêj hûn li wir in.
De bila yezdanê bayê, yezdanê eşqê, yezdanê rojê, yezdanê buharê di ferhenga te de ya ku her peyvek ji soza biryarê di kevir de afirî ye, serê xwe biçemînin û di perestgeha xakevîna te de nimêja rozerîna eniya te bikin.
Şehîdên newrozê, pakrawanên dengvedanê û xwezgîniyên gulê!..va hêj dilopên wê yên xwîndozê, romana pîrozxwazê li ser dilê newrozê bi rondikên esmeran, bi kenên esmeran, bi êş û reşgirdana esmeran dinivîsîn û di pirtûka mafdozê de, çîroka bê dengiyê, derengmayînê, rûreşiyê, bê şermê di rûyê stuxwariya bê yekbûnê de hevokên daxwaziyê rêz dikin!..hêj hûn li wir in.
Hûn li vir in û darbestên we li ser milê zarokên Amed, Hewlêr, Qamişlo û Mahabadê bilind in û çirayên we di dilê kenê keçbiçûkên gulê de straneke bê dawîn e, buharistaneke avîn e û bi deng zimanê kurdî, dibêjin cejna we pîroz be ŞEHÎDÊN
NEWROZÊ!
Mittwoch, 10. März 2010
12ê Adarê
Demhat Dêrikî
Diyarî bo şehîdên 12ê Adarê
Min tîpên navê te bi sirûdên stêrkên te û
bi awazên dozê li ser dilê xwe kola
û min hestên xwe bi şopa lingên zarokên kenbar, keçên evînxakê, xortên mafdozê û tilîliyên pîrên heftî salî pêça, adarê.
De ka were adarê dilê min veke,
li ser deşta dilê min bibe gerok, wê demê
tuyê bibînê darbestên te gazî te dikin,
şehîdên te xwe bi kirasê te xemilandine û
li kolanên Qamişlo, Dêrikê û Efrînê di sorxwînê de, di xweşikbûnê de,
di dengvedana biryarê de, dibêjin adarê.
De ka adarê, serpêhatiyên vê rojê,
dengê vê rojê,
rondikên ji jana birînê…
û şahiyên hestên wê demê
di gul û kulilkên welatê xwe de bipişkivîne û
pakrawanên 12ê adarê di dilê xwe de bi bîr bîne û diyarî wan bike al û ronahîstana azadiya li bendemanê!..
Erê adarê, va ew şehîdên te di dibistana evîna te de,
di reng û nasnemya bêhna xaka Qamişlokê de , perwerdeya bê dawiya evîna te dixwînin û li ser kêlên xwe
destana te dinvîsin, adarê!
Dienstag, 9. März 2010
8ê Adarê
Demhat Dêrikî
Diyarî bo cejna jinê!
Li vê rojê, dema tu ji dayîk bûyî
û te zend û bend bi xakê re, bi kedê re,
bi nepoşmaniya biryarê re, bi ayatên serhildêr re badan û te ber bi bilind qatan ve meşrûgişîkir,
rok ji te hilat û ji dilê tijkên te, ez bûm ez!
Niha di xuhdana vejîna te de,
di pêlên dengvedana dengê te de,
di çira ronîkirina şevên te de,
di berhemdana buharistana kenê te de
pirtûka xwenaskirina xwe dixwînim
û li ber kevîka lingê te strana jînê dibêjim.
Di wê xwenaskirinê de berê xwe didim qublegeha te û tabûyên serdestiyê li binguhê leşkerên serdestiya di nava xwe de didim.
De ka min di nav dilovaniya xwe de
bibe despêka azadiya xwe,
min bibe...bibe û bila ez şagirtê roja te bim.
8ê Adarê lit e pîroz be!